25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan mezin dibe: Malbat 8 roj in Nobeda Edaletê digirin

Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye serbest bêneberdan 8 roj in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin. Îro jî nûnerên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê û nivîskar Hemîd Dilbahar serdana malbatan kirin.

Di serdanê de destpêkê Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û diyar kir ku ew weke sazî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê li vir in û got: “Daxwazên malbatan însanî û wijdanî ne. Li welêt ji 10 salan zêdetir e girtî di girtîgehan de bi pêkanînên dij mirovî rûbirû ne. Îro 355 girtîgeh hene û hejmara girtiyan digihêje 300 hezarî. Ji van hezar û 604 girtiyên nexweş in û 605 jî ji van nexweşên giran in. Divê ev girtiyên nexweş di girtîgehê de nemînin. Em weke komele dibêjin daxwazên malbat û girtiyan daxwazên me ne.

Nivîskar Hemîd Dilbahar jî diyar kir ku nobedê bandor li ser piraniya civakê kiriye û got: “Daxwazên bingehîn ên girtiyan Kurdistanek azad û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê em bang li nivîskar, wêjekar û her kesê ku dilê xwe daye têkoşîna kurdan dikin ku piştgiriyê bidin. Pêwîste hemû sazî dengê xwe bidin vê berxwedanê. Berxwedana we berxwedana me ye. Ev berxwedan wê mezin bibe û li her derê belav bibe.”

Nûnerê TÎHV’ê Mûrat Aba jî got ji bo daxwazên malbatan û girtî werin berdan çi ji destê wan were dê bikin.

Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D girtî ye Încî Guler jî wiha got: “Em ê wek hevjîn, dayik û xwişk û birayên girtiyan diçin serdana girtiyan. Lê di dema serdanê de destûr nayê dayîn ku em bi girtiyên din re jî biaxivin. Ev zilm e. Pandemiyê wekî hincet li hember me bikar tînin. Em bi şevê nikarin rakevin. Serdanên we nîşanî me dide ku em ne bi tenê ne. Lê gelek malbatên girtî hene, em gazî wan dikin ku ew jî werin beşdarî me bibin.”