23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêtehemuliya çand û zimanê kurdî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hêzên mêtinger ji bo gelê kurd nebe xwedî statû serî li hemû rêbazên qirêj didin. Êrîşên ku pêş dikevin, zextên li ser civakê, netehemuliya li dijî ziman û çanda kurdî bi vê mijarê ve girêdayî ne.
Li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê hema bibêje rojane li dijî gelê kurd êrîşên nijadperest çêdibin. Bêguman ev êrîş bi polîtîkaya rejîma AKP-MHP’ê ve girêdayî ne. Ji ber ku desthilatdariya heyî xwe li ser hîmê nijadperestiyê ava kiriye.
Êdî ev êrîş bi awayekî vekirî çêdibin. Mînaka wê ya herî dawî jî helwesta Dîdem Arslan Yilmaz bû. Bêguman ev ne mijarek ji rêzê ye. Ev hişmendiya li dijî civaka kurd radixe ber çavan.

Beriya niha bi çendekî li Stenbolê 9 alimên dînî yên endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DİK) û Saziya Alimên Dînî (DİAY-DER) bi hinceta ku xutbe bi kurdî xwendin hatin girtin. Sala borî jî ji ber xutbe bi kurdî xwendibû meleyê bi navê Alî Boçnak yê 76 salî hatibû girtin û li zîndana Patnosê jiyana xwe ji dest dabû.
Ev bêtehemuliya li dijî ziman û çanda kurd polîtîkaya dewletê ye. Li bajarên Tirkiyeyê êrîşên nijadperestî yên li ser kurdanpêş dikevin jî encama vê polîkayê ne.
Dewleta tirk ji roja ava bûye, li dijî gelê kurd polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê didomîne. Di her qada jiyanê de ziman û çanda kurdî hatiye qedexekirin û êrîşên li dijî yên bi vî zimanî xebat didin meşandin jî qet kêm nebûn. Ji ber bi kurdî stran gotine û guhdar kirine gelek kes hatin girtin. Gelek kes jî ji ber bi kurdî axivîne rastî êrîşan hatine.
Nijadperestên tirk di geşkirina van êrîşan de ji polîtîkaya dewletê ya înkar û asîmîlasyonê hêz girtin. Di encama vê polîtîkayê de li dijî gelê kurd sûc pêk tên. Rola ragihandina tirk jî di van êrîşan de diyarker e. Ragihandina tirk mîna amûreke şerê taybet weşanê dike. Êrîş û zextên pêş dikevin jî encama vê weşana kirêt in.

Endamên Navenda Çanda Mezopotamyayê dê li Stenbolê şanoyan pêşkêş bikirana. Beriya lîstik destpê bike polîsan avêtin ser salona şanoyê û şano qedexe kirin.
Qadeke din ya ku zextên bi dijwarî tên meşandin jî zindan in. Bi hezaran girtyên li zindanê Tirkiyeyê dîlgirtîne ji ber vê polîtîkaya dijkurd nikarin bi ziman û çanda xwe rabin. Pirtûk, rojaname û weşanên bi zimanê kurdî tên qedexekirin. Girtî nikarin bi zimanê xwe yên zikmakî xwe îfade bikin û xwe biparêzin. Girtiyên bi riya telefonê bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin telefonên wan tên girtin. Herî dawî li girtîgeha Xarpêtê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de ji bo 9 girtiyên jin, ji ber ku bi kurdî axivîn cezayê disîplînê hat dayîn.

Dewleta tirk bi tu awayî tehemulî ziman û çanda kurdî nake. Di çarçoveya biryarên KHK’ê de gelek sazî, dezgeh, rojname, televîzyon û ajansên kurdî hatin girtin. Bi sedan kes ji ber bi kurdî xebat daye meşandin hatin girtin.
Li şarederiyên HDP’ê yên ji aliyê rejîmê ve hatin dagirkirin zimanê kurdî hat qedexekirin. Dawî li xebatê kurdî hat anîn û destûr nehat dayin ku xebatkarên şaredariyê bi kurdî xebat bidin meşandin.

Ev dijîtiya kurd ya îro wek polîtîkaya sereke ya dewletê tê dîtin li ser hemû beşê civakê tê ferzkirin. Di encama vê polîtîkaya kirêt de li ser civaka kurd û bi taybet jî ziman û çanda kurd êrîşeke pir mezin heye. Êrîşên nijadperestan ên li ser kurdan jî bi vê siyaseta dijkurd ve girêdayî ye.