24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedêriya malbatên girtiyan bi biryardarî didome

Malbatên girtiyan zêdetirî 2 meh in li Baroya Amedê çalakiyên xwe pêk tînin. Her roj malbatên girtiyan tên Baroya Amedê û li wir çalakiya xwe didomînin. Baroya Amedê ji bo wan bûyê mala duyemîn û  li mala xwe ya duyemîn bi dengekî dibejin: “Em edalatê dixwazin û em heta edalet bi cih neynin em ji vir dernayên”. Yek ji van denga malbata Boltanê.  Hakki Boltan û hevjina wê Nazê Boltan ji destpêka nobeda edalatê heta îro ji bo kurê xwe Ciwan Boltan û ji bo hemû girtiyên nexweş çalakiyê pek tînin. Îro jî em bi malbata Hakki Boltan re axivîn.

Hakki Boltan 61 salî ye. Boltan anî ziman ku ew jî 15 sal in di girtîgehan de maye. Naskirina wî bi Ciwan re di nava girtigehê de çêbûye û wiha dibejê: “Gava ku ez di girtîgehê de bûm Ciwan ji dayik dibe û naskirina me ya bi hevdu re di nava girtîgehê de çêdibe. Gava ku ez jî girtîgehê derketim Ciwan 15 salî bû.”

Derketina bav girtina law  

Boltan bal kişand li ser mijara  kevir avêtinina zarokan û wiha got: “Piştî ku ez ji girtîgehê derketim salek derbas bû di sala 2008’an de lawê min Ciwan (16) ji ber keviraxêtinê hat girtin.  Girtîgeha Amedê ya tîpa E’yê de bi havalên me rojnameger Mazlum Erencî re ma. Piştî salekê Ciwan ji girtîgehê derket.”

Ciwan bû şopdarê Mazlum Erencî

Boltan anî ziman ku piştî Ciwan ji girtîgehê derdikeve xebatên çapameniyê berdewam  dike û wiha berdewam kir: “Beriya bê girtin Azadiya Welat de dixabitî piştî ket girtîgehê û derket çapemeniyê de karê produksiyonê kir. Ciwan piştî hevalên wî Mazlum Erencî ji girtîgehê dertê û tevlî gerîla dibe. Piştre şehadeta Mazlum Erencî çêdibe û Ciwan jî tevlî refên gerîla dibe.”

Her tim li pey heqîqetê bû

Boltan qala kesayeta lawê xwe Ciwan kir û ew kesayata wî nava jiyana wî de her tim şênber tê xûyakirin û wiha domand: “Ciwan yekî aktîf bû û pirsgirêka wî ya fêmkirine tune bû. Nava lêgerînekê debû û gelek pirsên wî hebûn. Piştî ku hate girtin rewşa ku tê debû baştir fêmkir. Helwesta wî ya ku zilma tê kirin, nebûna demokrasiyê, mafên ku ji dest tê standin. Ev hemû tişt ji bo wî lêgerînek bû. Her tim ji me pirsên çima em nikarin bi kurdî biaxivin?  Çima dibistanên kurdî tune ne? Çima me dixin girtîgehan? Ciwan ji me bersivên çareseriyê dixwest lê bersivên çareseriyê li ba me tune bûn. Me dî aliyê teorîk de bersiva van pirsan dida lê ew ji bo wî têrê nedikir. Wî çareserî dixwest. Wî çareserî di çûyîna serê çiyû de dît.”

Bi îşkencê çavên wî kor dikin

Boltan girtîna Cîwan û serpêhatiyên jiyane bi van hevokan anî ziman: “Di sala 2012’yan de heta ku çapemeniya tirk qala Cîwan nekir haya me jê tune bû. Piştî ku di çapemeniya tirk de wekî kuştî hate ragihandin haya me bi vî awayî jê çêbû. Lê me nizanin ku li kuderê ye. Piştre cenazê wî şşandibûn Çewlikê. Li wê de re bijişk gava ku kontrola cenaze dike lê dinêre ku dijî û dibêje Ciwan sax e. Piştre leşker, tîm û cerdevan dixwazin wî bikujin lê kuştina li wê derê hesabên wan nayê û dibêjin em jê agahî bigirin. Dema ku mêze dikin tu agahî jê nastînin piştre tîm û cerdewan bi dîpçikê çavên wî kor dikin.”

