Duşem, Mijdar 29, 2021

Bi gayê xelkê cot nayê kirin efendîno!

Civaka kurd di nav xwe de ji bo hinek karekteran rasterast pênase neke û neyne zimên, karekterên kesan bi navên rawir û ajalan pênase kiriye. Mînak; heke kesekî barên giran hilgirtibe jê re gotine ‘wek hêstirekê ye’. Dîsa ji bo yê ku bi kesekî re li hev nekiriye, bêser û ber bi ser nas û nenasan de çûye, jê re gotine ‘wekî kûçikekî har e’. Ji kesên li ser gotina xwe, sozên dane pêk anîne, li ber êrîş û tengasiyan serî netewandine re gotine ‘wek şêrekî ye’. Her wiha ji yên ku soz dane lê ew soz bi cih neanîne re jî gotine ‘wek kerê nêr e’. Ji yên netebitî, bêsebir vir de û wê de dibeze, di karê xwe de bêrêk û pêk e, gotine ‘wek nêriyê kovî ye’. Ji bo kesên bêhiş, ramana wî stewr û bêvîn re gotine ‘wek gayekî ye’. Her wiha gotineke pêşiyên kurdan jî wiha ye: ‘Golikek rêxoyî navê garana gundekî diherîmîne’.
Bêguman pênaseyên civakê ezmûnên civakê yên rabirdûyê. Her gotinek wateya xwe ya taybet heye. Her gotinek bi xwe re giraniyekê tîne. Dilê hinek kesên konkirêt diêşîne. Janê dixe hiş û sewdaya wan. Gotinên baş ji çêkirinê re rê vedikin; ên bêwate avê şolî dikin. Civak jî li gorî helwestên baş an xerab an jî li gorî taybetmendiyên kesayetiyên konkirêt ji şîroveyên dûr û dirêj bêtir, bi pênasiyên şênber wan bi nav kirine.
Lê mijara me ya îro ne der barê hinek taybetiyên kesayetiyên di nava mirovan de, mijara me ya bi navê gê ye. Divê ga wek ajalekî kedîkirî, rol û erka wî di nava jiyana gundiyên berê de bê nasîn.

Weke ku tê zanîn, ga ji çêlekê wek ga nayê cîhanê, lê dema dibe sê salî tê xesandin. Ango zayenda wî ya xwezayî ya nêrîtiyê dikujin. Piştî xesandinê ga roj bi roj bihêz dibe. Di karên cotkariyê û bi erebeyên bar dibe hêza herî qayîm. Lê ji hêla din ve dibêjin qey ew tiral dibe, mîna ku nikaribe bi lez bibeze. Bi gayên din re û bi conegayên din re nakeve nava şer. Ji ber derê mala xwediyê xwe dûr nakeve. Di encamê de ew taybetmendiyên xwe yên sirûştî winda dike. Dibe wekî robotekî, xwediyê wî çawa dixweze wisa dike.

Xwediyê gê, di destpêkê de bi dengekî normal `hoo!`yî gê dikir û qamçiyên xwe li erdê dixist da ku ga bimeşe û bide lezê. Lê heke gê guh nedida xwediyê xwe û biçêriya, careke din dengê xwe bêtir bilind dikir û bi hêrs qamçî li erdê dixist. Dema qamçî li erdê diket dengê qirçîniyê zêde dibû. Gê bi vî awayî guh li helwesta xwediyê xwe bel dikir. Dema xwedî dest diavêt guhê wî heke bêyî dilê wî be jî diket rê û diçû. Stûyê xwe dida bin nîr. Ew bêdeng û bêbertek li benda xwediyê xwe dima. Heta ku xwedî nîr bida ser stûyê wî û rêyek nîşanî wî bidaya; hingê ew dê di wê rêyê de bimeşiyaya.

Demên berê, ji beriya ku traktor derkevin, bi giranî karên çandîniyê, rakirina (ajotina) erdê, hemû karên kotanê gê bi gê pêk dianîn. Her wiha erebeyên bi du yan jî çartekeran hebûn. Ga bi wan ve girêdidan û barên xwe ji cihekî vediguhestin cihekî dinê. Ji erebeyên çarteker re digotin firxun, ji yên duteker re jî digotin kaşke. Ji bilî vê karekî din jî ji bo gê hebû. Ew jî dema zeviyên genim an jî ceh dihatin dirûtin (dema nandirûnê), pûş li bênderê (ji xirmankutê) wek gêreke gilover radixistin. Piştre kam (xirman) li ser digerandin. Kam texteyekî darîn ê qalind e. Biqasî du metreyan dirêj û biqasî metire û nîvekê jî bi ber e. Serê wî yê pêşiyê ber bi jor ve tewiyayî ye. Ji binî ve kevir-heste, nalên ga ên kevin an jî parçeyên şûşeyên din bi rêzê bi binê wê kamê ve diniqandin. Ew li paş gê girêdidan. Mirovek li ser kamê disekinî. Carna zarokek jî bi wî re lê siwar dibû. Kam li ser pûş (sêp) digerandin. Heya ku ew sap baş hûr dibû, firîkên cê û gênim ji hev berdidan. Heya ew sap baş hûr bibûya, gê ew kam bênavber li ser sap digerand. Dema karê kamê diqediya, ka komî ser hev dikirin. Dikirin qûçekê (Kom/Lod). Du mirov li hember hev disekinîn, pişta xwe didan aliyê bê û bi şeneyan (melhêvan) ka li ba dixistin. Ka ji qûçê (komê) dûr dixistin, hebên ceh û genim diweriyan jêr û di cî de diman.

Mirovan ji bo karên xwe yên giran ga perwerde kiriye. Ji bo pêdiviyên xwe yên malbetî ga bikar aniye. Bi demê re ga ji pergala xwe ya xwezayî dûr ketye. Di nava karên mirovan de êdî wek mekanîzmeyeke bêhest û mejî hatiye bikaranîn.
Di encamê de ga bêmejî, bêhiş û bêbîr hiştine. Genim û cehê bi hêza wî çandin û gîhandine yên wî ne. Ew bêhêz e û nikare mafê xwe biparêze. Ji bo vê rewşa gê dîsa mirov gunehkar e û yên ga kirine wê rewşê mirov in. Li vir ev pirs tê hişê mirov, ga yan mirov? kîjan ji wan hêjayî dilovanî û nirxdayînê ye?

Her çiqas ga gayitiya xwe bike jî lê dîsa bi gayê xelkê cot nayê kirin. Gayê xwefiroş bêkêr e. Qet karek jê nayê. Xeta gayê pîr tu carê rast nabe. Ga bêzar û bêziman e. Gunehê wî çi dibe bila bibe, lê disa jî xiyanetê li mala xwe nake!

Naveroka berêKarnameyeke reş
Naveroka ya piştî vêTerm: Awêneya sosyolojiya kurdan