spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Belgefîlma bêedaletiyê: Mamoste

Fragmana belgefîlma bi navê “Mamoste” yê çîroka sê mamosteyên bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karên xwe hatin avêtin vedibêje, hat belavkirin.

Li Tirkiyeyê 15’ê Tîrmeha 2016’an di nav dewletê de klîkek hewl da darbeyeke leşkerî pêk bîne. Ev hewldan neçû serî û piştî vê di aliyê siyasî, leşkerî û gelek warên din de serdemeke nû dest pê kir. Dewlet û hikûmeta li ser kar, bi hemû hêza xwe bi ser muhalefetê de çûn; bi hezaran kes hatin girtin û bi dehhezaran kes ji karên xwe hatin avêtin.

Belgefîlma sê mamosteyan

Belgefîlma Mamoste ya li Amedê hatiye çêkirin kurtejiyana sê mamosteyan ên piştî hewldana darbeyê ji karên xwe hatine avêtin vedibêje. Ev sê mamosteyên endamê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Senê) ne, piştî ji karên xwe tên derxistin her yek ji wan bi karên cihê hewl dide debara xwe bike. Zor û zehmetiyên mamoste jiyane, mijara belfîlmê yên sereke ne.

Derhêneriya belgefîlmê M.Salih Çelîk û Kemal Hazanay kiriye û çêkerê belgefîlmê jî li ser navê Tor Fîlmê Ferat Kevir e.

Belgekirina serdemekê

Çêkerê belgefîlmê Ferat Kevir diyar dike ku piştî hewldana darbeyê, gelek hevalên wan bi awayekî bêhiqûq ji karên xwe hatin avêtin û sazî û dezgehên wan hatin girtin. Kevir dide zanîn ku belgekirina vê rewşê wek sînemager peyvira wan bûye û armanca çêkirina belgefîlmê ‘Mamoste’ wiha dibêje: “Hikûmetê darbe kir hincet û bi KHK’an gelek xebatkar ji kar avêtin. Armanca me ev bû ku em vê neheqiya li mamosteyên Egîtîm-Senê hatiye kirin vebêjin. Me ji nav wan xebatkaran jiyana sê mamosteyan kir mijar ku piştî ji kar hatine avêtin nesekinîne û jiyana xwe bi berxwedêrî domandine.”

Belgefîlmê 40 dk ye, fragmana wê hat belavkirin. Piştî pêşandana li mihircanan wê pêşî li Amedê were pêşandan.

Fragmana belgefîlmê:

https://www.youtube.com/watch?v=EBefsTfZcuU&feature=youtu.be