19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bersiva wezîr ispat kir ku kurdî qedexe ye

Li Tirkiyeyê bi awayekî fîîlî zimanê kurdî qedexe ye û her roj mînakên vê derdikevin holê. Qeyûmên ku hatin ser şaredariyan xebatên ziman rawestandin, tabelayên bi kurdî guhertin û ev tenê çend mînak in. Heta hikûmeta AKP’ê li Japonyayê jî mudaxaleyî perwerdehiya kurdî kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş ji bo wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk bibersivîne pirsname amade kiribû. Taş bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî bi bîrxistibû û gotibû dikare li gel tirkî bi zimanê kurdî jî perwerdeyî were dayîn.

Her wiha Taş ev pirs jî kiribûn: “Ji bo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di bin banê wezareta we de kîjan xebatên tên kirin? Wê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn?”

Wezîr Ziya Selçûk wiha bersiv da pirsan: “Li saziyên perwerde û hînkirinê ji bo welatiyên tirk ji bilî tirkî tu ziman nikare weke zimanê wan ê zikmakî bê xwendin û hînkirin.”Di berdewamê de jî Selçûk gotiye ku di mijara perwerdeya zikmakî tu xebat jî nikare bê kirin.

ENQERE