24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi çavê berxwedêran heqîqet bê dîtin’

NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsê spî yê DYA’yî di 25’ê gulanê de çonga xwe xist ser stuyê welatiyê reşik ê DYA’yî George Floyd û fetisand. Piştî polîs Floyd ê kuşt, li DYA û gelek welatên Ewropa bi deh hezaran kesên muxalif daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyên li DYA dest pê kir li gelek bajar û welatê cîhanê didomin. Çalakgerên ku li bajar û eyaletên cuda tevli çalakiyên “Jiyana reşikan bi qîmet e” bûn, de barê rewşa çalakiyên DYA û sedema tevlêbûna çalakiyên xwe anîn ziman. Çalakgeran li ser girîngî û wateya çalakiyan û siberoja çalakiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

 ‘Min rastî anî ziman’

Li Minneapolis ku cihê Floyd lê hat kuştin jî çalakî didomin. Yek ji çalakgerên Floydê û wênekêş Canaan Mattson jî ji bo çalakgeran têxe bin qeydan li kolanan dimen û wêneyên çalakgeran dikişîne. Mattson, derbarê çalakiyan û xebatên xwe de wiha got: “Ez wekî mêrekî reşik, piştî kuştina George xwest şînê bigirim, mirovan bi rêxistin bikim û kuştina reşikan şermezar bikim. Heta niha min qet li taxa xwe nedîtibû ew qas mirov daketine kolanan û polîsan protesto dikin. Min jî wekî wênekêşekî xwest bi çavê muxalifan li dijî medya hawiz rastiyan bînim ziman.”

 ‘Rastî hat berovajîkirin’

Yek ji çalakgerên li bajarê Minneapolisê ku li ser otobana Interstate 35W’ê hindik mabû di bin tankerê de bipelçiqiya Adrian Wilson jî sedema tevlêbûna çalakiya xwe wiha anî ziman: “Ez hindik mabûm di bin tankerê de bipelçiqim. Vê yekê hêrsa min zêdetir kir. Ez çûm mal û min li Fox Newsê nerî. Min dît ku rastî berovajî kirine. Ji bo ku rastî bê dîtin divê rastî bê qeydkirin. Ji ber vê yekê her roj di çalakiyan de me. Ez her roj li kolanan im. Ez li vî welatî her roj rastî lincên nijadperst têm. Ez mêrekî Afrikayî-Amarîkayî me. Kurekî min heye. Ez naxwazim tişta hatiye serê min bê serê wî jî. Divê ev çalakî tu carî bi dawî nebin.”

 ‘Pergala edaletê têk çû’

 Aaron Lucas Graham Pineiro jî wekî Psîkologekî li New Yorkê, tevli çalakiya ku bi hezaran kes beşdar dibe. Pineiro, anî ziman ku di van çalakiyan de êş û hêrs dikeve nava hev û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Mirov êdî nefred dike ku ev bûyer bê serê kesekî ku dişibe te. Êdî tirsek jî heye. Tirsa ku ev bûyer bê serê xizmekî te jî. Çalakiya ku ez beşdar bûm, polîsan mudaxaleya pir hişk kir. Min wêne kişandin Maşina polîsan li ser hev 3-4 caran teqiya û şewitî. Ji ber vê tundiyê çalakiyên ku ez beşdar dibim rîskekî jî bi xwe re tîne. Me her tim wekî mirovên hov û kesên sûcdar dibînin û didin nîşandan. Ev çalakî nîşan dide ku pergala edaletê têk çûye. Em tenê serhildanê dibînin. Ger ku em di nava pergalek bi edalet de jiyabûna ev serhildan pêk nedihatin. Berpirsiyarê vê yekê ne em reşik in. Di qada polîtik, sincî û tekakesî de ye.”

 ‘Armanca vê çalakiyê heye’

Çalakgerê ku li Manhattanê dijî Alessia Herrera Rockefeller jî qala çalakiyên ku li ser wî guhertin çêkiriye kir û wiha behsa xwe kir: “Ez tevli çalakiyên aştîyane ku dengê zêde bi xwe re tîne bûm. Çalakî ji bo min hest û hêzê zêde dike. Ez wekî jinek spî ya DYA’yî piştgiriyê didim çalakiyên li Manhattan û Brooklynê. Ez bawerim yekem car kesên piştgiriyê didin çalakiyan ji kesên piştgiriyê nadin çalakiyan zêdetir in. Bi taybetî komên gelek serkeftî li Manhattan û Brooklyê çalakiyan bi rêxistin dikin. Ji ber ku çalakiyên wan bi armanc û bi rêxistin in.”

 ‘Nijadperestî ne nû ye’

 Kyle Scoot jî piştî kuştina Rayshard Brooks yê ku polîs kuşt li Atlanta tevli çalakiyan dibe. Scoot anî ziman ku li DYA nijadperestî ne nû ye û wiha axivî: “Berê darazê çi gotibûya ew dihat kirin. Lê niha ji ber pergala edaletê girtîgeh bi kesên reşik hatine tijîkirin. Gelo ger ku kuştina Floyd bi kamerayan nehatibûya qeydkirin dê darazê ew çawa nîşan bida. Gelo dê wekî reşikekî bê sûc û bê çek nîşan dabûya an jî bi şiklekî din bida xuyakirin. Çalakiyên niha ji yên salên 1940-1970’an cudatir in. Niha em mirovên reşik, spî, asyayî û nijadên cuda bi hev re li heman tiştî dinerin. Em bi hevre di nava piştevanî û şewirmendiyê de ne. Niha tiştê em dibînin şoreş e.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê