23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi çanda xwe perwerde dibin

Rojnameya me xwest ji nêz ve rewşa ziman û perwerdeya li rojavayê Kurdistanê bişopîne û ji xwînerê xwe re pêşkêş bike, me ev hevpeyvîn bi berpirsê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî re kir ku ew mamosteyekî zimanê kurdî ye û wî rewşa dawî ya ziman bi me re parve kir.

Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa nifşê xwe û têkiliya xwe ya bi zimanê kurdî re bikî?

Ez ji nifşê destpêkê bûm ku em çûn û derbasî dibistanan bûn di Şoreşa Rojava de. Ji kêfan re giriyê min dihat, dema ez derbas dibûm û min zarokên kurd fêrî zimanê wan dikirin. Piştre min li peymangeha kurdî ya bi navê Peymangeha Cegerxwîn xwend û bawername wergirt û du salan lê mamostetî kir. Jixwe xwendina me li peymangehê hem wêje û hem rêziman bû. Piştî du salan Zanîngeha Rojava dest bi xebatên xwe kir û ez ji hêla rêveberiyê ve di sala 2016’an a vekirina wê de ji bo mamostetiya beşa wêjeya kurdî hatim pêşniyarkirin.

Ji aliyê wêjeyî ve bandora nivîskar û zimanzanên kurd yên wekî Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Reşîdê Kurd û Samî Tan li ser min çêbûn. Her wiha bandoreke mezin a dapîrê min Eliyê Darî (nasnav Elofat) li ser min hebû û heta niha dengê wî di guhên min de ye.

Ji aliyê wanedayînê ve, min bi salan waneyên zimanê kurdî dane. Bi rengekî veşartî, li malên kurdên ku hezkerên zimanê xwe bûn û dixwestin zarokên xwe fêrî kurdî bikin, min ders dan. Weke erkekî li ser milê min, ji sala 2002`an ve min ji bo zarokan dest bi fêrkirina zimanê kurdî kir. Her wiha ji aliyekî din ve min ew fêrî stran û tembûrê dikirin. Ew perwerde ne beramberî diravan bûn, lê tirsa ji dewletê ya li cem gelekan nedihişt ku zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bikin û ev yek jî cihê xemgîniyê bû ji bo min. Çilo mirov bitirse zimanê xwe fêr bibe.

Di encama perwerdeya min a zaroktiyê de û bi saya kurdperweriya bavê min, ê ku hevaltiya kesên mîna Cegerxwîn, Reşîdê Kurd, Sebriyê Xelo Sîtî kiribû û bi saya serê Mihemed Eliyê Hiso ez fêrî zimanê xwe bûm.

Bi demajoyê re û di encama xwendina min de; ji pirtûkên kurdî yên bavê min ji min re dianîn, çi pirtûkên ziman û rêzimanên kurdî, çi jî pirtûkên wêjeyî û pirtûkên siyasî, min Kurdistana xwe bi dîrok û cografiya wê nas kir. Her wiha kesên ku ked û xebat bi salan nas kirin ku di ber vê xakê û di ber ziman û wêjeya wê de ev ked û xebat kirine.

Ji aliyekî din ve her du bapîrên min anku bavê bavê min û bavê dayîka min girêdayî zimanê xwe bûn, yek jê stranên folklor (Elofat) ji me re distran, her wiha stranên wî bi xwe hebûn ên heta roja îro tên strîn di nava kurdan de mîna strana (Eyşana Elî) û bapîrê min ê din jî bi sedan helbestên Cegerxwînê nemir ji ber kiribûn û li gel me digotin. Jixwe bandora vê sêgoşeya Amûdê, Qamişlo, gundê Dara yê kevnar li ser kesên vê herêmê heye. Êdî em li ser perwerdeyekê xwedî bûn ku şer di navbera me û dagirkerên Kurdistanê de heye û çeka herî xurt ji bo şerê dijminê me zimanê kurdî ye, ji ber ku hebûna me bi hebûna zimanê me ye.

