19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi çalakiyan ketin sala nû

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan “Nobeda Edaletê” di roja 47’emîn de berdewam kirin. Malbat bi çalakiyan ketin sala 2022’yan. Malbat careke din li avahiya Baroya Amedê  civîyan û çalakiya xwe berdewam kirin. Îro jî gelek jinên ku xizmên wan girtî û dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane hatin Baroya Amedê û serdana malbatan kirin. Dayikan di serdanê de peyam dan û gotin ku ji bo çalakî encam bigire divê ji raya giştî zêdetir piştgirî were xwestin û di vê mijarê de bang li hemû beşên civakî were kirin.

Çalakiya Sêmalka 89 roj in didome

Li Sêmalka çalakiya kon a malbatan 89 roj in didome. Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên PDK’ê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK’ê yên ku cenazeyên endamên HPG’ê desteser kirin û hêj cenaze nedane malbatan. Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG’iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest nobedê dikgirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û 89 roj in çalakî didome.  Îro jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê serdana konê çalakiyê kirin.

Li ser navê PYD’ê Silava El-Rifaî diyar kir ku 89 roj di ser çalakiya wan re derbas bûne, lê hîna jî PDK daxwazên çalakvanan red dike.