23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêtehamuliya li hember dayikên kurd

Di hafizeya kurdan de mînakên gelek dayikên berxwedêr hene. Mînakên ku herî zêde xwe li hafizeya me pêçayî, yên wek Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ne. Dayikên kurd jixwe tim xwedî roleke berxwedêr bûn. Lê helbet bi bexwedanê azadiyê ev yek di gelek mînakan de her diçe zêdetir derkeve pêş ji ber ku dayikên kurd êdî li dijî zilma dewletê û bi taybetî jî li dijî feraseta mêrperest xwe bi rêxistin kirin.

Înîsiyatîfa Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de ji rêxistina dayikên Plaza del Mayo ya li Arjantînê feyz girtin û li pey aqûbeta zarokê xwe ketin. Dayikên Aştiyê jî di sala 1996’an de bi armanca ku şerê li Tirkiyeyê heyî bi dawî bibe,  derketin rê. Ev înîsiyatîfa ku bi piranî ji dayikên kurd pêk dihatin bi armanca li qada neteweyî û navneteweyî dengê xwe bilind bikin, xebat didina meşandin.

Dayikên Aştiyê

Ev înîsiyatîf dayikên kurd 26 sal in bênavber li ber xwe didin.  Ji bilî van înîsîyatifan, di gelek saziyên cuda de jî dayik bi salan in cih digirin û bi awayekî rêk û pêk têdikoşin. Yek ji van saziyên ku dayik li hember neheqî û zilma dewletê disekinin jî saziya bi navê MEBYA-DER’ê ye.

Dayikên li dijî her neheqiyê têdikoşin, gelek caran rastî zext, tunehesibandin, êrîş, heqerat, tehdît, binçavkirin û girtinan hatin û hê jî tên. Yek ji van mînakên ku hê jî di bîra me de ye, êrîşa ku di 20 nîsana 2019’an de Dayikên Şemiyê ya çalakiya li Gebzeyê bû ku polîsan êrîşê wan kir û bi heqeret û îşkenceyê dayik binçav kirin. Bêrêziya hişmendiya dewletê ya li hember dayikan, helbet ne tenê di vê mînakê de di hezar mînakên vî rengî de derkete holê.

Zextên li ser MEBYA-DER’ê

Herî dawiyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 27’ê sibatê û 3’yê adarê de derbarê 27 rêveber û endamên MEBYA-DER’ê de biryara binçavkirinê dabû. Gelek ji van rêveber û endaman hatibûn girtin. Yek ji van kesan ku hatine girtin jî rêvebera MEBYA-DER’ê Hatûn Aslan (71)  e. Dozger îdianameya derbarê van 29 kesan de temam kir. Dozger di îdianameyê de îdia dike ku têkiliya MEBYA-DER’ê û PKK’ê bi hev re heye û van rêveber û endaman jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sûcdar dike.

Îdianameya li ser dayik Hatûn Aslan

Di îdianameya hûrguliyên derbarê Aslan de jî gelek balkêş in. Aslan ji “endamtiya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de tê gotin ku di axaftina bi telefonê ya Aslan, flaş belek, kartê SD, telefon û materyalên din ên dîjîtal de ku hatine lêkolînkirin, tu ûnsûrek ku bibe sûc nehatiye dîtin. Rojnameya Yenîyaşam a ku di serdegirtina mala Aslan de hatiye desteserkirin û kar û barên ku Aslan ji bo komeleyê kiriye jî wek sûc hatiye hesibandin. Di îdianameyê de îfadeyên şahidek nepen jî cih digirin. Dozger di îdianameyê de îdia dike ku Hatûn Aslan “endama rêxistinê ye” û ji 7 sal û 6 mehan bigire heta 15 salan cezayê zindanê jê re dixwaze.

Dayîk Emîne Şenyaşar

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek dayik ji ber xwestina aştî û edaletê bi zextan re rû bi rû ne. Yan cezaya girtîgehê û yan jî cezaya pereyan li wan tê birin û doz li wan tê vekirin.

Tenê çend salên dawîn de gelek dayik ji ber xwestina edalet û aştiyê tevî temenên xwe yên mezin hatine girtin. Yek ji van mînakan jî Dayîk Emîne Şenyaşar a ku ev 51 roj in li ber deriyê edliyeyê bi boneya edaletê li ber xwe dide.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê