25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Kobanê berxwedaneke cîhanî bû

Piştî Kobanê li gel kantonên Cizîr û Efrînê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, Tirkiye û dewletên herêmê hêrs bûn. Bi destên hêzên navdewletî DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kir. DAIŞ`ê di 15`ê îlona 2014`an a ji 3 aliyan ve êrîşî Kobanê kir. Bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdarî şerê li dijî Kobanê bûn. Lê kurd û dostên kurdan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Kurdan li vir şerekî dirokî nîşan da. Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re bû serkeftina dîrokî. DAIŞ a bûbû belaya serê gelên cîhanê li vir têk çû. Şervanên kurdan li vir 136 rojan berxwedanek bêhempa û dîrokî nîşan dan. Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê û Roja 1`ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ragihand.

Ew berxwedaneke cîhanî bû. Hemû mirovahî beşdarî parastina nirxê mirovahiyê bûn. Lewma 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Ji bo famkirina girîngiya vê rojê, nirxandinên dîrokî, bîrdozî û civak Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zinarîn Qamişlo pirsên rojnamegera Rojnameya Welat Nêrgiz Ismayîl bersivandin.

*Sedema herî sereke ku DAIŞ’ê Kobanê kir hedefa xwe çi ye?

Fermandar Zinarîn Qamişlo: Di serî de em hemû şehîdên şoreşa rizgarkirina Kurdistanê silav dikin, bi taybetî cangoriyê berxwedana Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelek spas ji keda xebatkarên Rojnameya Welat re ku heta niha ew jî li ber xwe didin.

Ev rastî heye ku hema ji ber xwe ve 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê nehate îlankirin. Bi kedên mezin û berxwedaniyên dîrok ev roj hat îlankirin. Gelek sedemên ku Kobanê kirin armanc hene. Yek ji wan planên DAIŞ’ê bû ku sînorên dewleta xwe berfireh bikin. Armanc bi navê Dewleta Islamî ya Iraq û Şam avakirina dewletê bû. Kobanê jî diket nav vê neqşeya wan. Xwestin weke sînorekî bi navê îslama radîkal ji xwe re çêkin. Gelek herêmên din jî di bin navê ku ew jî yên me ne de êrîşa xwe rewa kirin.

Jixwe em ji bîr nekin ku ev herêm jî yên kurdewariyê ne. Em baş dizanin herêma ku bû çavkaniya mirovahiyê û dayika şaristaniyê silsila çiyayên Zagros û Torosan e. Em jê re dibêjin Dergûşa Şaristaniyê ye. Li vê derê însaniyetiyê pêş ket.Li vê derê civakbûna mirovahiyê li pêş ket. Li ser van axan pergalal jiyanê ya komkirî hatiye avakirin. A ku tê zanîn sîstema xwe ya perwerdê heye, ya jiyaneke hevbeş heye. Gelek amûrên ku di nava civaka xwezayî de têne peydakirin îro em di nava civaka kurd de dibînin. Gelek bawerî, şêwazên jiyanê dema ku mirov lêkolîn dike gelek jê dişibin ên civaka kurdan. Ji bo vê mirov dikare bibêje ku (jixwe hîn lêkolîn li ser têne kirin) weke danûstendina di nava civaka kurd de tê jiyîn. Ha li vê derê pirsek cidî rû dide: “Gelo civaka neolotik civake kurd e?.” Hîn tê xwestin ev yek bê lêkolînkirin. Eger civaka kurd civaka neolîtîk be! Civaka ya bi sîstem, zana, civakî, naxwe ev êrîşa DAIŞ’ê ne ji xwe re ye. Mirov dikare bibêje ku ev êrîş çawa rahîbên sûmeran ji bo xwedawendan plan çêkirin li hevdu rûniştin wekî desthilardar û keda wê desteserkirin, berhemên wê yên jiyanê ji xwe re girtin, çawa rûniştin û zirav-zirav pêk anîn, îro DAIŞ jî temsîliyeta aqilê Sûmeran dike.

Xwestin di şexsê kurdan de bingeha insaniyetiyê ku bi ked, zanebûn, hişyar û zanîna çima dijîn tune bikin. Sedema êrîşa li dijî kurdan û Kobanê  gotina “Dema ez dîroka kurdan tune bikim, ez ê dîroka gelek miletan jî tune bikim” bû.

*Herêma Kobanê çawa tê naskirin?

