23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bermahiyên şer 192 sivîl kuştin

Li gelek bajar û gundên Sûriyeyê bermahiyên şer ên wekî bombeyên ku nehatine teqandin û madeyên din ên teqînê, bi mirovan de diteqin û dibin sedema kuştina mirovan.

Li gorî raporeke saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka sala 2021’ê heta niha zêdeyî 192 welatiyan ji ber van bermayên şer mirine. Di nava kesên mirine 21 jin û 86 zarok hene. Di demên cuda de 95 welatî bi heman şêweyî mirin.

Bûyera herî mezin di van mirinên ji ber bermayên şer komkujiya li Hemayê bû, li newala Izêb a gundewarên Hemayê di encama teqîna 2 mayinan de 18 kes miribûn. Di nava wana de 10 jin hebûn.