Ji bo radest nebe bombeyê bi xwe de diteqîne

Boltan anî ziman gava ku diçin Çewlikê dozgerê Çewlikê ji Nazê re dibejê: ‘Ciwan ji aliyê me birîndar nebû ye. 3 rojan bi artêşa me re şer kiriye. Piştî sê rojan gava ku cebilxaneya wî diqede ji bo nekeve dest bombeya xwe bi xwe de diteqîne û birîndar dibe.” Dozger wiha berdewam dike û dibejê: “We çawa wî nava malbat de perwerde kiriye zarokekî 19 salî çawa dibe ku 3 rojan li ber xwe dide.” Nazê dibîne ku berxwedana Ciwan dozger matmayî hiştiye û wiha bersivê didê: “Tiştê ku me kiriye tune ye. Hûn dikin em tu tiştî nakin. Zext û zilma we diyar e. Biçin Dersimê binêrin jin ji bo nekevin deste we ji xwe çiyayan davêjin.” Li ser vê bersiva Nazê hêrs dibe û wê ji odeyê derdixe.

Rojekê tenê di nexweşxaneyê de hiştin

Boltan da zanîn ku bi piştgiriya raya giştî û çapemeniyê Ciwan nekuştin û wiha domand: “Ciwan birin nexweşxaneya Elezîzê û em jî pê re çûn. Wê rojê li Elezîzê min binçav kirin. Min anîn Girtîgeha Amedê û piştre min berdan. Ez disa çûm Elezîzê. Me got çi bibe bila bibe em zarokên xwe we nadin kuştin. Herkes hinbû ku Ciwan dijî û gelek piştgirî çêbû. Ciwan rojekî tenê Nexweşxana Elazîze de hiştin. Ji ber ku Ciwan tu agahî nedan wan di heman rojê de di rewşeke bi destekî, bi çavekî û parçeyên şarapnelê yên li di serê wî de bûn şandin Girtîgeha Amedê. Çar penç roj şûnde wî derxistin dadgehê.”

Ewropayê, Tirkiyeyê mehkûm kir

Boltan bi lêv kir ku 3 caran cezayên giran li Ciwan birîne û wiha pêde çû: “3 caran cezayên giran ê miebedê dane Ciwan. Jixwe yek miebeda giran heya mirinê ye. Yanî pênaseya cezayekî din çiye ez nizanim. Me doza Ciwan  bir Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan û li wê derê 2 biryar hate dayîn. Yek ya ku dibejê heta mirinê tu yê lî vê derê bî. Di hiqûqê de pênaseyeke ku wiha tune. Girtî gava ku tê girtin hewceye ku salên wî diyar be.  Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan di vî alî de Tirkiyeyê mahkûm kir. Dadgeha Ewropayê ji Tirkiyeyê re got ku ‘hewceye ku hûn zagonên xwe li gorî navneteweyî biguherînin.’ Dosyaya din jî Ciwan nikare tenê jiyana xwe berdewam bike. Li gorî cezayên ku danê hewceye ku Ciwan tenê di hucreyê de bimîne. Dadgeha mafên mirovan biryar da ku Ciwan tenê nikara li hucreyê de bimîne. Piştî ev biryar hat standin wî ji hucreyê derxistin. Tirkiyeyê ji ber sedema îşkecekirinê hat mahkum kirin.”

Sarmayî dijminê nexweşina wî ye

Nexweşiya wî a xwînê heye.  Xwina wî gava ku li cihekî sar be nahirike. Gava ku destê wî hat qetandin ji ber vê sedemê xwina wî neherikî û nemir. Piştî ji çiyan wî birin Çewlikê xwîna wî herîkî û dilê wî lêda. Lê wê demê nexweşiya wî dibe sedema xelasbûna wî lê serma jî dijminê nexweşiya wî ye. Rapora wî heye eger ku cihekî gaza xwezayî hebe jî ji bo odeyê germtir bike divê soba ceryanê jî were vêxistin. Sobe dane wî lê ji ber ku Bolu cihekî pir sar ev fêde nake. Ji bo tenduristiya wî daxwaziya me ew e ku wî bînin cihekî germ.”

Cezayên ku têne dayîn ne şaxsîne, malbatîne

Boltan di dawî de qala zehmetiya durbûnê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ciwan ji sala 2012’yan de di girtîgehan de ye. Cara ewilî wî birin  Girtîgeha Amedê. Piştre jî wî şandin Girtîgeha Engereyê û niha jî ev 6 sal in Ciwan li Girtîgeha Boluyê tê girtin. Di nava 6 salan de em tenê carekê çûn balê. Ji ber ku ez du caran ji dilê xwe anjo bû me nikarîbûm biçûma serdana wî. Ev dûrbûn nîşan da ku ev cezayên ku têne dayîn ne şexsî ne, malbatî ye. Cezayên malbatî jî tiştekî ne ji rêzê dane. Bêhiqûqî ye. Em dixwazin ev bêhiqûqî ji holê rabe û berdana zarokên xwe dixwazin.”