Hezkirina ziman û wêjeya min a kurdî roj bi roj mezintir dibû, êdî bi rojan ji bo peydakirina pirtûkên rêziman ên cur bi cur lêgerîn û xebatên min çêbûn. Ji ber ku ew têgînên li cem Celadet Bedirxan, ne heman têgîn bûn li cem Reşîdê Kurd û alfabeya Celadet Bedirxan û ya Osman Sebrî ji hev cuda bûn, her wiha nêrînên wan ên rêziman û rênivîsê jî cuda bûn. Ev yek jî rewşeke asayî bû Celadet dît ku bikaranîna alfabeya latînî ji ya aramî çêtir e.
Dema ku min ji bo ziman û wêjeya xwe dest bi lêkolînan kir, wê çaxê bavê min got êdî tirs li ser te nemaye û divê tu nameya mamosteyê xwe Mihemed Eliyê Hiso yê bavê du şehîdan bû, di ber Kurdistanê de berdewam bikî. Name û qewîtiya wî ji min re divê ez gelê xwe fêrî zimanê kurdî bikim.

Ziman ji bo te tê çi wateyê?

Di zaroktiya me de her dem bavê min ev axaftin ji me re dianî ziman: Axaftineke yewnanî ya kevn heye dibêje: ‘Xwe nas bike’. Ger mirov bixwaze xwe nas bike, nexasim mirovê kurd ê bi sedan salan di bin dagirkeriyê de maye; divê zimanê xwe nas bike da ku zanibe ew kî ye û dîroka wî çi ye?” Kêm zêde em tênedigihîştin wateya kûr a vê axaftinê, lê ya ku li ser me weke zarokên wî hatibû sepandin ew bû; divê em fêrî zimanê xwe bibin.

Beriya Şoreşa 19′ ê Tîrmehê, rewşa zimanê kurdî çawa bû û niha çawa ye?

Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê hemû hewldanên fêrbûna zimanê kurdî bi rengekî raz û veşartî bûn, her wiha takekesî bûn, ji lew re hejmara kesên fêr dibûn pir hindik bûn. Xala din a sereke beriya vê şoreşê fêrbûn tenê fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bû. Wekî din, li dibistanan giştî zanist bi zimanê erebî bû ku vê yekê bandor hino hino li windabûna hin peyvên kurdî yên ku peyvên erebî şûnê digirtin. Di destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, bingehek ji bingehên wê yên sereke perwerde û fêrkirina bi zimanê dayîkê bû. Ev xala sereke ji bo kesên wekî min ku di wê tirsê de fêrî zimanê xwe bûbû û rojek hatiye dibêje divê mirov bi zimanê xwe fêr bibe, ev yek mîna xewnekê bû. Jixwe di destpêkê de perwerdeyên fêrbûna zimanê kurdî bûn û di roja me ya îro de zanîngeh di bin siya vê şoreşê de bi salan e xebatên xwe yên bi zimanê dayîkê dikin.

Saziyên zimanê kurdî bo standertkirina zimanê kurdî çi xebat kirin?

Di encama perwerdeya zimanê kurdî de ku bi salan çêbûye, gelek pirsgirêk derketin holê. Ji aliyekî ve standardek ji alfabeya me re peyda nedibû û ji aliyekî ve hê pirtûk ji bo gelek zanistan tune bûn. Êdî ev yek bi xwe weke arîşeyekê bû, lê rojên derbasbûyî tekez kirin ku pirsgirêka tunebûna pirtûkan ji holê rabû û ji bo rêzimanê jî hem lêkolîn li Rojavayê Kurdistanê bi xwe hene û hem jî sûdgirtin ji lêkolînên parçeyên din hene. Nexasim Bakurê Kurdistanê, di warê rêzimana kurmancî ya ku li vir tê xwendin.

Pirsgirêkên zimanê kurdî çi ne, têne guhertin an na?

Li Rojavayê Kurdistanê û taybet saziyên ku xebatan dikin ji bo ziman, ji bo yekkirina rêziman û rastnivîsa kurdî ya ku gelek aloziyên wê hene, gelek hewldan tên dayîn. Lê ew rastî hin arîşeyan tên. Li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê zimanzanên me ve li ser rêziman û rastnivîsîna kurdî erêkirineke giştî tune ye. Her wiha ji bo perwerdeyê bi sed hezaran pirtûk çap bûne û eger ev rastnivîsa nû bi cih bibe divê hemû pirtûk ji nû ve werin çapkirin.

