24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhemên jinan li ser dîwaran

Gundekî eşîrî li Hindistanê heye bi navê Hezarîbax. Li Hezarîbaxê rêûresmeke pîroz a jinan heye, belkî jî ji bo Hezarîbaxê bikin hezar û yek bax.

Ew dîwarên malan ne tenê direngînin, ew li ser wan wêneyan xêz dikin ku teknîka wan jî ji rêûresmê ye.Jinên ciwan ji jinên bi tecrûbe fêrî vî hunerî dibin. Ev jinên bi tecrûbe jî yan dayik yan jî xaltîkên wan in. Hunermendên jin bi awayekî sîtîlîstîk heywanan, xasma teyr û tilûran xêz dikin, giya û daran û jiyana çêm û avê xêz dikin. Ji van wêneyan û vê şêwekariyê re tê gotin resmên rîtuelan ên Xovar. Xovar jî bi zimanê wê deverê ji bo binavkirina şikeft û zivingan tê bikaranîn.