24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi aliyê xwe yê derûnî-civakî korona | Leyla Nisêbînî *

Leyla Nisêbînî

Van rojan em dibînin ku dinya bi şewbekê ‘globalîze’ dibe. Ji roja ewilî ve, her roja dibore ev şewb bi çûn û hatina di navbera welatan de pişkiya bajar û welatên nû û hê jî bi lez berbelav dibe. Giraniya sîptomên wê kuxika zuwa, tagirtin, hilma (nefes) zehmet li gorî emr û bûnyeya mirovan diguhere. Lê tirs û xema (endîşe) nexweşiyê ketiye dilê her kesî û zêdetirî 166 welatên ku nexweşî lê belav, bûye  sedema tevliheviyê. Rojên em derbas dikin, sikakên vala, dibistan û kargehên ku yek bi yek tên girtin, mirovên ku bi tirs û guman li hev dinêrin, ne dûrî sahneyên fîlmekî dîstopîk in.

Xem heya astekê ji bo em jiyana xwe bikarin bidomînin, hewce ye. Divê em xemê hîs bikin da ku em bikarin xwe ji talûkeyan biparêzin. Wek mînak, gava em ajaleke kovî dibînin, tişta dihêle ku em ji wê ajalê birevin û xwe bispêrin, xem û tirsa ku dikeve dilê me ye. Ji mirovên pêşî heya niha xem di jiyana me de heye û mêjiyê me xem perisandiye. Em pêrgî tiştên ku tirsê di dilê me de çêdikin dibin, em serê xwe bi wan diêşînin û dawiyê rêbazeke ku em pê xwe ji wan xelas bikin, peyda dikin. Anku mêjiyê me ji bo wê tişta xemê û tirsê çi hewce be, wê dike. Lê ya girîng asta xemê ye. Carinan xem û tirsa di dilê me de ew qasî zêde dibe ku em nikarin kar û barên xwe yên rojane bikin. Kesên weswese û xerabûna panîkê pê re heye vê pevajoya nexweşiya koronayê ku em niha tê de ne, îhtîmal e ku girantir derbas bikin.

Malûm e, di dinyaya modern de û pergala em tê de, tişta ku hînî me dikin, qencî û berjewendiyên me yên takekesî (şexsî) ne. Pergala takekesiyê, di rojên ji rêze de jî, têra xwe dibe sedemê zehmetiyên civakî. Lê di wextê krîzên wekî vê şewba koronayê de, rê dide ku bi tirsa birçîbûnê êrîş li dikanan bibin, zimhêr û qût bê kontrol bên standin. Hêvî ew e ku di sînorên takekesî de, bi zimhêrên êdî li malê di dolaban de ne, bi dileke şad ev bobelat derbas bibe.

Em dizanin ku dawiya menfaetên şexsî nayê. Li gorî xebateke li kovara derûnnasên Brîtanyayê hatiye weşandin, gava mirov dev ji şêwaza fikra ‘ez’ê berdide û bi şêwaza ‘em’ê difikire, anku nasnameyeke civakî ya hevpar bi pêş dixe, haya wan ji hev çêdibe, birêxistinkirî dibin, piştgiriyê didin hev û alîkariya li kesên muhtac zêde dibe. Piştevanî, xem û tirsa di civakê de belavbûyî ji ber xwe ve kêm dike. Di mijara koronayê de, helwesta ‘civatîkirin’ê li gorî ‘takekeskirin’ê bêtir bersiva hewcedariyê ye. Di yekê de ‘Ez ê çawa ji vê nexweşiyê bifilitim’ di ya dî de ‘Em ê çawa bikarin vê çareser bikin’ pirsên esasî ne. Gava armanc başbûna pêkve be, dê kesên herî belengaz bên parastin, xisara civakê kêm be û piştevanî dê hêviyê bide her kesî. Taliya talî, heqîqet vediguhere vê yekê; qedera civakê çi be, ew ê bê serê me.

Di helwesta ‘civakîkirinê’ de, şûştina destan an di dema kuxînê de bikaranîna destmalan girîng e. Ne tenê ji bo takekes bi xwe, lê ji bo yên derdorê jî. Lê prensîba ku vê helwestê ava dike, xwevedana rîska kesên din e. Di civakê de wezîfeyên exlaqî li me hatine barkirin. Em dikarin xwe bixin rîskê, lê gava em kesên din dixine rîskê, ew wezîfe binpê dibe. (Nemaze heke ew kesên belengaz bin). Ev dişibe mînaka bi tenê ajotina erebeyê û bi pitikeke biçûk li pişta erebeyê de ajotina erebeyê. Ev ehemiyet tev de şêwaza tevgerên me diyar dikin.

