19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bendewariyên ji hilbijartinên Lîbyayê

Hilbijartinên Lîbyayê heke di dema xwe de pêk werin dê bibin hilbijartinên pêşî yê piştî 10 salên şer û aloziya li vî welatî, ku raste rast bi tevlibûna gel pêk tê.  Cara pêşî dê gelê Lîbayayê serokê xwe hilbijêrin, deng ji bo destûreke nû û parlamenterên xwe hilbijêrin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdeyî 8 milyon hilbijêr mafê wan ê dengdanê heye û dikarin beşdarî hilbijartinên serokkomariyê yên 24’ê vê mehê bibin.

Heke di dengana pêşî de namzetek bikaribe 50+1 ji dengan bidest bixe dê di tûra yekemîn de hilbijartin bi encam bibin lê heke di tûra yekemîn de tu endamekî/ê ew rêje bidest nexist dê hewcedarî bi tûra duyemîn hebe.

Ji ber ku hejmara namzetan gelekî zêde ye îhtîmaleke mezin heye ku tûra duyemîn jî pêk were. Di tûra duyemîn de dê pêşbazî di navbera herdu namzetên ku herî zêde deng bidest xistine pêk were.

Piştî ku serok û endamên parlamentoyê werin hilbijartin dê referandûma ji bo destûra welat jî pêk were.

Gelek bendewariyên gelê Lîbyayê ji van hilbijartinan hene ku dawî li tevlihevî û şerê li vî welatî bîne lê bi destwerdana hêzên derve û hebûna gelek komên çete lidarxistina hilbijartinan karekî zor û zehmete. Heke hilbijartin di dema xwe de pêk werin jî dê di bin siyasî komên çete, çekan û destwerdanên derve de pêk werin.