spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertekên li dijî vekişandina Peymana Stenbolê didomin

Tirkiyeyê bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya navmalbatî ya Konseya Ewropayê di 2011’an de tev li peymana bûbû û di 12’ê adara 2012’an de jî îmze kiribû. Bi vî awayî Tirkiye bûbû dewleta yekem a ku peyman îmze kirî.

Li gel Tirkiyeyê ev peyman îmze kiribû jî her roj jin ji aliyên mêran ve rastî tacîz, tecawuz û kuştinê dihatin. Her carî jî kujer dihatin parastin û tundiya li hemberî jinan zêdetir dibû. Di 20’ê adarê de dewleta tirk xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê gelek sazî û dezgeh,  partî, komele û bi dehan saziyên jinan, hunermend û rêxistinê navnetewî bertek li hember vekişandinê nîşan dan û van derdoran diyar kir ku ‘ji îro pêştir her kujerê jinekî hikûmet bi xwe ye’.

Gavavêtineke bi paş ve ye

Herî dawiyê Komisertiya Bilind a Mafê Mirovan Michelle Bachelet têkildarî vekişandina peymanê daxuyaniyek parve kir  û diyar kir ku vekişîn ‘gavavêtineke Tirkiyeyê bi paş ve’ bibe.

Michelle Bachelet di daxuyaniyê de da zanîn ku bi taybetî tundiya zayendî ya li ser jinan di nav civaka tirk de jixwe di asteke ku mirov têxe nav fikaran de ye û wiha got: “Li hember Biryara vekişandina Tirkiyeyê ez matmayî mam ji ber ku ev biryar ji bo daxwaza pêşxistina mafên jinan a li Tirkiyeyê  gaveke ku wê paş ve bibe.”

Bêyî biryara parlamentoyê ye

Bachelet diyar kir ku Peymana Stenbolê di berxwedana li hember tundiyê de peymaneke girîng a ji bo parastina herêmî ya mafê jina ye. Bachelet der barê vekişandinê ji peymanê de ev tişt got: “Ev biryar bi ti awayî li Parlamentoyê nehat nîqaşkirin û bi tu awayî rêxistinên mafên jinan diparêzin re hevdîtin nehatine çêkirin.Tirkiyeyê di pêvajoya muzakereyên peymanê de bi roleke çalak tev li bû û adara 2012’an de jî wek dewleta yekemîn peyman Îmze kir û pêşengtî ji parlamentoyê kiribû. Lê gelo Îro çima gav bi paş ve avêt? Ez bi vê yekê ecêpmayî mam.”

‘Peyameke bi xetere belav dike’

Raportora Taybet a Li Ser Tundiya Jinan a Netewên Yekbûyî Dubravka Sîmonovîç der barê vekişandina Tirkiyeyê de bertek nîşan da û vekişandin wek ‘gaveke paş ve avêtinê’ pênase kir û wiha got: “Tirkiyeyê bi vekişandinê xwest ku peyameke bi xetere belav bike.”

Dubravka Sîmonovîç berdewama axaftina xwe de wiha got: “ev biryar di demeke ku her diçe tundiya li ser jinan zêdetir dibê de hat dayîn û dê ewlehiya jinan li Tirkiyeyê tune be. Jin êdî bi awayekî eşkere di bin xetereyekî de ne.”

Peyama Yuksekdag

Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag têkildarî vekişandina Peymana  Stenbolê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyamek şand û wiha got: “Me çawa ku Peymana Stenbolê bi tekoşînê qezenç kir, em ê li her deverê bi berxwedanê vê peymanê biparêzin jî.  Ji bo destûr ji êrîşên desthilata ku kujer û tecawizkaran diparêze re neyê dayîn hewce ye piştevaniyê bidin hev û rêya berxwedanê firehtir bikin.”

Piştî vekişandinê zêdetirî10 jin hatin kuştin

Hewceyî gotinê ye ku ji roja vekişandina peymanê ve li Tirkiyeyê ji 10 jinan zêdetir ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.