25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi girtina deriyan wê nekaribin îradeya Rojava teslîm bigrin’

Di 16’ kanuna 2021’an de çekdarên PDK’ê bê biryara parlamento û hikumetê, her dû deriyên Sêmalka û El Welîd ên li ser rojavayê Kurdistanê girtin. Nerazîbûna hemberî girtina deriyan ya ji aliyê PDK’ê ve roj bi roj zêde dibe. Der barê girtina deriyan de welatiyên Helebce ji Rojnewsê re axivîn.

Welatiyê bi navê Soran Mela Hesen axivî û da zanîn ku divê ji hikumetê were pirsîn, gelo girtina derî li rojavayê Kurdistanê biryara wane yan na? Soran dibêje, yan biryara hizb û aliyek başûrê Kurdistanê ye, hêceta girtina derî çiye, ji bo çi desthilat sînor da girtin?

Soran Mele Hesen di dewama axaftina xwe de got ku ew derî hertim ji bo bazirganiyê kar dikir, tenê di dema nexweşiyekê de dihate girtin, di rastiyê biryar dijî prensîb û çanda kurdane. Soran got; “Biryara girtina derî di çarçoveya ambargoya dewleta tirk de hatiye girtin. Destûr ji Tirkiyeyê girtine, dixwazin bi zextan gelê rojavayê Kurdistanê teslîm bigrin. Lê bila baş bizanin, hemû komployên li ser Rojava hatine hilweşandin, gelê Rojava dikare ambargoyan jî derbas bike.”

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Newroz Soran jî axivî û ev tişt got: “Girtina derî li ser rojavayê Kurdistanê, bi kêfa PDK’ê pêk nehatiye. Diyare ku PDK bernameya dewleta tirk a dagirker bicih tîne. Dewleta tirk li serê çiya hemberî gerîla şikestiye, dixwaze di bajêr de jî ji bo teslîmgirtina gelê Rojava, PDK’ê bikarbîne. Lê gelê Rojava wê ticarî teslîmî îradeya dewleta tirk nebe.”