Rojnameya Heftane

Berhemên ruhê xwebûnê-4: Şêx Ubeydullahê Nehrî

Di tebaxa 1880’yî de serhildan dest pê dike. Bi fermandariya kurên Şêx Ubeydullah, di demeke kurt de bi hêsanî Ûrmiye, Sebleh û Mahabad tên rizgarkirin

Abdurrahman Sever

Xwêdan dilop bi dilop ji laşê Şêx diçû. Bi awayekî ji qesrê reviyabû û divê xwe bi lez û bez biavita keştiya fransiziyan a diçû Gurcistanê. Leşkerên Osmaniyan jî li her derê Stenbolê li pey Şêx bûn. Şêx bi dilq û bergên bazirganan û bi gavên mezin ve ber bi strîngehê ve diçû, carna jî baz dida. Li gor temenê xwe yê pencî salî meşeke ne xirab bû. Xwe biavita keştiyekê wê rehet bûbûna. Şêx ji gelek kolan û sûkan derbas bû û di dawiyê de xwe avêt strîngehê û wekî sekna bazirganên mezin li keştiya şîrketa fransiziyan a bi navê Pakê siwar bû. Xwêdana xwe paqij kir û cara dawiyê li Stenbolê mêze kir. Dixwest pir tiştan bibêje lê ne cihê wê bû. Dema keştî hêdî hêdî bi rê ket, Şêx berê xwe da Stenbolê û soza azadiya welatê xwe dubare kir. Piştre, li cihê xwe rûnişt, çavên xwe girtin û ket xewa şîrîn.

Di xewê de, pêvajoya serhildana wî wek filma sînemayê yek bi yek di ber çavên wî re derbas dibû. Zaroktiya wî, ciwantiya wî, şervantiya wî, fermandariya wî; ax, av û hewaya welatê wî yek bi yek dihatin ber çavên wî. Şêx Ubeydullah, berpirsiyariya dîrokê dabû ser milê xwe. Divê tevgera azadiya gel û welatê xwe ya dabû destpêkirin û nîvco mabû, bibira serî. Ne wisa bûna wê çawa xwe layiqê gel, welat û jiyana xwe ya giranbuha bidîta. Erê, rêya welêt dûr bû lê jiyan û bîraninên Şêx jî gelek dûr û kûr bûn.

Şêx Ubeydullahê Nehrî, di sala 1826’an de li Şemzînanê tê dinê. Ji terîqeta neqşebendî û kurê Seyid Tahayê Colemêrgî ye. Di serdemeke gelek zor û zehmet de tê dinê; li her derê cîhanê şer, talan, xizanî, girîn, koçberî heye. Gelê herêmê pirî caran ji ber êrîşên osmanî û îraniyan hildikişin û xwe dispêrin çiyayan. Xwe kom dikin û li dijî êrîşan şer dikin lê ji bo jiyaneke aram û azad ev têr nake. Serhildanên mezin jî çêdibin lê hema hema dawiya wan wekî hev, têkçûn e. Gelê kurd pirî caran bi hêza xwe sekneke mezin nîşan daye û rêveberiyeke xweser ava kiriye lê hikûmeta Osmaniyan çiqas paşve here û erdên xwe yên rojavayê welatê xwe ji dest bidin, ewqas bi ser kurdan û welatê wan de tên. Ew jî ne bes e, li aliyên din jî dewleta Îranê zext û zorê li kurdan dike. Her wiha zaroktî û ciwantiya Şêx tim û tim di nav gengeşî û aloziyan de derbas dibe.

Pêvajoya herba 93’yan (1877-1878) ji bo hilweşandina dewleta Osmaniyan dibe mîladek. Aboriya wan têk diçe lê hêza wan a lêşkerî hê jî heye. Piştî herba 93’yan di jiyana kurdan de jî parçebûn û xizanî derdikeve asteke bilind. Ji her alî ve di bin dagirkerî û zor û zehmetiyan de ne. Ji ber vê pêngaveke nû hewce ye. Ev pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Dîrok li benda pêşengê xwe ye.

Şêx Ubeydullah rojeke ji rojên zor û zehmet, li civateke mezin wiha dibêje: “Bêhêvî nebin, xwe bernedin, hevdu bigirin. Ji bîr nekin ku wexta reştariya şevê bêhnek beriya berbangê ye.” Bi vê gotina xwe rol û rista xwe ya dîrokî ya pêşengiyê diyar dike û dest bi amedekariyê dike.

Şêx Ubeydullahê Nehrî, bi aqil, wêrekî û rêzdariya xwe hem di nav kurdan de him jî di nav welatên osmanî û îraniyan de xwedî rûmet û hezkirineke zêde ye. Ji aliyê zanista ol û siyasetê ve pêşketî û pêşengekî navdar e. Ji her deverên welêt, ji bo çareserkirina pirsgirêkan navnîşana gel e. Li gor nivîsa nivîskar Celîlê Celîl, ermenekî yê bi Şêx re hevaltî kiriye, ji bo Şêx wiha dibêje: “Şêx Ubeydullahê Nehrî, bi şiklê xwe yê fizîkî gelek bi heybet û di jiyan û kesayeta xwe de jî gelek dilnizm bû. Di her xalê de hêza çareseriyê bû. Ew nebûna pêşengê terîqetê jî ew rêberê gel ê xwezayî bû.”

