spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ber bi zimanê dayikê ve

 Bi sedema desthilatdarîya dijminên kurdan û sepandina zimanên xwe mîna erebî, tirkî û farisî û hewlên bişaftina zimanê kurdî, gelek ji netewê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji zimanê xwe bê par man û nekarîn bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin.  Dibe tenê li malên xwe bi serbestî bi zimanê dayîkê diaxivîn. Êdî ew jî mixabin di nav hin malên kurdî de jî nemaye, ango ji bilî desthilatdarîya nijadperestan û zordaran, xemsarîyek ji alîyê miletê me ve jî heye. Berpirsîyar jî bi taybetî jî malbat û dê û bav in. Ev yek jî sedema serekî ye ku zarok di nava mala xwe de bi zimanê xwe naaxive û bi zimanên bîyanî diaxive. Der barê vê yekê de jî amareke ku li bakurê Kurdistanê hatîye çêkirin li ber destê me ye. Weke tê zanîn hejmara herî bilind ya kurdan li wir e û li gor wê amara sazîya Rawest ya ku navenda wê li Amedê ye, tenê  ji sedî 16 kurdên me yên bakur bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, ji sedî 63 bi kurdî diaxivin lê nanivîsin, ji sedî kurdî fêm dikin 15 lê nikarin bipeyîvin, û  ji sedî 6 jî kurdî qet nizanin. (Rawest, 2019)[1]

Lê bi peydabûna torên medyaya civakî û hebûna gelek kesayetîyên ronakbîr û hezkiriyên zimanê kurdî em dikarin bibêjin êdî şoreşeke biçûk der barê fêrbûna zimanê kurdî de li twitterê çêbûye ku ji bilî bikaranîna netewê Rojhilata Navîn bêhtir ji facebookê re êdî tiwitter jî bûye meydaneke bêsînor ji kurdînivîsên her çar parçeyên Kurdistanê re.

Her çend e ezmûna min li ser tiwîterê tenê 5 sal in jî di heyama demeke kin de û bi awayekî berbiçav hejmara şopînerên kurd bi taybetî jî ji bakurê Kurdistanê ne zêde bûn û di bin navên kurdînivîsan û xwendevanên kurdî de kurd hev dişopînin. Gelek haştag çêbûn û rojane bi postên rengereng ew kurdînivîsên tiwitterê dixemilînin, ku gelek ji wan doza  xwedîlêderketinê li zimanê kurdî dikin û doza alîkarîyê ji bo fêrbûna zimanê kurdî tê kirin.

Hêjayî gotinê ye jî ku astên zimanê gelek kurdînivîs û şopînerên tiwitterê gelek cuda ye, hin bi zîrekî û bi jîrbûn, hin bi sadebûn û li gor zanîna xwe bi zimanê xwe yê kurdî dinivîsin. Lê ya girîng ew e ku hewil û hezeke dîyar ji zimanê dayikê re heye û ji gelek ciwanê kurdan ve handan jî ji bo vê yekê tê kirin. Li gor raporsîneke pir sade ku min bi xwe pêk anî bersiva piranîya şopînerên kurd ew bû ku armanc ji  fêrbûn û bihêzkirina zimanê kurdî ye. Her wiha fêrbûna zaraveyên kurdî û pêkanîna pêwendîyan di navbera şopînerên her çar parçeyên Kurdistanê de.

Ji we re jî bersiva hin kurdînivîsên me yên hêja:

Ezîz ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û dibêje: Armanca min ji Twitterê şopandina nûçeyan bû, lê pişt re armanca min bû fêrbûna zimanê kurdî û  bihêzkirina wê.

Çavkesk ji Kerborana Mêrdînê : Hînbûna zimanê kurdî û naskirina hevalan.

Silhedîn Kevir ji bakurê Kurdistanê : Ez twitterê ji bo hevalên kurdînivîs yên ku bi kurdewarî dijîn nas bikim bi kar tînim.

Herekol ji Wêranşara Rihayê: Da ku ez bêhtir hînî kurdî bibim û rojevê bişopînim.

Zelal: Îro tu sed dibistanî vekî, tu herî zêde dikarî xwe bigihînî kesên diçin wê dibistanê lê bi yek twîtekî tu dikarî xwe bigihînî tevahiya kesên ku te dişopînin û naşopînin. Îro hevalên me yên kurd ji çar alîyên dinyayê hene û em hev nas dikin û sînoran derbas dikin.

Ji piranîya van bersivan tê xuyakirin ku asteke baş, hişmendîyeke berfireh der barê giringîya zimanê dayîkê de çêbûye. Ev yek jî çirûskeke geşbînîyê ye di tarîbûna zordarîya dijminên netewa kurd de. Hêvîyeke rengîn e ji bo nifşên bê re, bi hêvîya ku tevahîya kurdên me xwedî li zimanê xwe derkevin, pê biaxivin û binivîsin. Spasîyeke germ ji bo twîtvanên kurdînivîs digel cudabûna navên wan yên xweş û balkêş.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê