spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing- Yilmaz Guney

Dema ku 47 salî bû, xatir ji me xwest, lê bi fîlmên xwe, bi kesayetiya xwe ya serhildêr, bi bîrdoziya xwe, jiyaneke bêhempa û têr û tije li pişt xwe hişt. Bi kurtasî jiyana wî mîna fîlmekî nekêşayî, bi hez û hêz û watedar bû. Di sala 1937an de, di meha nîsanê de ji dayik bû. Navê wî yê rastî Yilmaz Pütün e. Zarokê malbateke bêzevî ye. Ji du zarokan yek ew e. Li Edeneyê li gundê Yenîceyê hatiye dinê. Bavê wî sêwregî û kirmanç e. Diya wî jî ji Gimgimê ye û kurmanc e. Diya wî miroveke dîndar bû û xwendin û nivîsandina wê tune bû. Bavê wî xwendin û nivîsandinê li leşkeriyê hîn bûbû. Ji ber vê yekê jî ji bo zarokên wan bixwînin çi ji destên wan bihata dikirin. Yilmaz Guney di jiyana xwe de her tim xebitî û ked da. Her tim mîna mirovekî kedkar derket pêşiya me û di zarokatiya xwe de dest bi xebatê kir. Di ber kar û baran de xwêydana xwe rijand. Her tim bi rêzdarî nêzikî ked û xebatê bû û her tim bi kesên ku keda wan tê xwarin, kesên bindest û bi çîna kedkaran re bû. Di fîlmên xwe de behsa van kesan û têkoşîna wan dikir. Ji bilî vê, di wan salan de bi duçerxa xwe, bobînên 16 mîlîmetreyî ji sînemayekê bar dikir dibir sînemayeke din û bi vî awayî dest bi sînemayê kir. Ji ber ku meraqa wî ji hunerê re hebû cur bi cur çîrok nivisand. Di sala 1955an de ji ber çîroka “Pergalên Newekheviyê yên 3 Nenasan” nivisandibû û di çîroka xwe de propagandaya komunîzme kiribû, der heqê wî de doz hat vekirin. Beşa herî berhemdar a jiyana xwe ya sînema û nivîsê di girtîgehan de derbas kir. Heke em bi hejmaran îfade bikin; Guney ji sedî jortir fîlman de leyîst, ji bîstî zêdetir fîlm derhênand, senaryoyên derdora pêncî fîlman nivisand, di şeş senaryoyan de jî alîkarî kir. Gava em van tiştan hemûyan kom bikin, bidin ser hev, di sedan fîlmî de keda wî heye. Di navbera 1958-1983an de bo sînemayê ked da. Guney ji bilî jiyana xwe ya sînemayê, bi çîrokên ku nivisandibû jî, tev li nav nivîskaran bû. Xebatên xwe yên hunerî û wejeyî tim û daîm pêş xist. Di kovaran de dest bi nivisandina tekst û çîrokan kir. Romana wî ya bi navê “Bi Awayekî Stûxwar Mirin” di sala 1971ê de hat weşandin. Di sala 1972an de Guney bi vê romanê Xelata Romana Orhan Kemal wergirt. . Guney romanên xwe di girtîgehê de nivisand. Dema ku di girtîgehê de bû fikr û ramanên xwe yên li ser sînema û hunerê, helbest û çîrokên xwe di kovara Guneyê de weşand. Dema ku ji girtîgehê derket bi navê “Heval” fîlmek kişand. Dîsa di heman salê de, di meha îlonê de dema ku fîlmê bi navê “Endîşe” dikişand hat îdîakirin ku wî, li navçeya Yumurtalıkê li gazînoyekê, dozgerê navçeyê Sefa Mutlu bi demançeyê kuştiye, hat girtin. Darizandinê 25ê cotmehê li Enqereyê dest pê kir û di 13ê tîrmeha 1976an de, 19 sal ceza lê hat birîn. Dema ku di girtigehê de bû seneryoya “Kerî” û “Rê” yê nivîsand. Kerî ji hêla Zekî Okten ve hat kişandin, Rê jî ji hêla Şerîf Goren ve hat kişandin. Fîlmê Rê di mîhrîcana fîlmê Cannesê de xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirt. Ji ber ku di fîlmê de behsa meseleya kurd û 12 îlonê dikir, fîlm li Tirkiyeyê hat qedexekirin. Lê fîlmê ku li Tirkiyeyê hat qedexekirin, li dinyayê di nav fîlmên herî baş de cih girt. Derhênerê navdar Alejandro Gonzales Inarritu di kovarekê biyanî de diyar kiriye ku wî piştî fîlmê Rê yê Yilmaz Guney temaşe kiriye dest bi sînemayê kiriye. Çend sînemager destnîşan dikin ku derhêner di fîlmê xwe yê “Vejîn” de ji fîlmê Yilmaz Guney ê Rêyê îlham girtiye. Yilmaz Guney di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku, dema kêşana fîlmê “Rê” dihat kirin şert û merc gelek xirab bûn. Sînema dihatin bombekirin û gef li sînemageran dihat xwarin. Her wiha Yilmaz Guney dibêje, digel wan şert û mercên giran jî, mirov dikare fîlman çêbike. Her wiha destnîşan dike ku sînema bi tena serê xwe ne dikare şoreşê pêk bîne, ne jî têkoşîna demokrasiyê bigihîne serkeftinê. Enstîtu mîna saziyeke çandî ya serbixwe û kurdewar e. Li ser rêçeke kurdewar û Kurdistanî gelek kes di bin banê enstîtuyê de gihîştin, bûn pêşengên rewşenbîriya kurdan. Keda Yilmaz Guney a di vê mîrateyê de eyan û aşkera ye. Yilmaz Guney di salên dawiya temenê xwe de êdî xwe bexşî Kurdistaneke azad û demokrat kiribû. Wî hemû berxwedêrên welat bi rêzdarî slav dikir, yekitiya hemû gelên berxwedêr hembêz dikir. Demên xwe yên dawî li Parîsê derbas dike û 1984an de ji ber qansera mîdeyê diçe ser dilovaniya Xwedê. Gora wî li Parîsê di goristana Pére Lachaise de ye. Piştî ku çû ser dilovaniya Xwedê di sala 1993an de wî dîsa kirin hemwelatîyê Tirkiyeyê. Yilmaz Guney yek ji wan sînemagerên herî serkeftî û navdar ê cîhanê bû. Hê jî wisa ye. Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.