Monday, September 27, 2021

Berxwedana kurdan rê li ber tunebûnê girt

Zeynel Bulut

Rojnameger Zekî Erdem şerê topyekûn ê 24’ê Tîrmeha 2015’an ku Tirkiyeyê li dijî kurdan dabû destpêkirin nirxand û got ku berxwedana kurdan rê li ber tunebûnê girt.

Di navbera salên 2012 û 2015’an de dewleta tirk bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoyeke diyalogê ya çareseriyê meşand. Ev pêvajo heta nîsana 2015’an berdewam kir. Di 7’ê Hezîranê de jî hilbijartineke giştî pêk hat. Di vê hilbijartinê de desthilatiya AKP’ê winda kir û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeyeke ji sedî 13,5 deng bi dest xist. Desthilatiya ku hilbijartin winda kir êdî tehamula wî ji kurdan re nema. Piştî hilbijartinê bi 3 rojan Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan derket pêşberî kamerayan û got ku wan pêvajoya çareseriyê cemidandine, Mutabakata Dolmabahçeyê nas nakin û pirsgirêka kurd jî tune ye. Piştî van gotinan di 24’ê Tîrmehê de li dijî kurdan dest bi şerekî topyekûn kir. Rojnameger Zekî Erdem ji bernameya Podcasta Xwebûnê re şerê topyekûn ê 24’ê Tîrmeha 2015’an ku dewleta tirk li dijî kudan dabû destpêkirin nirxand û got ku berxwedana kurdan rê li ber tunebûnê girt.

*Di 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP’ê desthilatiya xwe winda kir û carek din bi tenê hikûmet neda avakirin. Piştî vê pêvajoyek dest pê kir, tu vê çawa şîrove dike?

Pêvajoyeke beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê hebû tê bîra me, li gelek deveran provokasyon kirin, li avahiyên HDP’ê teqîn pêk anîn û herî dawî di 5’ê Hezîranê de, li Amedê di mitînga HDP’ê de teqînek pêk anîn. Di vê teqînê de gelek kes birîndar bûn û 5 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan.  Bi van yekan dixwestin bi HDP’ê paş de gav bidin avêtin. Ne dixwestin HDP têkeve hilbijartinan û dixwest xwe li ser desthilatiyê bihêle. Lê HDP bi israr kete hilbijartinê û ji sedî zêdetirî 13’an deng girt. Bêguman Tirkiyeyê û desthilatî ne li benda vê encamê bû. Êdî çi bû? Ev encam ji xwe re kirin hincetek û li rêya şerekî geriyan.

*Piştî hilbijartinê bi 3 rojan Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan derket pêşberî kamerayan û got ku wan pêvajoya çareseriyê cemidandine, Mutabakata Dolmabahçeyê nas nakin û pirsgirêka kurd jî tune ye. Piştî van gotinan di 24’ê Tîrmehê de li dijî kurdan dest bi şerekî topyekûn kir. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?

Piştî 7’ê Hezîranê ji xwe tabloyek derket holê. Di rastiyê de serkeftina HDP’ê qebûl nekirin, ev encam nas nekirin û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi fîloyek firokeyan, balafirên şer êrişî Qendîl û herêmên din kirin. Ji bo ku van êrişan rewa nîşan bidin digotin: “Em li dijî DAIŞ’ê van êrîşan dikin.” Êrişeke giştîbû li dijî her çar parçeyên Kurdistanê û starta wê ji wir dan destpêkirin. Êdî ew pêvajo serobino bû û derbasî pêvajoyeke tund û xwedî xeyalên cuda bû. Ev xwe dispêre çi, dizanî? 24’ê Tîrmeha 2015’an xwe dispêre meseleya Lozanê. Lewre di heman dîrokê de salvegera Lozanê ya 1923’yan bû. Naveroka wê ji xwe hûn dizanin. Beriya Lozanê Qesra Şîrîn bû û di 1923’yan de bi Lozanê jî Kurdistan kirin çar parçeyan. Îngilîzan Rojavayê Kurdistanê ji Fransayê re dihêlin û li ser esasê Mûsûl û Kerkûkê jî ew peyman tê çêkirin û beşek jî ji Iraqa îro re dimîne. Mirov armanca vî şerî dikare wiha şîrove bike. Piştî vî şerî heke berxwedana gelê kurd nebûya dibe ku me îro nikaribûya vê sohbetê jî bikin. Îro jî ev berxwedan heye, li hemû qadan û girtîgehan jî heye.

*Ev şer bi gelê kurd û tirk çi da windakirin?

Mirov dikare bibêje gelek tişt bi Tirkiyeyê da windakirin. Bi kurdan jî daye winda kirin. Dibe ku kurd ne dewlet bin, destkeftiyên wan ên pir mezin tune bin lê di warê madî û manewî de bi kurdan jî da windakirin. Lê ji ber ku berxwedan heye gelê kurd serbilind e. Gelê kurd bi berxwedanê hatiye van salan û destkeftiyên heyî jî bi saya berxwedanê ye. Heke ev xeta şer nehatana hilbijartin, bi rê û rêbazên dîtir heke dewlet nêzîk bibûya û kurd jî ji vê re amade bûn dê kurd û tirkan qezenc bikira. Bêguman wekî Tirkiyeyê tenê em nikarin binirxînin, gelek hêzên hegemonîk ên navneteweyî jî di nav vî şerî de hebûn. Ev konsepta şer bi hev re saz dikirin. Ji ber ku Şoreşa Kurdistanê herî kêm dê bi qasî Şoreşa Sovyetan, Fransayê dê bi bandor bûya û îro em bondora wê jî li tevahiya cîhanê dibînin. Bandora Şoreşa Rojava mînaka vê ye. Dê ev bandoreke pir mezin him li Rojhilata Navîn him jî li cîhanê bikira.

*Mirov dikare bibêje serokomar û desthilatiya AKP’ê azadî û aramiya civakê kirin qurbana berjewendiyên xwe?

Erê mirov dikare bi rihetî bibêje. Ji ber ku desthilatî di bingeha xwe de berjewendîperest e. Niha baweriya we heye ku AKP û MHP an jî Erdogan û Bahçelî ji vê pêvajoyê bi sax û selametî derbikeve? Min qet ne bawer e û dê dernekeve jî. Ji ber ku ev rêbazên ku li ser civakan bi kar tînin di dîrokê de hemû têk çûne û rewşên wan yên trajîk derketine holê. Mînak Hîtler, Mussolonî, Franco, Sadam û hwd. heye. Dîrok bi van mînakan tijî ye. Ji ber vê yekê xirabî kirin, dê bedelê vê xirabiyê jî bidin û dîrok dê vê bi wan bide kirin.

*Civaka ku ji ber van polîtîkayên wan ewqasî êş kişandiye çima bêdeng e?

Çerxek a îşkencê avakirin, hêzên paramilîter avakirin, îşkencexane avakirin, çerxa tirsê dan avakirin. Bi awayekî fikrî, zihnî  û îdeolojîk têk çûne, êdî nikarin civakê qanih bikin. Tenê di destên wan de tiştek maye ew jî darê zorê ye. Ew darê zorê jî hêza zilût a leşkerî ye. Vê ya jî heta tu bibêje li ser serê civakê bi kar tînin û bi vî awayî dixwazin xwe li ser piyan bihêlin. Bêdengî jî bi awayekî objektîf van kiryarên wan rewa dike. Bêguman divê ev bêdengî bi dawî bibe.

*Yekane rêya rizgariya ji van êş û azarên ku bi civakê didin kişandin çi ye?

Yê ku civakê ji vê êş û azarê rizgar bike civak bi xwe ye. Civak divê êdî vê bêdengiyê li hêlekê bihêle û bi her şêwe, rê û rêbazî vê tarîtiyê biqelêşe. Bêguman rê û rêbazên vê hene. Ezmûn û tecrubeyên rizgariya ji faşîzmê hem di dîroka me de heye û hem jî di dîrokên welatên din de jî mînakên wê gelek in. Ji ber vê yekê divê gel bi xwe pêşengiyê bike. Wekî din çareyek tune ye.

