Rojnameya Heftane

Bersiveke pêwîst

Vê hefteyê ez dixwazim bersiva hinek nirxandinên Îbrahîm Seydo Aydoganî der barê rêzimanê da bidim.  Ew demek e, Îbrahîm Seydo Aydogan jî wekî gelek kesan der barê  Rêbera Rastnivîsînê da bîr û boçûnên xwe bi zimanekî nîvhenekî dinivîse. Di nivîseke xwe da Aydoganî bi van gotinan qala min kiriye:  “Babet ne sîstema deman e, lê Samî Tan behsa « dema bê ya nêzîk » kiribû ku ji Rêzimana Joyce Blau girtibû. Joyce Blau û Veysî Barak bi hev re ew rêziman bi fransî nivîsîne. Ya ecêb ew e ku Samî Tan bi fransî nizane û Joyce Blau jî bi kurdî nizane. De were û parçeyan ji canê xwe neke! « Dema bê ya nêzîk » demeke sîstema fransî ye ku canikê xwastiye weke pîne bîne kurmanciyê. Samî Tan mînaka « Ez dikim bikevim » dide, digel ku di vê hevokê de amadekariya dema bê nîne û ne weke « Ez ê bixwim » e. Bi fransî dema bê ya nêzîk, demeke serbixwe ye û di şûna dema bê bi xwe de tê bikaranîn ku êdî nêzîk û dûr tê de nemaye.”

Tiştê balkêştir ev e ku kekê Îbrahîm li bal xwe fantazîyek çêkiriye û li ser wê rexneya xwe ava kiriye. Min ne ew pirtûka Joyce Blau û Veysî Barak dîtîye, ne haya min jê heye. Her wekî ew dibêje, ez bi fransî nizanim, lê belê heke kekê Îbrahîm destûrê bide, ez bi îngilîzî dizanim, di îngilîzî da jî demeke nêzî vê demê heye ku jê re “Near Future Tense” tê gotin ku wergera wê jî dema bê ya nêzîk e.

Mînak:

This weekend I am going to shopping with my friends (Dawîya vê hefteyê ez dikim tevî hevalên xwe kiryarîyê bikim.)

Kekê Îbrahîm, heke cenabê te destûrê bide, ez bi farisî jî dizanim, di farisî da jî demeke nêzî vê dema kurmancî heye. Ew jî vê demê bi alîkarîya lêkera “daşten” bi dest dixin, ji vê demê ra jî dibêjin, ‘حال استمراری (halê istimrarî) yanî dema niha ya domdar.

Mînak:

(darem mirevem) دارم میروم

Ew jî ji alîyê wateyê ve gelekî nêzî forma “ez dikim biçim” e.  Her wiha di zimanê farisî da dema bê jî bi lêkera alîkar “xasten” tê bidestxistin.

Mînak:

دوستم را خاهم دید (dûstem ra xahem dîd)

Îcar em werin ser mijara têkilîya xuyang (aspect) û demê.  Di demê da cihê bûyerê li ser hêla demî li gorî cihê ku bêjer dipeyive tê destnîşankirin. Bo nimûne, di dema niha da bûyer di dema axaftina bêjer da, di dema borî da bûyer berî axaftina bêjer û di dema bê da bûyer piştî axaftina bêjer pêk tê. Heçî xuyang e, ew der barê bastûra demî ya bûyer û rewşê da, pê ra jî der barê awayê pêkhatina wê ya di demê da agahîyan dide.

Xuyang di lêkeran de qala nîşaneyên lêkerî dike, ew yên ku mawe û domdarîya rûdan û qewimînê nîşan didin. Di xuyangê da mirov bala xwe dide alîyên mîna ka kar qedîyaye yan jî neqedîyaye; didome yan jî dubare dibe û hwd.  Li gorî vê pênasekirinê mirov dikare hemû demên ji bilî her sê demên sereke yên ku li ser hêla demê tên nîşandan, wekî xuyang bi nav bike. Her wiha wekî dem binavkirina van forman jî ne li dijî pîvanên zimannasîyê ye. Her wiha di gelek zimanan da dem û xuyang li gel hev hatine pênasekirin, sînorên her dukan wisa bi zelalî nehatine destnîşankirin.