Fermandar Zinarîn Qamişlo: Herêma Kobanê bi taybetî bi aliyên xwe yên dîrokî tê naskirin. Dewrûberên wê, netewên din jî tê de dijîn wekî gelê me yên ereb. Ji aliyê din ve ger tu xwe bigihînî Minbicê beşekî tirkmen hene, şîşan hene, xiristiyan hene, heta gundên ku wekî mozaîk in, cîranên Kobanê ne. Li vir em dikarin vê pirsê bikin ‘gelo DAIŞ xwest vê mozaîka gelan ji holê rake? Pir netewan tune bike? Li ber çavan e jî çawa çand netew di nav hev de dijîn û bêyî ku pirsgirêk derkeve, gelo xwest vê kurahiya civakî tune bike?’ Ev kiryaran jî di bin navê îslama radîkal, îslama şoven, îslama li gor li ser qetilkirina jinan, derxistina zilam a pêş û di nav de jî qetilkirina jin çêbibe. Ji bo vê di şexsê Kobanê de mozaîka gelan tunekirin e. Belkî wekî herêm herêmeke gelekî biçûk e lê belê bi çanda xwe gelekî dewlemend e. Bi cil û bergê xwe gelekî dewlemend e. Bi zaravayên xwe yên herêmkî gelek dewlemend e. Bi cîranên derdora xwe gelek dewlemend e. Ji bo wê yek DAIŞ’ê xwest wê dewlemendbûna mirovbûnê ji holê rake, dewlemediya çandê ji holê rake, dewlemendiya koka gelan ji holê rake. Di şexsê Kobanê û êrîşa ser de mirov dikare bi awayekî aşkera bibîne, ji ber ku îro Kobanê be sibe cîrana wê Minbic e, dusibe cîrana wê Eyn Îsa ye. Heta Eyn Îsa navçeyeke me ya herî biçûk e lê belê bi çanda xwe ya erebbûnê ya herî kevnar a ku çanda xwe dispêre şivantiyê, hîn zêdetir rejîma Sûriyeyê, pergala dewletê qebûl nake, îsyana xwe heye, hîn xwediyê çanda xwe ya Koçberî-bedewiyê ye. Loma bi van êrîşan xwestin hemûyan desteser bikin. Ji bo wê êrîşa li ser Kobanê ne mijareke herêmî ye.

*Wiha xuya dike ku mijar ne erdnîgarî ye?

Fermandar Zinarîn Qamişlo: Belê, belê bêguman dixwazim bigihêjim vê rastiyê ku bi rastî ne mijareke erdnîgariyê ye. Êrîşeke li çanda gelan e, li hizira civakbûyîna mirovan e. Heta wekî nimûne digotin, kesayetên xwe yên herî pispor derbasî vî şerî kirin, çima ji ber ku bi plan hatin. Şerekî ku di cîhanê de nehatiye kirin ew dan meşandin.

*Gelo li hemberî van êrîşên hovane amadekarî û berxwedaniyek çawa hat meşandin?

Fermandar Zinarîn Qamişlo: Em dikarin vê yekê bibêjin ku ne tenê berxwedanî û şer bi çekê hat kirin, di wê berxwedaniyê de çand li ber xwe da, çanda gelan dagirkerî qebûl nekir, desthilatdarî qebûl nekir, însanbûyîn li ku derê be serkeftin li wê derê ye. Herî dawiyê jî şerê Kobanê bi serkeftinê bi encam bû.

Di wî şerî de şerê li ser heqiyê hebû û şerê li ser neheqiyê. Ger êrîşê DAIŞ’ê li ser Rojhilata Navîn li ser heqiyê ba bêguman dê cîhan tevahî destek bidayê, heta hat pênaskirin ku şerekî dijberî mirovahiyê ye. Kî diketin berde bi navê ku ne îslama radîkal e qetil dikir û digot ‘ez kesek ji xwe zêdetir qebûl nakim, divê her kes bişibe min’. Nêzîkatiyeke DAIŞ’ê bi vî rengî hebû. Yanî civata mirovahiyê divabe yek ziman be, yekreng be, yekbawerî be, yekkevneşop be, lê em dizanin civaka însaniyetiyê cur be cur rengê xwe hene, baweriya xwe heye, zimanê xwe heye, şêwazê jiyana xwe heye, kevneşopiya xwe heye, her gelek bi wî awayî mezin bûye, lewma her kesî ferq kir şerê ku DAIŞ’ê kir şerê neheqiyê ye. Ji ber wê bertekên xwe li hemberî vê neheqiyê êdî aşkera kirin.

*Wê demê ji her helan ve tevlibûn ji vê berxwedaniyê re çêbûn?

