25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya xwepêşandanan daxwazên wan hatin pejirandin

Li başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêka elektirîk û xizmetguzariyê îsal gelekî zêdetir bûye û ev jî dibe sedema nerazîbûna gel. Li herêmên Xaneqîn, Germiyan, Dukan û Duhokê welatiyan çalakî li dar xistin û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Welatiyên bajaroka Seyidsadiq a Parêzgeha Silêmaniyê jî, duh diyar kirin ku ew ê xwepêşandanan li dar bixin. Çalakî wê li ser rêya deriyê sînor ê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bihata lidarxistin û rê li çûn û hatinê hatiba girtin. Beriya ku xwepêşandan bê lidarxistin daxwaza xelkê Seyîdsadiqê hate qebûl kirin, ji ber vê amadekarên xwepêşandanê diyar kirin ku ew xwepêşandan li dar naxin.

Aliyên peywendîdar daxwazên xelkê Seyîdsadiqê pejirandin, amadekarên xwepêşandanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku aliyên peywendîdar sozên dane wan, bicih anîne. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Duh bi şev saet 20’an de ceyran hat dayîn, ji ber ku daxwazên me hatin pejirandin, em xwepêşandanê li dar naxin.”