spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn Îmralî silav kir

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li qada Navçeya Esenyûrtê di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” mîtîng li dar xist. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Bi deh hezaran kesên tev li mîtingê bûn Îmralî silav kir

Bi deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn, barîkatên polisan ên li pêş xwe rakirin û dirûşmeyên “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” berz kirin. Welatiyan dovîzên “Yên ku pirsgirêka kurd çareser neke, wê biçe”, “Em nahêlin HDP were girtin,”Em li muhatab digerin”, “Li her derê ne”, “Ne tifaqa Cumhur ne jî tifaqa Millet, çareserî Komara Demokratîk e” û “Pirsgirêka kurd bi muhatabê wê re dikare were çareserkirin” hildan. Dîsa girsê dovîzên ku navê 7 welatiyên kurd ên li Konyayê hatin qetilkirin nivîsîbûn rakirin.

 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabê gel kir û wiha got: “Vaye ev dîmen, ev biryardariya bi coş nîşaneya wê kes nikaribe HDP’ê bigire ye. Em ji vir hezar silavên xwe ji girtiyan re, dişînin. Em bi hezaran car silavên xwe ji girtiyên azadiyê ku bedena xwe dane ber birçîbûnê re dişînin.

 Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye

 Buldan bal kiyand ser tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Welat bi tecrîdê tê birêvebirin. Tecrîda ku li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê sepandin û dest pê kir, îro li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Em carek din dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tavilê tecrîdê rakin.”