20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameyên Komeleya Wêjekarên Kurd wê îro dest pêbikin

Komeleya Wêjekarên Kurd wê di meha hezîranê de li ser mijarên ‘Nirxandina Kovara Depderê, Helbest û Civak, Jin û Ziman’ a bi rêya onlineyê bernameyan pêk bîne. Bernameya yekemîn li ser naverok û nirxandina Kovara Depderê ye. Dê bername îro saet di 21.00’an de bi moderatortiya helbestvan Nûrcan Delîl li ser MYD TV’ya Facebookê bê lidarxistin. Mêvanên bernameyê nivîskar Mewlûd Aykoç û Eyup Guven nin.

Bernameya duyemîn dê di 18’ê hezîranê de li ser MYD TV’yê saet di 21.00’an de bi moderatortiya nivîskar û rojnameger Roza Metîna bê lidarxistin. Nivîskar û helbestvan Kamran Simo Hedilî mêvanê bernameyê bibe. Mijara vê bernameyê Helbest û Civak e.

Dê mijara Jin û Ziman bê axaftin

Bernameya sêyemîn jî wê di 24’ê Hezîranê de bê kirin. Moderatortiya vê bernameyê helbestvan Zozan Gulan e. Bi heman awayê wê bername li ser MYD TV’yê seat di 21:00’an de bê lidarxistin. Helbestvan Gulîstan Kanîreş wê beşdarê bernameyê bibe û li ser mijara Jin û Ziman biaxive.

Her wiha Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstutiya Kurdî ya Stockholmê, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê wê li ser tora civakî bi rêya zoomê Komxebata Stûnên Helbesta Kurdî li dar bixin.  Komxebat wê di beşa yekemîn de li ser jiyan û berhemên Baba Tahîrê Hemedanî bisekine. Bername wê di 17’ê hezîranê seat di 21.00’an de bi moderatoriya nivîskar Meral Şîmşek û Azad Zal dest pê bike.