20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhem Salih dîsa namzetê serokkomariyê ye

Li Iraqê piştî ku serokê parlamentoyê û herdu cîgirên wî hatin destnîşankirin, pêşî li ber serîlêdana namzetiya serokkomariyê jî hate vekirin. Di encama lihevkirinên di nava aliyên kurd de jî dîsa Berhem Salih wekî namzet hate destnîşankirin.

Wekî tê zanîn li Iraqê belavkirina peywirên siyasî li ser bingeha lihevkirina siyasî pêk tê. Li gorî wê yekê wekî mînak posta serokkomariyê para kurda ye. Posta serokwezîr ji para Şîiyane û hwd.

Wekî tê zanîn lihevkirinek li ser avakirina hikûmeteke piralî di nava şepêla EL Sedir, Kurd (PDK û YNK) Û aliyekî suniyan de çêbû. Piştî vê lihevkirinê serok û cîgirên parlamentoyê hatin hilbijartin, derî li ber namzetiya serokkomariyê jî hate vekirin û gava yekemîn ji bo avakirina hikûmetekê hate avêtin.