Fermandar Zinarîn Qamişlo: Belê ji her deverên Kurdistanê tevlibûn ji vê berxwedanê re çêbû. Heta xwîna hevalên me yên enternasyonal jî tev li xwîna azadiyê bû. Xwîna pêşmergeyan jî tev li berxwedaniyê bûn. Kurd bi awayekî girseyî xwedî li vê berxwdanê derketin. Heta bi hemû mezheban, çi sunî, şî, xiristiyanî heta rêhevalên me yên êzidî jî tev li bû. Hevalên tirkmen, ereb û heta gerîlayan jî beşdarbûn. Li vir divê em zanibin ku tevlibûn ji wê hêza parastinê ya ku çanda mirovahiyê diparêze, bûn. Heta gerîlayên Kurdistanê ji çiyayên azad daketin û beşdarî vê berxwedanê bûn, çi gerîlayên jin ên YJA Starê, li vir jî çi YPJ û her wiha. Jinên şervan pêl bi pêl ji her deverê şer kirin. Her wiha gelek însanên ku ev neheqî qebûl nekirin ji xwe kirin bingeh. Heta komên ciwanan ji Ewropa û başûrê Kurdistanê tev li berxwedanê bûn.

Li ser vê bingehê ev berxwedan bi ser ket, hema ne ji xwe ve. Eger em behsa vê berxwedaniyê bikin û behsa piştgiriya gelê Rihayê nekin dê kêmaniyeke gelekî mezin be. Gelê me yên Pirsûsê rastî jî li bangawaziya Rêber Apo xwedî derketin. Çi alîkarî hat xwestin peşkeş kirin. Bila em ji bîr nekin ku aqilê Erdogan û aqilê DAIŞ’ê yek bûn. Yê ku ew DAIŞ bi rêve dibir ew bû, yê ku sînorên xwe ji wan re vedikir ew bû, yê ku birîndarên DAIŞ’ê derman dikirin ew bû. Loma ji bo moralê bide DAIŞ’ê aşkera derdiket li ser ragihandinê digot ku ‘ha Kobanê bikeve ha Kobanê bikeve’. Rêbertî çi bangawazî ji bo cîhanê kir, got ‘gerek Kobanê nekeve’ û rastî jî gelê me yê bakurê Kurdistan ên ku li ser sînor, wan zincîra însaniyetiyê çêkirin. Sînor cara yekem ji hêla miletê me yê bakur-rojavayê Kurdistanê ve tê şikandin. Ew qasî berxwedaniyek muazem û di bin şert û mercên herî zehmet de tehemukirin. Heta roja dawî ew gel dev jê zincîra mirovahiyê berneda.

Ji ber wê yekê berxweda Kobanê berxweda giştî bû. Hem gel xwedî li xwe derket hem jî civakên ji derve xwedî li civaka Kurdistanê derketin. Lewma 1’ê Mijdarê ji ber xwe ve nehat. Dema em dibêjin 1’ê Mijdarê ev yek tê wateya xwedîderketina li çanda mirovahiyê. Hemû însaniyetî dizanîbû ku ger DAIŞ li Kobanê bi ser biketana dê berê xwe dabûya gelek cihên din jî.  Nimûne li ber çavên me ne; dema DAIŞ derbasî Tedmurê Palmêra bû destpêkê çûn milê peykeran û nivîsên li dîwaran xera kirin. Yanî dema tu êrîşî nirxên dîrokî yên miletan dikî wê demê tu dîroka wî miletî tune dikî. Dema bi balyozan li tiştên kevnar ên dîrokî dixistin wisa bi kîn, bi nefret, ew qase bi ruhê tunekirinê êrîş dikirin. Di dîrokê de ev hest tu caran nebûne hestên mirovan.

Em niha dikarin bibêjin ku li Serêkaniyê tu tiştên şopên dîrokî nehiştin, li Girê Spî nehiştin, li Efrînê heta bi dar ji kokê rakirin û ji xwe re birin. Tu cihên dîrokî nehiştin, dev ji mîrasên dîrokî berde tu darên zeytûnan nehiştin. Ev gelekî girîng e ku em xweş binirxînin û lêkolîn bikin. Dibe ku nav bêne guhertin lê hişmendî ew hişmendî ye. Ji bo vê yekê 1’ê Mijdarê bû rojeke sembol ji bo berxwedana Kobanê lê belê hîn aqilê DAIŞ’ê ji holê ranebûye, mejiyê dagirkeriyê ji holê ranebûye. Loma pêwîst e tevahiya cîhanê li hemberî vê hişmediya serdest bisekine û nehêle êrîşên ser nirxên mirovahiyê bi ser bikeve.

Çavkanî: Rojnameya Welat 