spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP’ê

Hinek malbat bi darê zorê ya dewleta tirk li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê çalakî lidar dixin û her roj nûçeyeke balkêş a malbatan derdikeve holê. Bi zextên dewletê ancax 10-12 kes li ber avahiyê hatin komkirin. Li gorî nûçeya MA’yê ya duh li Êlihê polîsan 4 caran zext li malbata Kurhan kiribûn ku biçin ber avahiya HDP’ê tevli çalakiyê bibin. Lê malbatê her carê daxwaza wan red kiribû û telefon bi ser wan de girtibû.

Vê carê dîsa têkildarî zext û zordariya li malbatan tên kirin nûçeyek hat weşandin. Vê carê jî li Sêrtê zext li malbata Başal tê kirin ku biçin ber avahiya HDP’a Amedê û tevli çalakiyê bibin. Gef li dayika 80 salî Halîme Başal dixwin ku ger tevli çalakiyê nebe dê keyatiya kurê wî betal bikin û qeyûm tayîn bikin.  

Herî dawî jî li navçeya Misircê ya Sêrtê malbata Başal bi zextên dewletê re rû bir û ma. Halîme Başal a 80 salî ku li gundê Besewanê dimîne, kurê wê Zahîr Başal di sala 1992’yan de tevli PKK’ê bûye.

Li gor agahiyên bi dest ketin, hin peywirdarên dewletê di serê meha adarê de çûne cem malbatê. Ev kes, gef li Halîme Başal û kurê wê keyayê gund xwarine û ji wan xwestine ku biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê.

Piştî van gefan dayik Başal, tevî kurê xwe yê keya di 4’ê Adarê de çûye Amedê ber avahiya partiyê. Piştî du rojan gava malbat xwestiye vegere gund, vê carê pere teklîfî wan kirine, lê ji ber ku dê û law qebûl nekiriye, cardin gef hatine xwarin ku dê qeyûm tayinî şûna keya bikin. Lê belê dê û law guh li gefan û pereyan nekirine û vegeriyane gundê xwe.

AMED