Erê, Şêx Ubeydullah, piştî têkçûna serhildanên kurên Mîr Bedirxanê Osman û Hisên, nêzî salekê tevahiya welêt û der û doran digere û bi taybetî jî hem bi serokên kurdên Îranê re hem jî mezinên kurdên rojava re tifaqên mezin dike. Bi pêşeng û rêberên ermen û suryanan re têkiliyên xwe xurt dike. Di sala 1880’yî de komcivîneke mezin li dar dixe. Em dikarin bibêjin ku di dîroka kurdistanê de komcivîna yekitiya giştî û hevgirtinê cara yekemîn li Şemzînanê û bi serokatiya Şêx Ubeydullahê Nehrî pêk tê. Di vê komcivînê de armanc û gelek biryar tê diyarkirin. Dê gav bi gav kiryarên nû dest pê bikin. Armanca Şêx a destpêkê bidestxistina bajarên kurd ên li Îranê ye. Ji bo vê jî bajarên Mahabad û Ûrmiyeyê wek wargeh hildibijêre. Piştî rizgarkirina van bajaran dê serhildan berfireh bibe.

Di tebaxa 1880’yî de serhildan dest pê dike. Bi fermandariya kurên Şêx Ubeydullah ( Sadik û Seîd Evdilqadir) di demeke kurt de bi hêsanî Ûrmiye, Sebleh û Mahabad tên rizgarkirin. Jixwe gelên van bajaran ji Şêx pir hez dikin û dikarin ji bo wî her tiştên xwe feda bikin. Bi tevlêbûna gel gund û navçeyên der dorê jî ji hêzên îranî tên rizgarkirin. Heta metirsiya Şêx li ser bajarê Tebrîzê jî çêdibe.

Îngilîz ji pêşveçûna kurdan aciz dibin û alîkariyê didin osmanî û îraniyan. Hikûmeta rûsan jî ji bo piştgiriya Îranê leşker dişîne ser hêzên kurdan. Di heman demê de osmanî û îranî jî hevkariyê dikin û hikûmeta osmanî leşker dişîne sînoran û sînoran digire. Hinek serokên eşîrên kurd jî li ser evqas geşedanan ditirsin û paşve gav diavêjin. Êdî Şêx û hêzên wî di heman demê de li hemberî sê dewletan şer dikin. Hem li ser sînoran hem jî di nav bajaran de şerên pir mezin diqewimîn. Şêx neçar dimîne û xwe bi awayekî zor diavêje çiyayên Şemzînanê lê hêzên osmanî wî bernadin û desteser dikin û bi lez û bez dibin Stenbolê. Dema Şêx tînin Stenbolê bi hezaran hezkiriyên Şêx, li pêşiya qesra paşeyê Osmaniyan kom dibin û hezkirina xwe ya ji bo Şêx Ubeydullah tînin zimên. Paşa, bandora Şêx careke din dibîne û wî tîne qesra xwe dike mêvan û dixwaze Şêx pê re hevkariyê bike. Armanc û xeyala Şêx Ubeydullahê Nehrî zelal e; serxwebûna gelê kurd…

Nêzî salekê, jiyana şêx li vir derbas dibe. Sala 1882’ yan di meha tîrmehê û cejna meha remezanê de, Şêx plana xwe ya salekê çêdike û ji qesrê direve. Xwe bi awayekî zehmet diavêje keştiyeke fransziyan û derbasî Potiya bajarê Gurcistanê dibe û ji vir jî derbasî Colemêrg û Şemzînanê dibe. Hê jî tîna germehiya serhildanê heye. Şêx, germegerm di demeke kurt de hêzeke mezin saz dike û serhildana nîvcomayî didomîne lê agahiya Osmaniyan ji her tiştî heye û plansaziyên xwe jî çêkirine û hêzên xwe li her derê bi cih kirine. Hê derneketiye rê, dikeve nav kemîna bêbextan û ji çar aliyan ve tê dorpêçkirin.

“Şeveke bixencer bû.

Celad li benda qurbanên xwe bûn.

Û haya qurbanan nebû, ji hilma mirinê.

Ya staaaar ya star! “

Ev ristên nivîskar Hemîd Dilbihar qey ji bo vê rojê hatibûn nivîsandin. Bêhna mirinê ketibû reştariya şevê. Vê rojê şerek pir mezin diqewime û Şêx Ubeydullahê Nehrî dîl dikeve. Demildest bi malbata xwe ve mişextê Hîcazê ji wir jî Mekeyê dibe. Di ser mişextiyê re hê zêde dem derbas nebûye, Şêx Ubeydullah bi êş, elem û jana azadiya welatê xwe nexweş dikeve û diçe ber dilovaniya xwe.

Şêx Ubeydullahê Nehrî, li pey xwe mîrateya berxwedêrî û têkoşînê dihêle. Kurê wî Sadiq di şerekî de bi giranî birîndar dibe û jiyana xwe ji dest dide. Dîsa kurê wî Seîd Evdilqadir Nehrî jî piştî salên dirêj tev li serhildana Şêx Seîd dibe û li pey Şêx Seîd tê îdamkirin. Di dawiya serhildanan de koça dawiyê hebe jî dîsa mirin nikare berxwedêriya kurdan biqedîne.