19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhem Salih li dijî êrîşan derket

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li Qesra Bexdayê ya li paytext Bexdayê bi sefîrên welatên ereb re hat cem hev. Di civînê de tevî xurtkirina têkiliyên bi welatên ereb re, ji bo di gelek qadan de hevkariyeke baş çêbibe rê û rêbaz girtine dest.

Serokkomar Berhem Salih di civînê de diyar kir ku pêwîst e rêveberiya Enqereyê êrîşên xwe yên li hemberî xaka Iraqê tavilê rawestîne û wiha axivî: “Divê binpêkirinên leşkerên tirk bi dawî bibe. Operasyon hem binpêkirina serweriya Iraqê hem jî binpêkirina ewlehiya herêmê ye. Welatiyên bira û komkara erebî divê li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Iraqê didomin helwest bigirin.”

Ligel vê nûnerên welatên ereb jî bal kişand ku piştgiriyê didin hewldanên Iraqê yên têkildarî parastina serwerî û xaka xwe ya li hemberî mudaxeleyên derve. BEXDA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê