spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrîvan Xalid: Em bi fermî hatin Fransayê

Bêrîvan Xalid diyar kir ku şandeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser li gorî daxwaznameyeke fermî ji aliyê serokatiya Franasyê ve berê xwe dane Parîsê û got: “Serokê Fransayê piştrast kir ku ew piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser.”

Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi serokatiya Seroka Meclisa Rêveber Îlham Ehmed,  Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan Yusif, bi daxwaznameyeke fermî ya ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû şandin, çûn Fransayê. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Xalid, diyar kir ku serokatiya Fransayê bi awayekî fermî daxwaznameyeke serdanê ji bo Rêveberiya Xweser şandiye û wiha got: “Beriya demekê ev daxwazname ji me re hat rêkirin. Li ser wî bingehî  em çûne Fransayê. Serokê Fransayê, şêwirmendên serokatiya Fransayê û rayedarên payebilind ên hikumeta Fransayê tev li hevdîtinê bûn. Serokê Fransayê piştrast kir ku heta ewlehî û istîqrar li Sûriyê û tevahî herêmê pêk tê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.”

Fransa dê piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser

Bêrîvan Xalid eşkere kir ku serokatiya Fransayê piştrat kir ku ew ê destekadayîna leşkerî û aborî ya ji bo herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bikin. Şandeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 19`ê Tîrmehê de bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiyabûn.