Sêşem, Gulan 18, 2021

Bi dara tawiyê zarokan ji nezerê diparêze

Ji bo parastina mal û can, li her herêmê sîmgeyên cuda tên bikaranîn. Yek ji wan sîmgeyan jî dara tawiyê ye. Ev dar li gelek herêmên çiyayî hene. Piranî li warê lîlozan, li zozanên bilind ên Zagrosan ku befir jê naqede tê dîtin. Her herêmek a kevanên Zagrosan li gorî xwe navek lêkiriye û bi şêweyekê pê bawer kirine.

Li herêma goyan ew dara tawiyê ye, li Cizîra Botan û Amedê tihok, li Serhedê tiew, li Wanê sinc û bi zaravayê soranî tayla e. Fêkiyên wê dişibin guhîjan hinek din biçûk û bitahm in. Li hinek deveran jî ji fêkiyên wê şîranî çêdikin. Ji fêkiyan zêdetir bi pîroziya xwe tê zanîn.

Li bajarê Sîne yê rojhilatê Kurdistanê bi navê wê goristanek heye û piranî li ser goristanan ev dar tê çandin. Li heman herêmê çiqlên wê jêdikin parçe parçe dikin, bi ta ve dikin û weke tizbiyan bi mebesta parastinê bi dergûşa zarokan ve dikin. Hinek caran jî ji bo parastinê xweşikayî çêdikin û dixin destpêçka ku pê zarokan dipêçin.

Baweriya welatiyên herêmên Zagrosan jî piranî cureyên daran bûne, weke dara berûyê, yek ji darên ji bo baweriya parastina zarokan bi kar tînin jî dara tawiyê ye. Dara tawiyê li herêmên çiyayî şîn dibe, pir bilind, ji xwe bawer û bixeml e. Çiqlê dara tawiyê tînin qaşilê wê di ser de dibin xweşik zirav dikin û paşê bi moriyan şêwe didinê û bi zarokan ve dikin.

Weke sêgoşeya hermelê hinek din biçûk çêdikin, ruşiyê hermelê dozdeh in, yên wê du, sê û hinek caran jî çar in. Dibe ku çar ruşiyên wê jî wateya çar demsalan e. Dema diqedînin li ser milê zarokan bi kincê wan ve dikin. Hem gelek xweşik e hem jî weke baweriya welatiyên herêmê ji bo parastinê ye. Ev sîmge ne tenê zarokan diparêze, her wiha ji bo parastina mal, bax, baxçe û ajalan jî bi kar tînin. Li herêmê ji çandiniyê zêdetir sewalvanî heye, ji ber wê jî weke zarokên xwe ji sewalên xwe jî hez dikin. Gelek caran wê sîmgeya parastinê bi berx an jî karikên xwe yên herî biçûk û xweşik ve dikin. Ji ber li gorî wan dema nezer li sewalek xweşik bikeve, ne tenê ew sewal dimire, mirin dikeve nav hemû sewalên wan ji bo wê jî dara tawiyê pêve dikin.

Ji pîra xwe û dayika xwe fêr dibe

Yek ji van jinan ku vî darikî xweşik û bi wezin li hev tîne, di nav moriyan de şêwe dide û bi zarokan ve dike, Hacer Tok e ku li Wargeha Penaber a Mexmûrê dimîne.

Tok ku di temenekî biçûk de ji dayika xwe fêrî vê destkariyê bûye, wiha qala hunera destkarî û zarokan ji nezerê diparêze dike: “Dema zarok bûm, pîra min û dayika min ev dar despêkê bi wezin çêdikirin, paşê jî xweşik bi moriyan li hev danî û bi zarokan ve dikir. Vî karî gelek dema wan digirt. Ev mijulbûna wan bala min kişand û ez jî bi saetan li kêleka wan rûdiniştim û min li destê wan dinêrî. Bi temaşekirinê re ez jî hîn bûm û min jî dest pê kir. Destpêkê min alîkariya pîra xwe dikir, paşê jî min bi tena serê xwe çêkir. Ya despêkê min çêkir, bi berxika xwe ve kir ku herî zêde min jê hez dikir. Ji wê rojê heya niha, ez jî weke pîra xwe ji vê darê bawer dikim û ji bo parastina zarokan çêdikim.” MEXMÛR