spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bekoyê Ewan nivîskar bixwe ye

Hesenê Metê bi kurteromana (novel) xwe ya bi navê ‘Tofan’ mijara nirxandinê ye, gelek jî dereng maye. ‘Tofan’a Hesenê Metê di sala 2006’an de ji aliyê Weşanên Awesta ve hatiye çapkirin û ji 74 rûpelan pêk tê.
Bi rastî jî Tofan tofan e, ji quntara çiyayê Cudiyê Cizîra Botan hildaye bin lêhiya xwe û riprast kiriye. Yanî Hesenê Metê xwestiye wisa bike, lê Cizîra Botan li gel kurteromana Hesenê Metê li ser piyan e. Helbet ev daxwaza jidil a Hesenê Metê piştî şanzdeh salan bi tang, top, balafir û helîkopterên tirk pêk hat; tofan li Cizîra Botan rakirin, kevir li ser kevirekî din nehîştin, bi rastî tofaneke ku bi dilê Hesenê Metê gelek rûxandin û wêranî çêkirin lê dîsa jî Cizîra Botan berevajî daxwaza Hesenê Metê weke Cûdiyê serbilind li ser piyan ma. Ew Cizîra Botan a ku Hesenê Metê bi tîr û kevana piştî serdema kevîrên biriqandî êrîşeke nedîtî lê dikir…
Min bihîstiye ku Hesenê Metê bi salan şûnde bi rexneyî nêzî ‘Tofan’a xwe bûye lê min nebihîstiye ku Hesenê Metê îmzeya xwe ji Tofanê kişandiye. Ji ber vê yekê rexneyên li vê kurteromanê bên kirin her tim baqî ne.
Pirtûk bi gotineke ji pirtûka pîroz Tewratê dest pê dike, Hesenê Metê bi gotina Tewratê bala xwîner dikişine ser Tofana Nûh û ‘Tofan’a xwe pê bide neqşkirin û weke gotina Tewratê tofana hatiye serê Cizîra Botan ku jê re dibêje tofana dudan jî ji bîr nekin, bigihînin heta nevîçirkên xwe, sûc, guneh û kiryarên cizîriyên nû bikin ala kurdiya xwe.

Riya ku dişopîne
Kifş e, her çi Hesenê Metê kiribe nav fikar, metirsî û qeyranê gelek pê serê xwe êşandiye, bi serê xwe tenê ye, ew û Xwedayê xwe ye, berê xwe zivirandiyê Ehmedê Xanî û hawara wî xwestiye. Ji nav derneketiye wiha gotiye, “Ev şer bi çiqasî berfireh dibe û kengî divemire, ez nizanim.(…) Ma min çi jê ye ku kîjan av û kîjan şerbetê sermest dibe! Kî ji bo kê dikuje û tê kuştinê, min çi jê ye! Na, bi min ne ketiye kî ji bo kê derewan dike û pê mezin dibe…’ (rp. 18) Wiha dewam dike, ‘Di dilê xwe de dibêjim ez ê îşev bangî Xwedê bikim. Dibêjim ez ê ji ruhê cenabê Ahmedê Xanî lava bikim ku werisekî bide min. (…) dixwazim bi min ve eyan bibe, eyan bibe û wê şevê ez hertiştî bibînim.”(rp. 19)
Û Hesenê Metê di vê şeva dûvedirêj de riyekî dibîne, xwe digihîne Bekoyê Ewan ku vê kurteromana xwe li ser baskê Bekoyê Ewan siwar bike û bikaribe vebêje. Ez ji vê novel an jî kurteromana wî re bi dilê rihet dibêjim zirteroman. Ji ber ku di dewsa hunera wêje û romannivîsiyê de pir zirtan dike, tehrîfatê dispêre rastiyan, reşkirin û dejenerasyonê dispêre Cizîra Botan û hwd.

Beko li ser kar e
Belê Hesenê Metê bi çîroka xwe Bekoyê Ewan bi xwîn û goşt dike. Bê ka çima? Bersiva ‘çima’ jî mifteya zirteromana ‘Tofan’ê ye. Gelo hûn nikarin bisêwirînin ku wî ew qas lavayî Xwedê û Ehmedê Xanî kir, hawar û gazî cihê tuyî tune bû? Ancax cin dikarin ew qas zirav û tenik bifikirin û şanoya Sofokles derxin ser dikê yani qada Cîzîra Botan. Lehengên li ser dikê Beko û Deylan bin.
