18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya serdana Pervîn Buldan polîsan Emîne Şenyaşar dîsa binçav kir

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro ji bo beşdarî hin çalakiyan bibe dê serdana Rihayê bike. Beriya Pervîn Buldan serdana Rihayê bike, Malbata Şenyaşar a ku li pêşberî Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixist, cardin hat binçavkirin.

Di dema hilbijartinên 2018’an de parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi parêzvan û xizmên xwe ve, di 14’ê hezîrana 2018’an de êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn û di encama vê êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û her du lawên wê Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ev 128 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirin. Îro, malbat di têketina bajêr de hat rawestandin û bi hinceta ‘heqaret li memûrê dewletê kiriye’ hat binçavkirin û polîsan malbat bir Navenda Emniyeta Bajêr a Rihayê.

Ji ber ku îro Perwîn Buldan dê serdana Rihayê bikira rayedarên dewletê demildest rê li ber malbatê girt da ku hevdîtinek di navbera Perwîn Buldan û Malbata Şenyaşar de çênebe. Bi heman awayî, di serdana Buldan a di 20’ê meha gulanê de jî Malbata Şenyaşar bi heman hinceta ‘heqaret li memûrê dewletê kirine’ hatibû binçavkirin. Ev bû cara duyem ku rayedarên dewletê bi heman nêzikatiyê dixwazin dengê malbatê tepeser bikin.