Rojên îzolasyonê dê çawa derbas bibin? Em çawa aqil bernedin?

Ji bo ku pêşiya belavbûna şewbê bê girtin, pêşniyar ew e ku heta ne mecbûrî be tu kes ji malê dernekeve derve, her kes bi kêm kesan re bide û bistîne. Di vê pevajoyê de, kar û barên derve yan çalakiyên sosyal wê wextekê bisekinin. Ev nexweşî ne tercîheke me bû miheqeq, lê ev nayê wê wateyê ku divê ev pêvajo gelekî aloz derbas bibe. Ev rojên nexweşiyê, di jiyana her yekî me de dikare demeke ji jiyanê ya rîtma wê cuda, bê dîtin.

Di van rojan de em berê xwe dizivirînin ku derê mijara koronayê tê axaftin, nûçe bi lezgînî tên weşandin, li medyaya civakî tim li ser vê parvekirin çêdibin. Hişê me gava li mijarekê asê dimîne, bi berfirehî nikare bifikire anku fonksiyonên xwe yên nirxandina durist winda dike. Loma ya baş ew e ku nûçeyên em duçarî wan dibin, bi sînor bikin. Jixwe nexweşî belav bûye û êdî merheleya îzolasyonê ye. Qeweta me tune ye ku em mudaxeleyekê lê bikin û rewşê bi temamî biguherînin. Ji ber wê, bedêla ku her serê saetekê nûçe û parvekirin bên şopandin, rojê du yan sê caran lênêrîn ji bo em karibin tiştine dî jî bifikirin û bikin, hewce ye. Çi qas li ser meseleyê fikar kêm be, xem jî bi qasî wê kêm dibe.

Wekî din, di wextên krîzê de gelek spekulasyon û bi taybet di medyaya civakî de parvekirinên ku tenê dixwazin balê bikişînin, berbelav dibin. Heya gengaz be, ji spekulasyonan dûr, tenê şopandina çavkaniyên objektîf dê bihêle ku kontrola me li ser meseleyê winda nebe.

Wextê stres zêde dibe, wek van rojên koronayê, ya baş ew e ku em têkiliya xwe bi hezkiriyên xwe re xurt bikin û piştgiriyê bidine hev. Têkiliyên xurt dihêlin ku mirov xwe di ewlehiyê de hîs bike.

Di pêvajoya îzolasyona li malê de, dibe ku em ji hezkiriyên xwe dûr bin, ji bo ku azadiya me xera bûye em aciz bibin, nediyarî me bitirsîne, em xwe tenê û neçar hîs bikin. Helbet tu kes ne li hêviyê ye ku ev wext wekî ji rêzê ye derbas bibe, ev hemû hestên asayî ne. Lê belê di rojên îzolasyonê de, tiştên ku ji bo laşê me û derûniya me baş in, heke em paşguh bikin, dibe ku xisara wê em li ser xwe zêdetir bikin. Kêm zêde, gava em sibehan şiyar dibûn heta razanê em bi tiştinan mijûl bûn; kar, dibistan, zarok, karên malê û hwd. Di vê pevajoya îzolasyonê de jî plansaziyeke ji bo hundirê malê wê bi kêrî me were. Lewra, wê dilê me rehet bike, hişê me zelal bike û wextê me watedar bike.

Divê em nehêlin wextê me tenê bi xew û xwarinê derbas bibe. Werzîş (tenduristiya laş û derûniya me girêdayî hev e), xwendin, temaşekirina fîlman, aktîvîteyên bi zarokan re, heke derfet hebe çandinî, destkariyeke nû, medîtasyon, ceribandina çêkirina xwarinên cuda û nivîsandin hin pêşniyar in. Her wiha divê hay ji xwarin û wexwarina zêde jî hebe.

[accordions]
[accordion title=”Zarok çawa dikarin bên parastin?” load=”show”]Em wek mezinan berpirsên helwesta xwe ya li hember zarokan in. Di pêvajoyên krîzê de ya baş ku hewce ye em bikin, guhdarkirina wan û bi duristî piştgiriya wan e. Di rewşên wekî şer, karesat, koçberî, nexweşî û hwd de çavê zarokan li dê û bavê wan e, li gorî bertekên wan ew jî bê pirsgirêk an jî trawmatîk di wan pêvajoyan re derbas dibin. Ji aliyekê ve jî, li bertekên derdora xwe temaşe dikin û hîn dibin. Berteka we ya li nûçeyan an jî axaftinên di navbera we û yê din de xwedî bandoreke xurt e ku hestên zarokan diyar dikin. Loma hewce ye mezin li ber zarokan bi tedbîr tev bigerin.

Rewşên nediyar wesweseya zarokan zêdetir dikin. Zarok tiştên ku hişê wan nagihîjiyê, bi senaryoyên herî xerab dikarin dagirin. Heke mezin mijarê biguherînin an jî ser biqevizin an jî tiştine dî li hev bînin, zarok wê stresê miheqeq wê hîs bikin. Divê zarok bizanin gava pirsekî bikin dê bi bêhneke fireh bê bersivandin û wê karibin ser mijarê bi dê û bavên xwe re bi rehetî sohbetê bikin. Li gorî emr û zanîna wan çêdibe hûn bibêjin ‘Ev nexweşî ji şewbê cuda ye, nexweşiyeke nû ye. Lê her kes hewl dide nexweşî belav nebe û yê nexweş jî tên tedawîkirin. Di vê mijarê de ku te tiştekî meraq kir were ji min bipirse.’ Heke emrê zarokan ji 6 saliyê biçûktir be û haya wan ji mijarê tune be, hewce nake ku dê û bav wan agahdar bikin û belasebeb wan bitirsînin.

Mal ji bo zarokan cihê ewlehiyê ye. Zarok baş e ku zanibin di malê de tedbîr hatine girtin û ew têne parastin. Lê tiştê ku dê û bav ji wan re bibêjin divê ne dûrî rastiyê bin. Wek mînak, divê nebêjin wê tu tişt bi wan neyê, li bajêr an li welêt tu kes dê bi nexweşiya koronayê nekeve û hwd. Ev ne gotinên realîst in û fêdeya wê li zarokan tune ye. Heta gava li derdorê nexweşî çêbin têkiliya wan a baweriyê bi dê û bavê wan zirarê dibîne.

Dezenfektanên destan gelekî bi kêrî zarokan nayên. Çimkî çawa li destê xwe dixin bêyî ku hêviya wê bimînin zuwa bibe, destê xwe didin pêlîstokên xwe yan jî li tiştên derdorê. Lewma hûn wan teşwîq bikin ku destê xwe bi sabûn û avê bişon çêtir e. Hûn dikarin straneke ku kêfa wan jê tê bi qasi 20 saniyeyan bistrînin da ku sebra wan li şûştina dirêj a destan bê.

Rûtîn ji bo zarokan tişteke girîng e. Rûtîna ku bi nexweşiyê xera bûye, hûn dikarin ji nû ve çêkin. Dibistanên zarokan hatin girtin lê hûn wekî dê û bav zarokan ji xwendinê û xebata dersan dûr negirin, wê ya baş be. Ev bihevrebûna ‘mecbûrî’ ji bo zarokên dê û bavên wan tim dixebitin û li derve ne, dikare bibe derfetek. Plansaziyeke rojane yan heftane li gorî emr û pêdiviyên zarokan wekî lîstik, egzersîz, xebata dersan, pirtûk hwd hûn çêkin û berdewam bikin dê zarok bandora neyînî ya îzolasyonê kêm hîs bikin û kêfê ji pevrebûna malbatê bigirin.

Wek encam ev dikare bê gotin; ne mimkun e ku sal bi vî rengî derbas bibin, ev rewşeke demkî ye. Hesasiyeta derûnî ya vê demê bi başî neyê kontrolkirin îhtîmal e bibe sedema destpêka hin nexweşiyên derûnî wekî bêpergaliyên xwarinê, fobî, paranoya, nexweşiyên anksiyeteyê, kesayetiya sewesî û zorlêker, depresyon û hwd. Bi van tedbîrên derûnî em nikarin pêşiya belavbûna vîrusê bigirin lê em dikarin panîka ku mezin dibe, kêm bikin û pêşiya zirarên mayînde bigirin.[/accordion]
[/accordions]

* Derûnnas

ÇAVKANÎ

Drury J, Cocking C. Everyone for Themselves? A Comparative Study of Crowd Solidarity Among Emergency Survivors, Article in British Journal of Social Psychology 48(Pt 3):487-506, October 2008

Reicher S, Haslam S. The social identity approach in social psychology, Article  The SAGE Handbook of Identities, 2010

https://www.aacap.org/App_Themes/AACAP/Docs/latest_news/2020/Coronavirus_COVID19__Children.pdf (dîroka lênêrînê 19.03.20)

https://www.nytimes.com/2020/03/17/parenting/koronavirus-kids-talk.html (dîroka lênerînê 19.03.20)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê