Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Ber dikanê…

Em hemû qîzên xama ne; kelekela me ye, pirtepirta dilê me ye; her yek ji me di dilê wê de şêrek veşartî heye. Îca ne bi xêr, di nav malên me de ne kanî hene, ne jî çemek dikişe. Kanîya herî nêzîk saetek e. Ew jî her carê dema ku em diçin ser kaniyê, em di ber dikanan re derbas dibin.

Wexta ku em di ber wan dikanan re derbas dibin, hemû xortên li wan der û doran derdikevin ber dikanê. Qûna xwe bi vir de û wê de dibin; porê şehkirî, tuncika şil davêjin ser enîya xwe û li me dinêrin. Heta ku em bi gavên bilez di ber wan re derbas dibin, xuhdana reş jî li ser rûyê me morî norî dibe.

Dema em digihîjin ser kaniyê, êdî her yek ji me ji xortek ji wana li ser zimanê xwe digerîne. Qerf û henekan li bejn û bala wan, ew tuncika wan a şehkirî dema ba lê dixe hemû tevlihev dibe, em wana di navbera xwe de dikin nav rêxa çêlekan û derdixin.

Em dizanin ewna jî di navbera xwe de qala me ( rind an jî xirab) dikin lê li ser kaniyê kêfa ku em dikin tu kes nake.

Dîsa rojekê ji wan rojan, germa dawiya havînê ye. Dîsa kirmekirma dilê me ye; dayikên me ji me re dêrên bedew didirûn, em jî kar hebe jî tunebe jî ji xwe re karên bêmane derdixin.

Ew roj dîsa em qîz li hev civiyan û çûne ser kanîyê. Dema em di ber dikanan re derbas bûn qet kesek ji wan derneket derve û bala xwe nedane me. Em jî wisa metelmayî çûn ser kanîyê, me ava xwe tijî kir, em derketin ser rê, (di vê navberê de kanîya avê ji dikana wê de ye û di nav newalekê de ye). Dema em di ber dikanê re derbas bûn, yekî ji nav wan xortan dengê xwe bilind kir û got; keçêêê, tu wê avê ji kê re dibî? Tu ava hemû van kaniyan jî bibî dîsa qirêja li ser pastîya birayê te paqij nabe!!!!

Di pey vê gotinê re te digot qey aveke sar bi ser serê min de rijandin, em hemû jî wisa li cihê xwe matmayî man, gelo ev bêbexta van gotinan ji kê ji me re dibêje? Hema hemû jî bi bira ne. Ez di cihê xwe de sekinîm. Gavên min pêş de naçin, ew min paş de dibin, ber bi dikanê ve dibin. Almastê nedixwest bi kesekî re devejeniyê bike. Wê got, neçe hemû kes wê bi çavekî nebaş li me binêrin. Ez qet guh nadim gotinên Almasta bêdeng. Di bin wê tava ku me diqijirîne de wek pamedorên nava bostanan soro moro bûme. Ez ê çawa van gotinan daqurtînim û careke din jî qet nikarim di ber wan dikanan re derbas bibim.

Hema min qeyntera li ser milê xwe li wan vêderokên tijî av azad kir, da destê xwe û berê xwe da dikanê. Dema min xwe gihand ber dikanê, hemû jî revîyan ketin hundirê dikanê. Her yekî xwe avête ber taldekî eşyayê nav dikanê.  Min got, ew kîjan kurê kerê me yê gewr bû wisa destê xwe li sînga xwe xist û peyv gotin? Bû kirmehirma wan, naaa, me tiştek negot, gedek li vê derê bû wî yê dev rêx wisa gotinên xerab ji we re gotin. Agir bi serê min ketiye, min qeyntera destê xwe bilind kir û di nav pencera dikanê de danî. Yek ji qulika xwe derket di serê wî de jî yek danî, yê din, yê din, hemû jî di nav toz û dûmanê de man. Min got, careke din, dema yek di van deran re derbas bû weke merivan di cihê xwe de bisekinin. Gotin, me rêxeke mezin xwar, hûn xwişkê me ne, filan û bêvan. Min got, em ne xwişkên we ne, em cînarê we ne gayê nav golikan… Wexta ku em vegeriyan malê, me ji tirsana qet li dû xwe nenihêrt û bi lez çûn malên xwe. Niha jî dema em di ber dikanê re derbas dibin ew xortana direvin dikevine dikanê, çi kêfa min tê, min dilê xwe rehet kir.