24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya birîndaran derman bikin îfadeyên wan girtin

Karkerên kurd ên li Afyonê karên demsalî dikin, duh li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê bi êrîşa nijadperestan re rû bi rû mabûn. Di êrîşê de 7 karkerên kurd birîndar bûbûn. Ji 7 karkerên birîndar 5 karker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sultandagi. Karker Îsmaîl (18) û Îremnûr (17) û pismamê wan Alî Tan ku birîndar bûbûn ji ber zêde verşiyan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê.

Piştî muayineyê derket holê ku ji ber lêdanê Îsmaîl û Alî Tan birîndar bûne û masûr û gurçikên wan zêde zerar dîtine. Birîndaran diyar kirin ku beyî bên dermankirin ew birine midûriyeta polîsan û îfadeyên wan girtine.

Dayika Îsmaîl Tan ê di êrîşê de birîndar bû Azîze Tan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşanî êrîşkaran da. Azîze Tan wiha got: “Kurê min birin daristanê û gotin ‘Em te bikujin. Ben bînin em wî darve bikin’ û gefa kuştinê lê xwarin. Xwestin kurê min bikujin.”

Azîze Tan, anî ziman ku piştî zarokên wan ji nexweşxaneyê derkevin dê vegerin Amedê.