24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Belgeyên sîxuriyê û planên hikûmeta Sûriyeyê

Di van demên dawiyê de rejîma Esad dixwaze li herêma Rêveberiya Xweser, tevlihevî û nakiyan di nav kurd û ereban de derbixe. Rejîm dixwaze hin kesên xuyayî yên wekî serokeşîrên ereb bikuje û kurdan bi wan kiryaran tawanbar bike da ku nakokiyê û şerê navxweyî li herêma ku di bin destê Rêveberiya Xweser de ye derbixin.

Saziyên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê bi rêya komên çete yên veşartî û endamên îstixbaratê yên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kirine, hewl dide fitneyê di navbera gel û eşîrên ereb, di navbera gel  û hêzên leşkerî de derbixe û serweriya xwe li herêmê vegerîne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) di 29`ê gulana borî de bi dehan endamên wan komên veşartî girtin. Ji wan komeke veşartî girêdayî şaxa ewlehiya leşkerî ya bajarê Hesekê ye. Yek ji endamên komê yê bi navê Emar Ehmed Elî bi hedefgirtina kesên rûspî û derxistina tevliheviyê hatibû erkdarkirin.

Ji bo aşkerakirina wan aliyan, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi rêzehevpeyvînên bi endamên wan koman re, gihîşt yek ji endamên wê komê da ku aliyên  wan li herêmê bi kar tînin, erkên wan û armancên wan aşkera bikin.

Emar Ehemed Elî ji bajarokê Mergedeyê yê girêdayî kantona Hesekê ye û di sala 1985’an de hatiye dinê. Elî endamekî komeke girêdayî şaxên ewlekariyê yên rejîma Sûriyeyê ye.

Emar Ehmed Elî endamê komeke veşartî ya ku ji 6 kesan pêk tê ye. Ew kom girêdayî şaxa ewlehiya leşkerî ya hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Hesekê ye.

Têkildarî armancên rejîma Sûriyeyê, Emar Ehmed Elî piştrast kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi planên xwe dixwaze li herêmê bûyerên teqîn û hedefgirtinê pêk bîne; dixwaze sivîlan dûrî hêzên leşkerî bike; wan li dijî hêzên li herêmê sor bike û van bûyeran ji bo vegerandina serweriya xwe li herêmê bi kar bîne.

Dixwazin tevlihev bikin

Piştî ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê jiyan asayî bû, HSD’ê dest bi operasyonekê kir. Di encama vê operasyonê de çeteyên girêdayî  aliyên dijber hatin girtin. Ew çete ji bo kuştina şêx û rûspiyan hatibûn erkdarkirin. Gelek aliyên hundirîn û derve hene ku dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê û eşîran de derbixin.

Şêxekî qebîleya Igêdat ê bajarokê Şihêlê Xilêf Şair der barê bûyerên li herêmê û armanca derxistina tevliheviyan de axivî.

Şair di axaftina xwe de wiha dibêje: “Hinek alî naxwazin ewlehiya herêmê çêbibe.  Bûyerên ku di rojên dawîn de li bajarokê Şihêl derketin, bi destê gelek aliyên hundirîn û derve pêk hatin. Armanca wan derxistina tevliheviyê, xirabkirina aramî û ewlehiya herêmê bû.”