Saturday, Mijdar 27, 2021

Berê bi tonan îro bi heban têne firotin

Medya Bal

Dema Amed tê gotin Sûrên Amedê û Zebeşên Amedê tên bîra mirov. Yek ji sembolên Amedê jî zebeşên Amedê ne. Di aliyê çandiniyê de Amed bi zebeşên xwe navê xwe li cîhanê belav kiriye. Lê îro dema em dinêrin, zebeşên ku berê bi sedan tonan dihatin firotin, îro bi heban têne firotin.

Bi taybetî li Kurdistanê, ji ber ku şîrketên sermayedaran bi destûra dewletê mudaxeleyê xwezayê dikin êdî gel nikare ji xêr û bera xaka Kurdistanê sûd werbigire. Ji ber kanên madenê û bendavên têne avakirin, axa bibereket tev wêran dibe. Ji ber vê yekê jî şertên çandiniyê namînin. Li Amedê jî ji ber bendavan êdî cotkar û rênçberên berê zebeşên Amedê diçandin wekî berê nikarin biçînin.

48 sal in zebeşan difiroşe

Kal û pîrên me dema qala berê dikin, dibêjin berê tiştên ku li vê axê çêdibûn, li tu deverê tune bûn. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li dijî cotkar û rênçberan êdî wekî berê zebeşên Amedê nemane. Ji ber zebeşê Amedê êdî li ser dezgehan tune, dema mirov zebeşên Amedê dibîne, ev zebeşên mezin û belek balê dikişînin ser xwe. Îsal em tenê li cem zebeşfiroşê ku li ser Rêya Rihayê holika xwe daniye û zebeşan difiroşe rastî zebeşên Amedê hatin. Têkildarî mijarê em bi zebeşfiroş Şêxmûs Malkoç re axivîn.

‘Keda me di bin avê de dihêlin’

Şêxmûs Malkoç diyar kir ku 60 salî ye û ji 12 saliya xwe heya niha karê çandiniya zebeş û petêxan dike. Malkoç, ji gundê Simaqî yê girêdayê navenda Amedê ye û li gundê Simaqê bostanên zebaşan datîne. Malkoç, li ser rewşa zebeşan axivî û wiha got: “Berê çem hebû. Me kortik dikolan û çandiniya zebeşan dikir. Lê piştî avakirina bendavê êdî tu sûda axê nema. Erdên me di binê bendavê de man, ji ber vê em nikarin li vir çandiniya bostan bikin.”
Malkoç bal kişand ser xeteriyên li dijî çandiniyê û wiha axivî: “Niha avê di heman astê de bernadin. Heke av di heman astê de bihata berdan, me dê niha jî karibûna çandiniyê bikira. Lê rayedarên bendavê avê di careke de berdidin. Ji ber vê yekê bostanên me di bin avê de dimînin. Hemû keda me di bin avê de dihêlin.”

‘Ew tehma berê nemaye’

Şêxmûs Malkoç da zanîn ku heya bendav tunebûn hemû gundiyên Simaqiyê bi çandiniya bostanan eleqedar dibûn û wiha berdewam kir: “Me hemûyan debara xwe bi vî karê dikir. Lê niha kesên ku nikarin vî karê bikin çûn metropolan bi cih bûn. Berê dema me çandiniya petêxan dikir petêxên me ji hingiv şêrîntir bûn. Dema me dixwar pêçiyên me bi hev ve diman. Ji ber tehma zebeş û petêxan navê Simaqiyê li her derê belav bûbû. Lê niha em mecbûr dimînin ku gubreyê bidin, ji ber wê ew tehma berê nemaye. Wan bi bendava sineatê me herimandin.”

Heb bi heb tên dîtin

Malkoç zebeş û petêxê cuda yê li ser dezgeya xwe nîşan dide û wiha pê de çû: “Ev zebeşê ku rengî wî ji yê din cudatir ‘zebeşê surme’ ye. Ji ber ku qalikê wî qalindtir e û zû xira nabe, buhatir e. Em wî bi kîloyan nadin bi heban difiroşin. Heba wî li gor mezinbûna wî diçe heya 500 lîreyî jî. Ên ku bixwazin elbet dikarin toximê wan bibin deynin. Lê di esasê xwe de ew zebeşê Simaqiyê ye. Petêxên zer ji wan re ‘petêxên zerik’ tên gotin. Berê li cihê bilind dadileqandin û zivistanê dixwarin.”

Zebeşfiroş Şêxmûs Malkoç bal kişand ser bandora bendavên ku hatine çêkirin û wiha bi dawî kir: “Berê her du aliyên çem jî hemû zebeş û petêx bûn. Ji Binê Qeya bigire heya Çiyayê Spî Simaqiyan bostan diçandin. Me toximê çend petêxên xwe jî winda kir. Yek ji wan jî petêxê berîkê bûn. Biçûk bûn. Tehma wan û tu petêxî ne yek bûn. Lê ji ber ku êdî kes wek berê vî karê nake ew toxim jî neman.”