spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bela reş

Seyidxan Anter

Li welatê me, li bajar û bajarokên Kurdistanê, qabadayî hebûn. Li cih û warê ku dewletê valayiyek hukumdariyê li dûv xwe dihişt, qabadayî tevdigeriyan ku vê valayiyê dagirin û desthilatdariya xwe pêk bînin. Her çiqasî dixwestin xwedî salarî jî bûna, neheqî û çavsoriya li hember hejaran nedipejirandin. Xwedî gurerek berz bûn. Bi çavfirehî, merdî û mêraniya xwe deng dabûn.

Serdema salên 1970 bû, çaxa ku laqabên şoreşgeran Pilingo, Keftaro, Guro, Şêro û navên din bûn -û heqê çaya wan di berîkên wan de tunebû. Gelekan ji wan çaya Etamoto (Hatamoto) vexwarine. Di dawiya salên 1960’an de, gava Apê Mûsa (Mûsa Anter) namzetê parlamentoya tirk ê herêma Mêrdînê bû, Etamoto piştgiriya wî kir. Li gor saloxan Etamoto anha li Stanbolê dijî.

Serpêhatiyek min jî bi vî ciwamêrî re heye. Di destpêka payîza 1973’yan li Nisêbînê, dem dema ku şagirt xwe li lîseyê binivîsînin (qeyd bikin). Mudîr ji Dêrîka Çiyayê Mazî bû. Mudîr Bekir Beg fitûk derxistibû ku li Nisêbîne heta wê rojê kesî ne bihîstibû û ne jî bêna bû.

Fermana ku Bekir Beg dabû navê wê KONTENJAN bû, ango ku çi şagirtekî li dibistanê neyê nivîsîn. Kontenjan nema bû û hejmara xwendevanên li dervî kontenjanê jî xilbe bû. Bêderfetî û nerazîbûna li salona dibistanê hîna li ber çavên min in.
Etamoto li xwe qewimand û ket oda Bekir Beg. Qederekî, ji nik Bekir Beg bêkêf û bi qahir derket û bi dengê xwe yê bilind got: “Ez dê nizanim çi bikim ji vî mudîrî. Me bi hev re fermana Bekir Beg têk bir û em bûn berpirsiyarê (velî) gelek şagirtiyan.

Qara Bela, Xirxir Miço û belkî ji hemûyan bêhtir bê naskirin Pişo Miheme, hin jî qabadayên Amedê bûn. Li ser Pişo Mihemed kitêb hatine lêkirin. Hez ji şoreşgeran dikir, dostê hejaran bû.

Serpêhatiyên wî gelek in. Dibêjin rojekê Pişo Mihemed, li Deriyê Çiyê, li hember qahwexana Elo, di bin siya peykerê M.K. Ataturk de bêhna xwe vedide, xwe dirêj dike û di xew re diçe. Gava ji xew radibe û çiqasî li dora xwe meyze dike jî, pêlava xwe ya 8 qul, serîtûj û panî şikestî nabîne. Berê xwe dide peyker û wiha dibêje:

“Tu di muhareban (şer) de bi ser ket. Me bahwerî bi te anî lê te nikarîbû pêlava 8 qul biparêzî. Ji îro û pê ve navê te ma BETON MISTO.”

Kesê ku ketiye zindanê dizane ku li qawîşan hiyerarşî hene. Gelek caran diranên zêr nîşanî yektir dikirin nîşana “nerazîbûnê”. Îca rojekê Pişo Mihemed diçe Deriyê Mêrdîne, li qahwexanê rûdinê û çayê dixwaze. Çaya wî dereng dimîne. Pişo Mihemed bangî xwediyê qahwaxanê dike, diranê xwe yê zêrîn (li rêza paş) nîşanî xwediyê qahwexanê dide û dibêje:

“Ka çayê li ku ma?” Xwediyê qahwexanê wiha bersiva wî dide: “Hîn dema xwe negirtiye! Wê bê!” Û hemû dinanên xwe nîşanî Pişo Mihemed dide. Lewra dinanên wî hemû zêr bûn. Pişo Mihemed bê deng û rûniştî li benda çaya xwe dimîne.

Qabadayên Siwêrekê babetek din in. Rojekê Husênê Qera bi filozofî û zargotina xwe naskirî, çakêtê taximê bi êlek li ser piyê wî û meşek bi giranî ji çarşiyê tê. Çend xatûn li gasînê, li ber derî rûniştine û civata xwe gerandine. Kuçe ji keviran bû. Teqeteqa kundura wî ye. Xatûn lê temaşe dikin. Ciwamêr “mûm” dibe. Qundira Husênê Qere ya serî tûj li kevirek ji yê kuçe dialiqe, dilukume û çakêtê wî dikeve erdê. Jin dikenin. Husênê Qere demança xwe ji ber xwe derdixe, surguyê lê dide û cercûrekî li kevirê lê terpiliye vala dike.

Li nav tirkan jî qabadayî bûne mijara film û hunerê. Lê ne îro. Mafia cihê wan girtine. Mafia bi gelek aliyên xwe cuda ne. Ne tenê waliya ku desthilatdarî li pey xwe dihêle dadigrin, her wiha mîna dewletê jî tevdigerin. Çavsorî, bêbextî û xapandin karê wan in. Danûstandinên wan û meqamên dewletê xweş in.

Îca, rê bidin min ez ji we re çîrokekê lêkim. Ev çîroka li jêr serokê Kurdî-Dera Nisêbînê, Hekîmê Mala Qetfo ji min re kat kir. Serpêhatî wiha ye:

Rojekê kerekî dajon axurek nîvtarî û du quloçan pê vedikin. Mafia xelkê tênin ku têt derbixin ka ev çi core (lawir) heywan e. Kesên ku nerast nav lê bikira dê beş (ceze) bidana wan. Ceza jî 1.000 qayme (TL) bû. Xelk rêz kirin. Dora hat û yek kirin axo ku binere ka heywanê li axo çi ye. Ciwamêr zû derket.Ma te çi dît?

-Ciwamêr ji xwe bahwer bersiv da: Min kerek dît.

Mafia: Te tê dernexist. Ne ker e, kiloçê keran tune ne!
Û 1.000 qaymî cezê didin wî. Yê duyemîn dikeve axo û derdikeve û xwe bi xwe madem ne ker, gerek ga be.

Beriya ku mafia jê bipirse, dibêje:

-Ga bû!

Mafîa: Te tê dernexist, ne ga ye. Ma guhên gê wisa dirêjin?
Û 1.000 TL ceza didin wî jî. Dor tê yekî din. Hejar e. Dixwaze dilê xwe di cih xe ka yên berî wî çi gotine û çi hat serê wan û dikeve hundirê axo û qederekê derdikeve.

Mafîa jê dipirse: Ma te çi li axo dît?

Hejar wiha bersiv dide:

-Ne ker û ne jî ga ye. Hebe tune be, bela reş e!

Vêca haya te ji te hebe haa…