19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Belarusê ji bo revandina rojnamegerekî hate şermezarkirin

Belarusê bi behaneya ku bombe tê de heye, balafira ku ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Minskê daxist û rojnamegerê muxalif  Roman Protasevich xiste bin çavan.  Girtina rojnameger Roman Protasevich bi vî şêweyî ji alî Yekitiya Ewropayê, DYA û NATO’yê hate şermezakirin.

Rayedarên Yekitiya Ewropayê li hêviya Belarusê ne ka dê derbarê vê bûyerê de çi bêje, rayedarekî payebilind ê Yekitiya Ewropayê bûyer wekî ‘revandinê’ binav kir, her wiha Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê jî ev bûyer wekî ‘ çalakiyeke ku mirov behitî dihêle’ bi nav kir.

Balafir ji Atînaya Yewnanistanê diçû Vilinus a paytexta Litvanyayê.  Balafir ya şirketa Ryanairê bû ku roja yekşemê bi zorê li paytexta Belarus Minskê hatibû daxistin. Piştî ku rojnamegerê muxalif Roman Protasevich, binçav kiribûn , balafirê rêya xwe ya berdewam kiribû.

Li gorî parêzvanên mafê mirovan balafir ji bo girtina Protasevich hatiye daxistin lê li gorî medya Belarusê ew balafir ji ber ku agahiya û ixbara ku  ‘bombe tê de heye’ bi zorê hatiye daxistin. Balafir 7 saetan bi derengî giha Vilniusê.