spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bendavê destê wê ji gundê wê kir

Li bakurê Kurdistanê, di salên 1990’î de gelek gund hatin şewitandin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Ji ber ku ev ji kurdan re bes nehat dîtin, bi heman armancê bendav jî hatin çêkirin. Yek ji van bendavan jî Bendava Ilisûyê ye. Tevî bertek û nerazîbûnên gelê herêmê û raya giştî ya navneteweyî bendav hat çêkirin û av lê hat girtin. Bi giştî 199 gund û navçeya dîrokî Heskîf a 12 hezar salî di bin avê de dîmînin.  Tê payîn ku dê 100 hezar mirov ji bendavê bi bandor bibin.

Bê gund îdare nake

Zeynep Îder (68) a ji gundê Ewtê yê navçeya Misircê ya Sêrtê, yek ji wan kesan e ku gundên wan di bin avê de mane. Dayika Zeynep, dayika 5 zarokan e. Bi malbata xwe re heta sala 1994’an jî li vî gundî dijî. Piştî ku gundên Şemsê, Çêlika û Muwêlê ên li vê navçeyê, li ber çavên gundiyan tên şewitandin, ew jî bi darê zorê ji gundê xwe derdikevin û tên Êlihê.

Zarokên dayika Zeynep bi zor û zehmetî be jî hînî jiyana bajêr dibin,lê ew bêyî gundê xwe îdare nake. Ji bo vê yekê di sala 2003’yan de dayika Zeynep ku li bajêr tebatî nayê, bi tena serê xwe vedigere gundê xwe yê Ewtê. Bi giştî 60 salên dayika Zeynep li gundê Ewtê derbas bûne.

Lê di 2019’an de dayika Zeynep  neçar dimîne ku gundê Ewtê yê gelek pê şêrîn careke din terk bike. Dayika Zeynep bi van gotinan qala roja xwe ya veqetandina ji gund kir: “Avê heta neda bû bin malê jî, min nedixwest ji gund derkevim. Roja beriya ku gund di bin avê de bimîne, min bîstanê (bostan) xwe av da. Her malbata ku ji gund derdiket mala xwe xera dikir, lê qet destê min neçûyê ku ez mala xwe xera bikim. Ew mala diya min bû. Diya min dihat ber çavê min. Ka ez dikarim van jibîr bikim. Gava em zarok bûn dihat gotin ku ew ê zemanekî were xelk miriyên xwe ji bin erdê derîne. Vêca ew zeman ev zeman e. Ji ber ku miriyên me di bin avê de nemînin, me ew derxistin û birin gundê Ewta Jor.”

Xewn û xeyalên wê yên gund

Dayika Zeynep, diyar ku ji ber salên xwe yên dûr û dirêj ên li gund, qet ji jiyana bajêr hez nake. Dayika Zeynep bandora derketina ji gund a li ser xwe jî wiha anî ziman: “Niha gava ez diçim deverekê û bi tena serê xwe dimînim, kelogirî dibim û bêriya gundê xwe dikim. Piştî ji gund derketim û hatim Êlihê, demekê ji xwarin û vexwarinê bûm.”

Dayika Zeynep herî dawî qala xewnên xwe yên piştî veqetîna ji gundê xwe jî kir û ev tiş gotin: “Hingî ez mitala Ewtê dikim, hema bêje her şev tê xewna min. Beriya du rojan jî di xewna xwe de ez li Ewtê bûm. Di xewna xwe de ez û birayê xwe di nav bîstan de me tiriyê taîfî berhev dikir.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê