spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdevkê Fraksiyona YNK’ê bersiv da waliyê Dihokê

Waliyê Dihokê Elî Teter ku girêdayî PDK’ê ye têkildarî birîna daran ên li herêmên başûrê Kurdistanê ku dewleta Tirkiyeyê mehekî zêdetire operasyon daye destpêkirin axivî.  Teter diyar kir ku agahiya wan jê heye, hinek eşîrên kurd ên li bakur darên Behdînanê birîne û tu têkiliya wê bi Tirkiyeyê re nîne.

Berdevkê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê ya li Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şaweys, balkişand ser daxuyaniya waliyê Dihokê ya li ser birandina  daran. Bextiyar Şaweys li ser malpera xwe ya Facebookê derbarê mijarê de nivîsek belavkir.

‘We kurdan kir diz Tirkiyeyê jî paqij derxist’

Di nivîsa Şaweys Bextiyar de ev tişt hatin gotin: “Waliyê Dihokê dibêje, agahiya wan heye ku hinek eşîrên kurd ên li bakur darên Behdînanê birîne û agahiya Tirkiyeyê ji vê yekê nîne. Ya baş ew bû ku walî van axaftinan nekiribûya. Ji ber ku eger eşîrek were û darên daristanê bibe û jîngeha Kurdistanê xira bike, divê saziyên hikûmetê karê wan çi be? We kurdan kir diz, Tirkiyeyê jî paqij derxist.

Gelo ew hemû asayîş, polîs, gumirk, parêzvanên sînor û yên din hemû li ku derê bûn? Ger ev axaftin rast bin, wê demê hikûmet bi roj nivîstiye û tu kes di mala xwe de bi selamet nîne

Ger ev axaftin ne rast bin, dixwazin sucên Tirkiyeyê veşêrin. Tirkiyeyê hemû tişt bi dar û ber ve birine, tenê hewa maye. Xweziya bi qasî ku hûn ji bo girtina rojnamegeran zîrekin, ewqasî hûn ji bo dagirker, darbir û talankarên Kurdistanê wêrek bûna.”