Bi pênûsa Hesenê Metê, piştî vegotina nasandin û qedexedanîna ser navê Beko bi riya Sofî Temir, perdeya şanoyê bi nîşeyeke ji Ehmedê Xanî radigîhîne îro ji paxila Bekoyê Ewan derdikeve, peyama Xanî wiha ye:
“Ya qadirê erd û asîman! (…) Qesd û mexset ji vê lavayê ne ew e ku bêmarîfetiyekî bibit,/ na bilekîs belbî jî mebest ew bit ku hîkmet/ mislî lutfeke yezdanê erş-î ala bibit îbret-î milet.”
Belê Beko kiriye qasidê Ehmedê Xanî bi navgîna Bekoyê Ewan Cizîra Botan a serhildêr û serîneçemandî gilî û gazin kiriye. Bila ‘bibit îbret-î millet’. Her sê sed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dunyayê bikevit, çi tesaduf ku ew dem rastî serdema Cizîra Azadîxwaz û Berxwedêr bêt!

Tofanê li Cizîra Botan radike
Bi devê sofî Temir, Zerdûşt Hesen wiha fetwa dide, “Ez çi gunehkarekî mezin im, Xwedêyo em… em xelkê Botan çi gunehkarên mezin in! Tu me bidî xatirê welî û enbiyayên xwe, şêx û meşayixên xwe. (…) Diyar e, ew ê tofana duduyan li vir, li me ehlê botan… ew ê tenê li Cizîra Botan rabe.” (rp. 42)
Ji nişkê ve Beko Ewan dibe hezretî Beko û Zerdûşt Hesen fetwa û fermanê rê dike, “Ka ez ê çawa rabim ya hezretî Beko? Ez ê çawa li ruyê cenabê te î mezin mezê bikim. Bihêle… bihêle bila çavê min her li erdê be, bila erd biqelêşe û ez xwe berdimê. Xwedêyo kevirê li me bibare!” (rp. 43)
Ji bo ku Cizîra berxwedêr heft tewek li bin erdê bixe, Bekoyê Ewan li heft taqê Erşan bilind dike. Nivîskar bi bela rik û kerba derûniya xwe li ber Beko dikeve qametê û destê xwe li ber wî, li ser zikê xwe girê dide, paşê diçe secdeyê. De nivîskar Beko derxistibû radeya hezretiyê, ka em binêrin ji bo cizîriyên şoreşger çi gulan dirijîne, çawa pênase dike, “… çawa bibêjim, ya arif, ku şaşikek li serê wî bûya, belbî jî ev xet û nexşên ha zêde bala min nekişanda, lê ev zatê duduyan jî yekî serekî pelixî ye. Meriv dibê qeyê di piçûktiyê de yekî destê xwe daye ser jora serê wî û welê mezin bûye. Hustuyekî kurt û tenê bi qasî du tiliyan ji girikên milan berztir e. Her cara ku dixwaze bipeyive… beriya ku gotin ji devê wî derkeve, her du destên xwe dide kêleka masê û subhanellah! (…) A wê çaxê jî dirûvên wî dişibe gelek tiştên mayî û gilokên çavên wî di kortalên xwe de nahewin. Bi awurên xwe zexel, meriv zû têderdixe ku yekî kone û deqdor e. Bi têra xwe şît û ji bo nefsa xwe jîr e…” (rp.49)
Nivîskar di kuça Hewreşîmê de Bekoyê Ewan dajo ser hewşeke gelek kes lê civiyane û axaftinên cizîriyên şorşger lê germ bûne û Beko vedibêje. “Hundirê hewşê tijî serî ne. (…) Tu dibêjî pîvazên mişarekê ne û te ji erdekî rakirine. (…) Li ber maseya pêşiya wan du kes rûniştine û behsa zatekî dikin.” (rp.45) Hêmaya ku hişê Hesenê Metê jê biriye kakilê wê ji vir şûnde dest pê dike. Heta vir (û ji vir şûndetir jî) bala xwîner bikişînim ser ku tu xema nivîskar ji bo hunerekî wêjeyî yan tiştekî nêzî wê nîn e. Maharet û hunerek heye ku ez ê mebestên xwe yên veşartî çawa bînim ziman, reşkirin û heqareteke giran heye ku li ser hedefên xwe çawa werbikim. Tiştê ku kurteromanê dike zirteroman yek jî ev e. Mebesta wî û armanca tîrên wî bi pirolekirin, piçûkxistinê ji bo reşkirina serokê tevgera şoreşger Ocalan e.
