20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Belkiyê du pirtûkên nû çap kirin

Du pirtûkên helbestan ên nû li pirtûkxaneya kurdî zede bûn. Weşanxaneya Belkiyê pirtûka Rizoyê Xerzî ya Bêyî Pêjna Te û pirtûka Rênas Jiyan Berfwerîn çap kirin.

Pirtûka helbestan Bêyî Pêjna Te berhema Rizoyê Xerzî ya sêyemîn e. Pirtûk 96 rûpel e û di pirtûkê de derdora heftê helbest hene lê mirov dikare bêje ku helbesteke ji heftê beşan pêk tê, ji ber ku tev bi sernavê Bêyî Te hatine nivîsîn. Şêwekar Luqman Ehmed jî bi xêzên pirtûk xemilandiye.

Pirtûka Xerzî ya ewil bi navê Dema Çavên Te di sala 2001’î de li paytexta Sûriye Şamê derdikeve û berhema wî ya duyemîn jî bi navê Dilê Min Ne Dîn e di sala 2011’an de ji weşanxaneya Aramê ya li Amedê der diçe.

Xerzî dide zanîn ku helbestên wî yên pirtûka Bêyî Pêjna Te li ser ‘jiyana bêazadî’ ne.  Her wiha Xerzî spasiya wan kesan dike ku ji bo pirtûka wî ked dane û wiha dibêje: “Spas ji bo Luqman Ehmed ê wêneyên hundirê pirtûkê xêz kirin, Xefûr Husên ê wêneyê bergê çêkir, Felat Niştiman ê redakîsyona pirtûkê kir, nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan û weşanxaneya Belkiyê yên pirtûk çap kir û her wiha spas ji bo xwendin û nirxandina beriya weşanê ya mamoste Îbrahîm Seydo Aydogan…”

Helbestek ji pirtûka Bêyî Pêjna Te:

‘Bêyî te

Dilê bavekî ji qidûmketî me

Di bin darbesta keça xwe de

Bê per û bask im

Hestê birayekî dilperitî me

Girî di gewriya min de ziwa dibe

Tilîliya dayikeke kezebşewitî me

Di merasîmên cangoriyan de

Qêrîna xwişkê me

Di rûyê zordestan de

Ku guhê esmên diçirîne…’

Berfwerîn

Pirtûka helbestan Berfwerîn jî pirtûka nivîsakar û helbestvan Rênas Jiyan e. Berfwerîn pirtûka Jiyan a helbestan a pêncemîn û ji 8 beş û 20 helbestan pêk tê û 104 rûpel e.

Yek ji helbestên pirtûka Berfwerînê:

‘bi devkî hirç

û bi eşîrtiya dilbipirç

yekîtî ne pêkan e, bavê derewan e

werin em bibin ‘’kurd’’

wê çaxê wê kes nikaribe li ber me bêje “kirt”

di vê seqema bindestiyê de

em pif kefa destê hev bikin,

keldûmana devê xwe tevlihev bikin

werin em bibin behr

wê çaxê wê bixeniqin di nav ava me de

hemû dijmin û ziqûm û jeher…’

Rênas Jiyan tevî pirtûka helbestan Berwerînê 13 pirtûkên din jî li pirtûkxaneya kurdî zede kirine. Heta niha pirtûkên Jiyan nivîsîne ev in: Mexzena Xwînê (helbest), Janya (helbest), Dîn û Şîn (helbest), Diêşiya (helbest), Çirûskîzm (teorî-felsefe), Stranên Sor Niviştên Mor (roman), Spîtama (roman), Bacanên Pelçiqî (roman), Ji Şevê Re (ceribîn), Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê (kurteçîrok), Ponijîn (ceribîn), Di Tuwaletê De (şano), Wêjeya Kurmancî Pênûsên Çardederb (analiz).

Helbesthez û xwînerên kurdî dikarin pirtûkan li pirtûkxaneyên kurdî peyda bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê