20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi gotinê diparêzin bi kirinên xwe talan dikin

Roja Jîngehê ya Cîhanê di 5’ê hezîrana 1972’an de li Stockholmê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve bi boneya parastina dar, daristan, xweza û hawirdorê hatiye îlankirin. Ev roj bi tevlibûna 133 welatan pêk hatiye.

Di Roja Jîngehê ya Cîhanê de armanc ew e ku hevsengiyek di navbera mirov û av, behr, derya, masî, hemû zindiyên di nav avê de, ajal û hemû zindiyan , bê avakirin. Yanî di tevahiya hawirdorê de tê xwestin ku hem mafê jiyîna mirovan hem jî ya av, cûreyên nebatan, cûreyên masiyan, dar û daristan û hwd. bê parastin.

Ka em bala xwe bidin polîtîka û nêzîkatiyên dewletên navneteweyî û bi taybetî jî ev dewletên ku hem ji aliyekî ve qala parastina ekolojiyê dikin, ji aliyê din ve jî li gelek deverên cuda şer pêş dixin, çekên kîmyewî bikar tînin û ji bo rantê xwezayê bi HES, RES û santralên termîk û hwd. talan dikin.

Hêzên navnateweyî qaşo ji bo ku ‘hişmendiya civakî di çerçoveya parastina pergala ekolojiyê de hişyar bikin’ rojên wek qeyrana avhewayê saz dikin û bi navê parastina pergala ekolojiyê civîn li ser civînan digirin.

Lê mixabin ev welatên ku tenê li ser kaxiz, bi civîn û hin biryarên qels wêdetir tu tiştî ji bo pergala ekolojiyê nakin, her diçe bi projeyên wek santralên termîkê, HES, RES û helbet şerên ku li welatên wek Rojhilata Navîn dimeşînin, pêşî li ber karesatên ekolojî, avhewa û germahiya kûrewî vedikin.

Êdî ji her alî ve diyar e ku pirsgirêka herî mezin a ji bo germahiya kûrewî kiryar û nêzîkatiyên dewletên navneteweyî ne. Ji ber ku ev hişmendiya serdest tim bi kiryarên xwe yên ji bo berjewendiyên xwe xwezayê talan dikin, derya û çeman zuha dikin, dar û daristanan dibirin û atmosferê bê nefes dihêlin.  Ji daristanên Amazonan heta yên Avustralyayê ji wir heta dar, daristan û çemên Rojhilata Navîn îro di bin rant û talankariya dewletên navneteweyî de, di bin êrîşên şîrketên girêdayî van dewletan de ne.

Zanist û lêkolîner di der barê bandora qeyrana avhewayê de her diçe dengê hişyariyê xwe bilindtir dikin. Lêkolîner herî zêde welatên wek Tirkiyeyê yên ku hemû av, çem, daristan, çiya, cureyên nebatan, nebatên endemîk, bax û bostanan tune dike û qadên daristanan bi betonê difetisîne, hişyariyên tund dikin.

Tê zanîn ku herî zêde li Tirkiyeyê xweza tê talankirin HES, RES, bendav di nîvê qadên dar û daristanan av û çeman de tên çêkirin. Bi taybetî jî bi operasyonên leşkerî dar û daristanên Kurdistanê dişewitîne, daran dibire, bendavan çê dike, rê û taxên bajaran di bin betonê de difetisîne, bajarên antîk xera dike. Bi kurtasî tofanên ekolojiyê di serê kurdan de tîne.

Lê gelo li hember van kiryarên Tirkiyeyê ku dibe sedema karesatên mezin li ser axa Kurdistanê heta niha ji kîjan sazî, rêxistin û dewletên navneteweyî bertek nîşan dan ango  Tirkiyeyê hişyar kirine? Helbet ji ber ku ew bi xwe jî bi Tirkiyeyê re tevdigerin û kiryarên wan jî wek ên Tirkiyeyê ne, ji gotinên ‘bi fikar in’ wêdetir naçin.

Bi kurt û kurmancî atmosfer îro bi destên dewlet û hişmendiya serdestan, ber bi tunekirinê ve diçe.