20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêkarî û derûniya civakê

Her roj li derekê xwekuştinek pêk tê. Pêwîst e mirov hinekî li ser têkiliya piyaseya serbest, biryarên hikûmetan û aboriyê bisekine. Derûnî û biryardayîna aborî, fînans û zihakirina dahatê mijareke girîng e, ku aborînas gelekî li ser disekinin.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîskê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2019’an, kesên ku li Tirkiyeyê dibêjin, em ji jiyana xwe kêfxweş in rêjeya wan %52,4 e. Ev reqem di sala 2003’an de ji sedî %59,6 bû. Dîsa li gorî reqemên TUÎK’ê yên bêkariya giştî ji sedî %13,3 ye û hejmara kesên bêkar li Tirkiyeyê 4 milyon û 308 hezar kes in. Her çiqas ev rêje biçûk xuya bike jî, di nav nifûsa ciwanan de ev rêje ji sedî %24,5 e û li gorî nîveka dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) ev rêje gelek zêde ye. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyeyê gelek kes li kar digerin û karekî ku debara xwe pê bikin nabînin.

Di pergala aboriyê de ciyê derûniyê gelekî girîng e. Richard H. Thaler ji ber xebat û lêkolînên xwe yên der barê aborî û derûniyê de di 2017’an de Xelata Nobelê ya Aboriyê wergirt. Di xebatên xwe de Thaler li ser pira di navbera aborî û derûniyê de disekine. Thaler dibêje, derûniya kesan û piyaseya serbest rasterast bi hev ve girêdayî ne. Ji derveyî Thaler, Emile Durkheim jî li ser derûniya civakî disekine û di der barê xwekuştinê de analîzên berfireh dike. Durkheim dibêje, “Xwekuştin bi her awayî fenomeneke (diyarde) civakî ye û bi her awayî jî anomaliyeke civakî ye.” Lewra Durkheim dibêje, 3 sedem an jî fenomenên xwekuştinê yên civakî hene. 1. Xwekuştina Egoîstîk, 2. Xwekuştina Altrustîk 3. Xwekuştina Anomîk. Hemû xalan bi kûrahî dinirxînê Durkhaim û mirov dikare bi kûrahî li ser bisekine lê ez dixwazim li ser xala 3’yemîn bisekinim. Durkheim, xwekuştina anomîk jî wek “anomie” bi nav dike. Durkheim tîne ziman, ku di demên qeyranên aborî de pergala aboriya kapîtalîst ku bi destên hikûmetan fonksiyona maf, jiyan, moral û exlaqî bi cî nake, di nav civakê de ji bo normalkirina xwekuştinê dibe sedema herî mezin.

Aboriya kapîtalîst jî, tengaviyên mezin ji dahatê dikişîne. Li Tirkiyeyê, ji ber ku çavkaniyên wek neftê, gaza xwezayî û yên din ên bin axê ku dahatên hikûmet û dewletan zêde dikin nîn in. Hemû dahata budceyê ji bacên li ser mal û xizmetan tê berhevkirin. Dahata bacan jî wek ku Laffer bi nav kiriye, girêdayî rêjeya bacê ye. Aborînas Laffer diyar dike ku “her çiqas rêjeya bacê zêde be, dahat jî ew qas dikeve.” Hikûmet an jî dewlet heta rêjeyeke optîmûm dikare rêjeya bacê zêde bike lê piştî wê asta optîmûm-herî baş, dahata ji bacan kêm dibe. Ev dahat jî pêwîst e li gorî pîvan û nirxên birêzik bên birêveberin.

Li gorî qanûnên Adoolph Wagner jî, tê gotin ku bi piranî di demên şer de hikûmet hewl didin ku bacan zêde bikin.

Li gorî qanûna bi hejmara 5018’an li Tirkiyeyê hemû kes û saziyên giştî pêwîst e li gorî zelalî û hesabdayînê tevbigerin. Li gorî qanûna bi hejmara 6362’yan manîpulasyon jî qedexe ye û sûc e. Kesên ku li gorî van qanûnan tevnegerin sûc dikin.

