spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya 180 salî jî îngilîzan xwe ji Kabulê vekişandibû

Beriya 180 salî dema ku leşkerên Îngilîstanê xwe ji Kabulê ber bi Îslamabadê de vekişandin, di vekişînê de bi hezaran leşkerên îngilîz hatin kuştin. Hêza Îngilîstanê ya bi serokatiya general William Elphinstone xwe ji Kabulê ber bi Îslamabadê de vekişandibû li gorî çavkaniyên wê demê tenê leşkerekî îngilîz sax gihabû Îslamabadê yên din tev an hatibûn kuştin an jî dîl hatibûn girtin.

Destwerdana Îngilîstanê ya Afganistanê vedigere sedsala 19’an ku di wê demê de Îngilîstanê dixwest mêtingeriyên xwe yên wekî Hindistanê li hember Rûsyayê biparêze û nehêle Rûsya li wir bi cih bibe.
Bêyî ku berxwedaneke mezin li dijî wan hebe bi salan Îngilîstanê leşkerên xwe li Kabulê hiştin, piraniya hêzên xwe vekişandin Hindistanê û tenê 4 hezar 500 leşker li Kabulê hiştibûn.
Paşê bi serkêşiya Mihemed Ekber Xan (kurê mîrê afganî, Dost Mihemed Xan tevgereke berxwedanê hatibû avakirin û bi rêbazên şerê bi komên biçûk gelek leşkerên Îngilîstanê kuştibûn.

Bi destpêka şoreşa mezin li dijî leşkerên Îngilîstanê general William Elphinstone ku serkêşiya artêşê dikir biryar dabû ku 4 hezar û 500 leşkerên xwe yên li Kabûl û 12 hezar leşkerên alîgirên wan ên afgan û hindî vekişîne Islam Abadê.
Tevî ku Mihemed Ekber Xan soz dabû îngilîzan ku riya vekişîna leşkerên wan veke û di rê de xwarin û vexwarina wan jî peyda bike lê di dema vekişînê de û bi taybetî di çiyayên asê ên Hindokoş çekdarên bi serkêşiya Mihemed Xan êrîşî leşkerên îngilîz kirin û hema bibêje hemû leşkerên ku xwe vekişandin an kuştin an jî dîl girtin.

Di roja 9’ê sibata 1842’an de di 3 rojên pêşî ên xwevekişandinê de zêdeyî 3 hezar leşkerên îngilîz hatin kuştin û di 11 sibatê de general Elphinstone xwe radestî Mihemed Xan kir. 200 leşkerên îngilîz û 2 hezar 500 alîgirên wan şerê xwe yê dawî kiribûn û di roja 13’yê sibatê de leşkerê ku bi tenê xwe gihandibû Îslamabadê William Brydon bû.
Di sala 1879’an de şêwekara îngilîz Elizabeth Thompson ev wêneyê leşkerê ku bi tenê sax mabû xêz kiriye.