“- ( …) bawer bikin, dema ku cenabê Cîhangîr ji me re got… ji me hemûyan re got: ‘Hûn jî bê şeref in.’ Got, ‘gereg e hûn bêşerefiyê nekin û van gotinên min baş di serê xwe kin!’ ( …) … a wê çaxê ez têgihîştim ku şeref çi ye. (…) Rasterast her gotin û her hevokeke cenabê Cîhangîr ji Lewh-î mehfûz bû.” (rp.48)
Beko heman rêbaza bi devê şoreşger didomîne, “Beriya rêberiya cenabê Cîhangîr em mistek ax, em bêrek çamur bûn. Xwedê em ji axê çêkirin… amentûbîllah. Lê Xwedê em ji axê çêkirin û usa hişt, ji bîr kir ku bi ba û pifa xwe ruh û can bide me. Û ez dixwazim bibêjim ji wê rojê û vir ve em bêyî ruh û bêyî can dijiyan. Lê çox şikir îro û anuha… ev ruh û ev canê ku em anuha pê dijîn kar û kerametê Cîhangîr e ” (rp.49)
Çawa zarok û mirovên lawaz bi yekî nikarin ji dûr ve siqêf û heqaretan dikin, reş dikin ku dil û psîkolojiya xwe rihet bikin tê bîra mirov. Bi van argumanên vî nivîskarî ne roman, ne kurteroman dikare bê nivîsandin. Bi şiltaxiyan ancax şiltax derdikevin û xwe rezil û ruswa dikin. Ku we heta dawiyê novela wî xwend, li ser bifikirin. Gelo mijar çi ye, nivîskar xwest çi bibêje, peyama wî çi bû? Eger bixwaze tola xwe ya siyasî bistîne bila wêjeyê ji xwe re neke mertal, here sî û sê liv tezbihên xwe jî bide kêleka xwe partiyekê yan jî tevgereke siyasî ava bike û şerê îdeoljîk jî, polîtîk jî bike. Na eger hêza wî têra wê nake hingê roman an kurteromaneke wêjeyî ya bi rastî hunerî binivîse bila Cizîra Botan, PKK Û Ocalan jî wî silav bikin û bêjin, ‘li te helal be, te bi kiryarên me yên nerast em mehçûp kirin, divê îro şûnde em baldar bibin.’

Çima ew qas erzanî?
Sofokles xwe amade dike ku Kreonê xwe derxe ser dikê. Kreonê Hesenê Metê Deylan e. Deylanê lawê Bozanê Memborî dibêje, “Zatê ku behs dikirin, Cîhangîr e… wusa dibêjin. Dibêjin xelîfe û ji wê jî wêdetir e…” (rp.54) Hesenê Metê ji Beko re hevalbendek dîtiye û şiltaxiyên wî bi devê Beko nedane bi gotinên Deylan dewam dide.
Deylan qala kuştina malbata xwe dike û dibêje, “Êvarekê… piştî şîvê bû. Em li aliyê malê bûn. Wê çaxê bi dengekî xurt re bavê min ber bi caxên nivînan pêkiya û tev xwînê gêrî erdê bû. (…) diya min xwenga min a piçûk… (…) Hêj jî nizanim bê çima, lê wê çaxê ji mala me ez tenê filîtim.” (rp.57) “… kuştineke ji edet û berbora kurmanciyê dûr bû.(…) jê re gotine me qanûn rast kirine û divê tu jî peran bidî.” (rp.57)
We dît, we tirê behsa mafyaya erazî dike. Pere nedan, teq lê dixin dikujin. Eh Cizîr bûye Teksas, kovboy tên gim gim!.. Deylam kerem dike, “Û ev der Cizîra Botan e, hecî… ehmeqên ku di xewnên şevên nîvê şevan de li pey gamêşan dibezin li ba me, li van derina bi qasî şaîr û pêxemberan mezin dibin. (…) tu ê bêbextiyê bibînî, tu ê buhtanan bibihîsî. (…)Lê wek min got, hecî, îro tu ê bibînî bê çawa derew bûye şûr û mertalê şalûsan, bûye rihetiya canê gelacan û îro bêşerm, bêtirs bi van şûr û mertalan daketina qada Cizîra Botan.” (rp. 59-60) Gelek şiltaxiyan jî tîne ziman lê camêr ev gotin jî negotiye; ‘min dê û xweyên cizîriyan g… !’, em heqê wî nexwin
Cizîr kiriye Cizîreke xopan wiha bi derbên tund lê dixe, “Ew Cizîra ku bi çem û çiyayên bakire, anuha û îro… çawa bibêjim, ez dinihêrim ku Cizîra Botan bû Cizîra Xopan. (…) li wir keç û bûkên Cizîra Botan êdî kincan naşon, ya arif, kesek nizane bê çima lê li wir îro xwîna dirije û ava wê sor diherike.” (rp.64) Belê Hesenê Metê li wê derê amaje dike ku Cizîr bi erdnîgariya xwe, bi avahî û hebûna xwe ser û bin bûye, perişan bûye, her tiştên xwe winda kiriye û bi şerekî bêmesnet çemên wê bi xwîna sor diherikin. Zanyariya wî ya dîrokî jî bûye beriyên Taklamakanê. De ka bêjin ev axa Botan kingê aş bûye, hebûna wê kingê ji ber tîrên nemerdan xilas bûye û kingê çemên wê bi xwîna sor neherikîne? Bedirxan Beg dema xwe sparte kela Erûhê seranser ev erdnîgariya Botanê dîsa ji ber zilma dijmin nenaliya, çemên wê bi xwîna sor neherikîn?

Gelo Delyan û Bekoyê Ewan kî ne?
Li gorî senaryoya ku nivîskar me daye fêmkirin eger Bekoyê Ewan maqûlekî ku wî bike qasidê Ehmedê Xanî, Deylan jî li gorî vê sêwirandinê yan Kamîl Atak e yan jî Hazim Babat, yanî qoricî ye. Nerihetiya nivîskar ji ber vê ye ku çima her kesê Cizîrî şoreşger e. Ev yek bûye sedemê harbûna wî. Qoricî xemilandiye, kinc û pergala kurdî lê kiriye. Qorîciyekî di dilqê Deylan de weke muxalîf afirandiye.
Hesenê Metê Bekoyê Ewan jî ji nû ve vejandiye. Xwezî Ehmedê Xanî vejanda. Lê niyeteke wî ya wisa nîn e. Her tiştê li ser kaxiz, bi qelemşûriya wî hatiye pê. Bekoyê textîmî xwîneran kiriye Bekoyekî nû ye, wî nas kiriye. Em Bekoyê rasteqîn weke gelac, fesad, evinrûx, melanet û xirab nas dikin.
Di pexşana wî de Beko hatiye şûştin, pê re qoricî û gelek xirabî jî. Rol guherîne; şoreşger weke gelac, fesad, şalûs dane nişan, ji nişkê ve Beko weke hezret bi devê sofî Temir hatiye pêşkêşkirin. Afirînerê Bekoyê nû Hesenê Metê ye. Hingê Bekoyê Ewan ew bixwe ye.
Hesenê Metê girêdayî rê û rêbazê wêjenasiyê nemaye, hest û ajoyên xwe dane pêş. Şerm û etibeke civakî jî heye. Her tiştî berdin hûn nikarin bela hest û egoyên xwe şiltaxiyan bavêjin ser rastiyan û bi taybetî rastiyên dîrokî, nikarin tehrîf bikin, biherimînin.
Beşek ji nîvîskarên kurd Hesnê Metê jî tê de weke înat bi herimandina wêjeyê re serê xwe diêşînin. Xwezî qasî herimandina roman û wêjenasiyê ji bo serkeftina karê wêjeyê hewl bidana ku rade û rêjeya kalîteya wêje û romana kurdî dikarin çawa bilind bikin. Mixabin diyar dibe ku hest û ramanên îdeolojîk ên mirî û bêkêr derdikevin pêş û berê xwe didine tolhildana yan ramanî yan jî takekesî; pê re rihetkirina dil û hestên xwe yên egosantrîk.
Bi navê wêjeyê, bi pênûsên ko bes wêjeyê ser jê bikin, bes wêjeyê bi xwîna reş a mêjiyên fehş bilewitînin, biherimînin.