Ji 2003’yan heta 2020’an hikûmeta ku desthildariya xwe li Tirkiyeyê didomîne, derûniya civakê xerab kiriye û a niha kesên ku dixwazin kar bikin û kar nabînin gelek zehmetiyên civakî û derûnî dijîn. Li gorî Thaler biryarên ku kes didin, tesîra wan li ser piyaseya serbest heye û rasterast ev biryar bandorê li piyaseyê dikin. Lewre xwekuştin roj bi roj zêde dibin. Lewra wek ku Durkheim aniye ziman, di nav civakê de xwekuştin normal tê dîtin. Ji ber ku polîtîkayên aborî û fînansê pewîstiyên gel bi cî nayînin, qeyran zêde kûr dibe. Dahata ji bacan kêm dibe. Kesên ku li gorî qanûnan berpirsiyar in, ji bo xerckirina dahatên bacan ên ku ji gel hatine berhevkirin, hesab bidin, di şûna hesabdayînê de ser bêrêtiyê dinixêmin. Kesên ku di polîtîkayên aborî û fînansê de biryardar in jî çav berdidin pereyên ku ji bo erdhej û alîkariyan hatiye berhevkirin. Hikûmeta ku ji ber zêdekirina rêjeya bacan nikare bacan berhev bike, li dijî qanûna 5018 ‘an tevdigere û zelalî û hesabdayîna lêçunên saziyên giştî dûr dikeve. Ku Emile Durkheim û Wagner sax bibin, ew ê Tirkiyeyê wek laboratuvareke civakî ji xwe re bi kar bînin. Xelk birçî ye, bêkar bi milyonan in, her roj nûçeyên di der barê xwekuştinê de hene û rayedar bûne demogogên ku ruhê McCarthy vedijînin û li ser ekranan manîpulasyon û demogojiyê dikin. Hiqûmet jî bûye hikûmeta aşê dînan. Bê av digere.

Ferhenga aborî û fînansê

Bêkarî-Unemloyement: Dema ku ji civakê hin kes li derfeta kar û xebatê bigerin û vê derfetê bi dest nexin, ji vê rewşê re bêkarî tê gotin. Pîvana ji bo bêkariyê ew e ku kes li kar û xebatê bigerin û vê derfetê bi dest nexin. Kesên ku li vê derfetê negerin, li gorî statîstîkê bêkar nayên hesabindin.

Bac -Tax: Dewlet ji bo ku xizmetê pêşkêşî gel bike, bi beşdariya gel, bi alîkariya gel dahatê kom dike. Ji vê dahatê re bac tê gotin ku gel pê beşdarî rêvebirina civakê dibe. Di Magna Cartayê (1215) de ji bo ku balê bikişîne ser beşdarbûna gel a rêvebirin û biryardayînê, dibêje, “no taxation without representation – Ger nûnertî nîn be bacwergirtin jî nîn e.”

Manîpulasyon-Manipulation: Bi armanca ku destkeftiyên xwe xurt bikin, hin kes pergal û tevgera piyaseyê xerab dikin, bi kirinên xwe yên ne rast dikin ku piyase çewt tevbigere, ji kirinên bi vî rengî re manîpulasyon tê gotin. Di hemû pergalên piyaseyên serbest de manîpulasyon sûc e.

Qanûna Wagner (Wagner Law): Aborînasê almanî Adolph Wagner li ser komkirina rêjeya herî baş (optimum) disekine, ji bo komkirina bacê rêgezekê pêşniyar dike. Li gorî Wagner di demên şer de hikûmet hewl didin ku bacan zêde bikin. Wexta ku hikûmet bacan zêde dikin, gel dîsa hînî rêjeyên nû yên bacê dibe. Wagner vê rewşê wek “tesîra cîguhestinê an jî jnûvebicîkirinê -displacement effect” bi nav dike.

Kevana Laffer: Li gorî Wagner wexta ku hikûmet di demên şer de bacan zêde bike, tesîra cîguhestinê derdikeve holê. Li gorî Kevana Laffer jî hikûmet heta merhelayekê dikare rêjeyê zêde bike. Piştî wê merhaleyê rêje zêde bibe, dahat kêm dibe.

Gotineke pêşiyên me

Aşê Dînan Bê Av Digere: Ji bo kesên ku bingeha wan tune ye, bi gotinan û manîpulasyonan karên xwe didomînin, xebat û gotinên wan çiqas ji heqîqet û rastiyê dûr bin jî karên wan dimeşin, tê bikaranîn.