spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Belavkirina demokrasiyê bi rêya bombeyan ehmeqî ye’

Senatora îtalî Loredana De Petris piştî desthilatiya tevgera Talîbanê daxuyaniyek da û bang li welatên Ewropayê kir ku xwedî li gelê Afganistanê derkevin. Seroka koma ‘Îtalya Zindiye’ Loredana De Petris di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got: “Li gorî baweriya min ku mirov demokrasiyê bi riya bombeyan belav bike ew ehmeqiyeke mezin e.”

De Petris anî ziman ku wan di destpêka destwerdana li dijî Talîbanê de jî ev yek aniye ziman û wiha got: “Va ye îro jî em dibînin ku li Afganistanê ev rastî derdikeve pêş.”

Senatora îtalî di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Em bûne şahidê 20 salan ji kuştin û xwînê û bi trilyonan dolaran hatin xerçkirin lê Talîban bihêztir û bi çekên nûjentir vegeriya desthiladariyê û ev yek dê encamên gelekî xirab ji bo gelê afgan û hemû welatên rojavayî bi xwe re bîne.”

De Petris bang li hemû welatên ku tev li şerê li dijî Talîbanê bûne kir û wiha axifî: “Divê beriya her tiştî bi hemû welat bi rengekî exlaqî xwedî li gelê Afganistanê derkevin û wan ji endamên Talîbanê biparêzin. Divê hemû welat bi riyên dîplomasî û diyalogan parastina gelê Afganistanê bikin û bi taybetî jî zarok û jin.”