*Muxalefet ji vê rêveçûnê aciz e û hilbijartineke pêşwext dixwaze. Lê desthilatî vê yekê qebûl nake. Sedem çi ye?

Desthilatdarî bi rastî jî ji desthilatdariyê ketiye. Êdî nikare bi rê ve bibe. Ev rastiyek e. Lê belê ev desthilatdarî her ku diçe dixwaze cihê xwe şûna xwe qewîn bike. Ji bo vê yekê jî çi pêwîst be dike. Çi bi darê zorê û çi jî bi qanûnan dike. Qanûn û zagonan tev li gorî xwe saz dike. Ev desthilatdarî naxwaze bi hilbijartinê biçe. Heke biçe hilbijartinê ji xwe dê winda bike. Heke winda bike jî dibe ku tevliheviyekê derbixe. Divê muxalefet ji vê yekê re amade be.

*Ew îhtimala ku tevliheviyê derbixe, heye?

Belê ew îhtîmal ku tevliheviyê derxe heye. Ji ber ku  hemû dîktator û faşîstan wisa kirine. Naxwazin biçin û ji bo ku neçin jî hêzên xwe yên paramilîter dixin dewrê. Ji ber vê amadakariyên muxalefetê yên bi vî rengî jî hebin û ji vê ya zêdetir jî divê pergaleke muxalefetê ya alternatîf hebe. Lewre ev welat têk çûye, bi hemû awayê xwe hilweşiyaye.

*Desthilatî polîtîkayeke nijadperestî dimeşîne û li her deverê kurd bi êrişan re rû bir û dimînin. Tu vê bi çi ve girê didî?

Pêvajoya niha û ya piştî 7’ê Hezîranê dişibin hev. Divê ev tenê wekî êrişên çend nijadperestan neyê nirxandin. Ev êrişên organîzekirî ne. Bernameyek vê heye. Sed salên dîroka Tirkiyeyê li ser nijadperestiyê hatiye avakirin. Nijada tirk bilind dikin û dikin dijminê reng û dengê dîtir. Dikin dijminê gelê kurd. Di vî milî de hevpeymaneke tirkîtiyê heye lê wekî buyerên lokal nîşan didin. Yên ku pêşengiya vê dikin jî desthilatiya AKP/MHP’ê ye. Hiş, bîr û baweriya faşîzmê ye. Di naveroka xwe de hedef û armanca wan gelê kurd e. Hebûna kurdan wekî qelsî û tunebûna xwe dibînin. Lewre ev sed salên Komara Tirkiyeyê vê bi me dide gotin.

Niha du salên din Peymana Lozanê dikeve 100 saliya xwe. Ev desthilatî jî dibêje heta bi dawîbûna peymanê em çi axa osmaniyan têxin bin serweriya xwe baş e. Bi vê mebestê ev şerê topyekun li hemberî kurda ye û bi lez û bez dixwazin qirkirinê temam bikin.

*Li hemberî êrişên wiha faşizan û polîtîkayên tunekirinê pêwîst e kurd çawa tev bigerin?

Her êrişeke li ser kurdan dibe bi serê xwe rewşeke trajîk e. Her li ku derê dibe bila bibe divê kurd bi aweyekî zihnî û bedenî xwe bi rêxistin bikin. Divê rêxistinkirî be. Heke wekî zihniyet te xwe bi rêxistin kiribe, çi êrîş tê bila bê tu yê ji heqê wê derê. Du kurd li cem hev bin divê xwe biparêzin. Êriş li her derê heye wê demê divê li her derê berxwedana kurdan hebe. Divê êdî mirov vê wekî qeder nebîne. Em bi sekna xwe ya rêxistinî û di nav yekitiyê de dikarin van êrişan berteraf bikin. Ev mimkun e.