25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi destwerdanan demokrasî ne pêkan e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Afganistanê şer û pêşveçûna Talîban dewam dike. Talîbanê di dema dawî de li 10 parezgehan serweriya xwe ragihand.
Piştî Amerîkayê hêzên xwe ji Afganîstanê kişand û şûn ve dengeyên li welat serûbin bûn. Talîbanê rêvebiriya gelek parezgehan xist bin destê xwe û ber bi paytexta welat Kabîlê ve pêş diçe. Li beramberî pêşveçûna çekdarên Talîbanê hêzên girêdayî hikûmetê zêde li ber xwe nadin.

Ji serê meha tîrmehê û vir ve di navbera artêşa Afganistan û Talîbanê de şerekî bêeman diqewime. Li eniyên li çaraliyê welêt, 300 hezar zêdetir leşkerên artêşê, hewl didin bajarên mezin ji êrişên Talîbanê biparêzin. Li hemberî vê hêza giran, Talîban bi hemû derfetên xwe şer dike. Talîbanê heta niha bi taktîkên gerîla li herêmên gundewar şer meşand, ji ber piştevaniya hêzên Amerîkayê nikarîbû pêş ve biçe. Bi derketina Amerîkayê ya ji Afganistanê rewş hat guhertin û Talîbanê xwe komî ser hev kir.

Talîbanê bi awayekî hemwext êrîş bir ser gelek deverên cuda. Di van êrîşan de deverên girîng xist bin destê xwe û vê carê berê xwe da bajaran. Di vê dema dawî de navendên 10 wîlayetên li Afganistanê ketin destê Talîbanê. 5 ji wan bajaran li bakurê welêt cih digirin û ji van ê herî mezin bajarê Kûndûzê ye. Ev bajar, bi nifûsa xwe ya li derdora 370 hezarî, duyemîn bajarê mezin ê li bakurê Afganistanê ye. Piştî bidestxistina Kûndûzê, Talîban vê carê ji bo bajarên Mezar-î Şerîf, Pûlî Xûmrî û Sar-î Pol ketiye hereketê. Bajarê Pûlî Xûmrî wek navenda wîlayeta Baglanê tê pênasekirin û 65 km dûrî paytext Kabîlê ye. Lewma bi bidestxistina vî bajarî tehdîda li ser Kabîlê dê hîn zêdetir bibe.
Bi êrîşên Talîbanê ve girêdayî li Afganistanê aloziyeke mezin heye û girtin, kuştin, koçberî zêde dibin. Kesên ji ber Talîbanê direvin berê xwe didin bakurê welat. Sivîlên li herêmên şer dijîn wekî lehiyê diherikin ber bi bajarên mezin û bi taybetî jî ber bi Kabîlê ve diçin. Kesên ji ber şer reviyane û li Kabîlê kon vedane hewl didin di nava van şert û mercên giran de jiyana xwe berdewam bikin. Li gel şerê navxweyî û koça mezin rêvebiriya Kabîlê zehmetiyan dijî. Gelek ciwanên welat jî berê xwe didin welatên cuda û dikevin ser riya penaberiyê.

Yek ji koma herî zêde dibe maxdûrê vî şerê bêeman bêguman zarokên afgan in. Gelek zarokên birîndar niha li nexweşxaneya bajarê Kandaharê ya di bin dorpêçê de tên dermankirin. Lê hemû zarok bi qasî van zarokên qet nebe bi birîndarî ji şer hatin rizgarkirin ne ewqas bi şens in. Li gorî rapora dawî ya UNICEF’ê di çend rojên dawî de li çaraliyê welêt gelek zarok hatin kuştin û birîndar bûne.
Lê sedema van êşan kî ye ango çi ye? Bêguman piştî bûyera 11’ê îlona sala 2001’ê û şûn ve Amerîka bi hinceta li dijî Talbîbanê şer bike ket Afganîstanê. Amerîkayê piştî 20 salan aşkera kir ku ew ê ji Afganistanê bi temamî vekişe. Lê di van salên derbasbûyî de bi armanca ku hatibû welat û tiştên li welat kirin pir ji hev cuda bûn. Amerîka bi temînata ku wê Talîbanê têk bibe û bi îdiaya birina demokrasiyê çûbû Afganistanê, di encamê de li pey xwe alozî û tevliheviyeke mezin hişt. Talîban jî ji berê hîn xurttir bû.
Mînaka Afganistanê nîşan da ku bi mantiqa dagirkeriyê destwerdana li welatên din encam her tim têkçûn e. Ango bi destwerdanên derve rêvebirina gelan ne mimkûn e. Careke din zelal bû ku li deverekê guhertin tenê bi tevlibûn û îradeya azad a gel dikare pêk were.
Di heman demê de Amerîkayê piştgirî da rêveberiyek bijarte û piraniya gel li aliyekî din ma. Niha ev rêveberî nikare xwe li ser lingan bigire. Vê yekê jî nîşan da ku rêveberiyên pişta xwe bidin hêzên derve û ji gel qut bin, demek dirêj nikarin xwe li ser lingan bigirin. Helbet ev yek nayê wê wateyê ku gelê afgan destekê dide Talîbanê. Gel Talîbanê jî weke hêzeke biyanî dibîne, ku ji xwe dîroka vê rêxistinê jî vê yekê radixe pêş çavan.
Di vê navberê de tê gotin ku Amerîka bi derketina xwe ya ji Afganistanê dixwaze bi rêya komên radîkal ji Çîn û Rûsyayê re astengiyan çêbike. Diyar e wê Afganistan bi rewşa xwe ya aloz hîna demek dirêj di rojevê de bimîne