spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêyî Ocalan nikarin xwe îfade bikin

Serokkomarê tirk R. Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya koma parlamentoyê de diyar kir ku dê Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hesabê bide Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ev hefteyeke, çapemenî vê mijarê nîqaş dike. Ocalan ev 23 sal in li Girava Îmraliyê di bin pergala îşkenceyê ya herî xedar a dîrokî de ye. Ev heft sal e jî qet hevdîtin pêre nehatiye kirin. Hemû têkiliyên wî yên bi derve re hatine qutkirin. Lê cardin jî nikarin Ocalan ji nedîtî ve bên. Sibê heta êvarê di dehan qanalan de derdikevin, der barê her tiştî de diaxivin. Derfeta du hevokan nadin Ocalan biaxive. Lê dûr diçin, nêzîk diçin û vedigerin behsa Ocalan dikin. Gelo sedema vê yekê çi ye?

Yek: Ocalan kesek ji rêzê nîn e. Çi karî dike mafê wî karî didiyê. Bi awayê herî baş û serkeftî dike. Rojane nafikir e û demdirêj difikire. Amadekarî, plansazî û stratejiya xwe li ser mayîndebûnê û xwe afirandinê saz dike. Taybetiya herî mezin a Ocalan ew e ku mekanîzmayên xwe diafirîne, nû dike, diguherîne û vediguherîne ava dike. Ev 23’ê sal e, di girtîgehê de ye û heft sal e tenê hevokek wî nehatiye bihîstin. Lê pergal û mekanîzmayên avakirine wekî seatê dixebitin.

Didu: Îdeolojiyek li ser maneviyatê avakiriye. Paradîgmaya xwe wisa raçandî ye, kesên ji vê paradîgmayê fam dikin, di nav hemû şert û mercan de li ser piyan dimînin. Ji bo wê ye ev nêzî pêncî sal e, dewleta tirk, cih cih Îran û Suriye êrîş dikin, ji DYA, Îsraîl, NATO û gelek dewletên din ên cîhanê piştgirî digirin lê nikarin têk bibin. Bi maneviyatê têdîkoşin, li berxwe didin û xwe li ser piyan digirin.

Sisê: Ocalan raman û îdaolojiyek wisa ava kiriye, pêbawerên vê paradîgmayê ji siyasetê, civakê û dîrokê baş fam dikin. Şert û mercan bi awayekî şênber analîz dikin. Xwedî nêrîneke yekpare ne. Hemû qadên jiyanê bi hevre û di nav ahengekê de digirin dest. Dengeyên siyasî û civakî rast dixwînin û li gorî vê siyasetê diafirînin. Bi vî aqilê siyasî hemû dezavantajan vedigerînin avantajan.

Bêguman em dikarin gelek sedem û faktorên din rêz bikin. Bes ji bo tişta Ocalan dike hêz heke bê famkirin, ev sê xal bes in. Ji ber van sedeman dikin û nakin, nikarin Ocalan ji rojeva gelê kurd, gelên cîhanê û mirovahiyê derxin. Bêyî Ocalan nikarin gavek siyasî, civakî û dîplomatîk bifikirin. Ocalan ji berî niha bi salan gotibû; “Ez di gorê de bim jî ez dê rola xwe bilîzim” ev taybetmendiya xwe anîbû ziman. Rastî jî ev e. Li giravekê, di bin pergala îşkenceyê de jî rola xwe dilîze.

Hezkiriyên wî jixwe wî ji bîrnakin. Dijminên wî jî bêyî wî, ramana wî, nêrîna wî û hebûna wî bifikirin nikarin xwe bilivînin. Li kûçeyan behsa Ocalan dikin, li parlamentoyê Ocalan nîqaş dikin, di civînên xwe yên nepenî de bandora Ocalan hesab dikin, di malên xwe de hebûna Ocalan difikirin. Ji ber ku Ocalan pergaleke wisa ava kiriye, pêkhateyeke wisa afirandiye, raman û îdeolojiyeke wisa bi pêşxistiye, weke torekê dor li wan girtiye. Ev pergal û mekanîzma hemû planên wan ên bêyom, hov û dagirkeriyê serobino dike. Hemû hesabên wan di destên wan de pûç dike, hewesên wan di qirika wan de dihêle.

Ev heft sal e bênavber êrîş dikin. Dixwazin Ocalan ji civakê, ji gelê wî û siyaseta wî qutbikin. Ramana wî vala derxin û pergala wî tune bikin. Lê nekarîn. Hemû derfetên xwe bikaranîn. Qasî êrîş kirin ew qas têk çûn. Niha şepilîne. Nizanin dê çi bikin. Tirsa windakirina desthilatê û girêdayî vê yekê tirsa hesab dayînê ketiye dilê wan. Dixwazin cardin xwe bavêjin ber lingê Ocalan. Ji bo wê dixwazin hind lîstikan bilîzin. Qaşo dê Ocalan hesabê ji Demîrtaş bipirs e. Lê nizanin ku pergala Ocalan bênavber xwe di ber çavan re derbas dike, rexne dike û rexne dide, xwe nû dike, diguherîne û vediguherîne. Ji vir jî derfetê nade tu kesê ku bi hîle û lîstikan tiştekî li dijberî gelê kurd û Kurdistanê bi dest bixe.

Divê her kes bizanibe, Ocalan û pergala wî ya di bin heft deriyên hesîn de, di bin bombebaran û çekên kîmyewî de faşizma AKP-MHP’ê têk birî, dê van lîstikên bêhûde jî bi rehetî vala derxe û bermayiyên dawî yên faşîzmê jî têk bibe. Hind kesên aqil sivik û gotin giran ên îdîa dikin ku “Îktîdar dê cardin Ocalan bikarbîne” jî dê bibînin. Ka kî, kê bikar tîne. Duh ev film hate temaşekirin, kî bû qehremanê filmê û kî bû fîgûran diyar bû. Dê sibê jî diyar bibe kî qehreman e û kî fîgûran. Bixwazin û nexwazin jî her kes dê bibîne ka aqilê siyasî û îdeolojîk ê Ocalan, pergal û paradîgmaya wî çiqas mûktedîr e.

Li pêşiya me pêvajoyek giran heye. Pêşketinên girîng di rê de ne. Lê çi dibe bila bibe ji bo gelê kurd dê dawî bêhempa be.