Ji bo yekkirina zimanê kurdî, li rojavayê Kurdistanê çi xebat tê kirin?

Ez dixwazim bibêjim ku tevî hemû astengiyên ku zimanê me tê re derbas dibe, lê cihê şanaziyê ye û babeteke siruştî û asayî ye ku ev astengî derkevin da ku em çareyekê jê re bibînin û van salên perwerdeyê diyar kir ku ji aliyê saziyên ziman ve nermbûn heye ji bo guhertinan.

Ger perwerde bi zimanê kurdî hebe û berdewam be, wekî din her tişt dê hêsan be û dema me dema guhertinê ye. Loma guhertin di ziman de jî pêwîstiyeke dîrokî û zanistî ye. Heger ev guhertin çênebin, nexwe em di rêya şaş de ne, lê weke me got em di rêya rast de ne û perwerdeya me ji refa pêşdibistan heta masterên zanîngehê nîşana herî berbiçav e ji vê axaftinê re.

Tu xebatên ciwanan ên ku niha têne çapkirin çawa dinirxînî?

Ji bo xebatên ciwanên me yên îro ên çi li ser wêje û çi jî li ser rêzimanê bin; mirov ji bo van xebatan serbilind e ku di demeke kurt de dikaribûn bi hezaran berhem weşandin. Wekî tiyekî avê bibîne û li şûna ku van ciwanan derbirîna xwe bi zimanê dagirkerên xwe dikirin û ji bo wan a rast ew bû, êdî di encama şoreşê de dagerîn û zivirandinek pir mezin çêbû. Ez bi hêvî me ku ciwanên me xemsariyê nekin karên xwe, lê berevajî bêhtir giraniyê bidin berhemdayînê da ku xwînerên zimanê kurdî her dem li pirtûkxaneya kurdî vegere û pêwîstiya wî di wê pirtûkxaneyê de biqede.

Xwendekarên kurdî herî zêde di kîjan aliyê de zehmetiyê dibînin?

Xwendekarên kurdî bi taybet xwendekarên amadeyî, peymangeh û zanîngehê herî zêde rastî van zehmetiyan tên; rastî têgînên nû tên, nezaniya xizmên wan bi zimanê dayikê bandorekê li ser wan çêdike, kêmbûna jêderên kurdî, .

Çima hîna jî gelek kes zarokên xwe dişînin dibistanên ku perwerdeya xwe bi zimanê erebî dikin, sedema wê çi ye?

Heta roja me ya îro kurdên me bûne du alî, yek jê bi zimanê xwe bawer e û xwedî li vî zimanî derdikeve û loma zarokên xwe jî dişînin dibistanên zimanê kurdî. Aliyê din ên ku di nêrîna wan de siberoj anku dema bê ne ji vî zimanî re ye û tu hêvî ji vî zimanî tune ye, jixwe ev yek vedigere bandora hizr û ramanên dagirkerên Kurdistanê li vî gelî ku serkeftina xwe di rêya dagirkerê re dibîne.

Li gorî azmûna te ya di mamostetiya kurdî de herî zêde hûn wekî mamosteyên zimanê kurdî di kîjan aliyan de zehmetiyê dibînin û bi çi pirsgirêkan re rû bi rû ne?

Zor û zehmetiyên zimanê me ku standardek ji zimanê me re tune ye û weke me diyar kir ji bo xwendekaran ku kêmpeydabûna jêderan, heman kelem e ji mamosteyan re. Her wiha gelek ji xwendekaran tên û çanda dagirker bi xwe re tînin. Jixwe ev jî demekê dixwe heta ku mamoste wan dûrî vê çandê bixe û fêrî çanda wan bike.

Darwîn Darî kî ye?

Darwîn Darî di sala 1976`an de li Qamişlo ji dayik bûye. Wekî gelek mabatên rojavayê Kurdistanê malbata wan jî ji gundê Darê yê bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariyê koçî Binxetê bûne û li gundê li nêzî Amûdê bicih bûne. Berpirsê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ye li Zanîngeha Rojava, her wiha hin xebatên wî ên di warê wergerê de hene ku bûne berhem. Berhemên wî di warê wergerê de weke pirtûk hene; Orkêş, Raza Libên Baranê û hin çîrok jî hene.

Hevpeyvîn: Evîn Hesen

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê