Monday, September 27, 2021

Bi hêviya vegera warên xwe

Eylem Şoreş

Dubare qalkirina êş û îşkence, êrîş, dagirkerî û hemû cureyên kiryarên dermirovî pir zehmet tê. Lê vegotina van bûyeran hîn barek girantir dide ser milên me. Jixwe gelek caran bûyerên heyî derbasî qeydên dîrokê nehatine kirin. Ji bo vê jî divê hîn zêdetir hemû hovîtiya desthilatdaran û çeteyên wan were vegotin. Yek ji mijarên me yên di wan demên dawî de jî kiryarên li Efrîna dagirkirî ne. Sala 2018’an Efrîna rengîn piştî berxwedana 58 rojan a gel û şervanan ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Îro piştî zêdeyî 3’ê salan dîmenên ji bajêr dihêlin ku fikira ‘Gelo ev der Tirkiye ye?’ bê bîra mirovan. Ji bajarê ku berê weke wargeha aramiyê dihat nasîn êdî tiştek xuya nake. Efrîn bi destê komên girêdayî Tirkiyeyê veguherî bajarê hemû tiştên xirab.
Çeteyan ev 3 sal in li wir efrîniyan direvînin, bi taybet jinên Efrînê. Îşkence li pitikan dikin û di hovîtiyê de tu sînoran nas nakin. Dîmenên pitikên ku çeteyan li wan dan herkesî dît lê êdî gotin ‘Li ber çavên cîhanê’ jî bê mane dimîne. Em hemû dizanin ger hêzên cîhanê nexwestibûna Kurdistan nedibû qada şer. Lê fikira ‘Bila li welatê me nebe, bila li Rojhilata Navîn be’ rê vedike ku her tim axa me bibe qada şer.

Çavkaniya çeteyan; fîdye

Lê bêyî ku ji kiryarên li Efrînê dûr bikevim niha bûyera herî dawî li navçeya Efrînê Racoyê bi bîr bînim. Komên bi navê polîsên leşkerî Muhamed El-Fatih û El-Muntasir Billah 2 jinên ciwan ên ji gundê Badînayê revandin. Hêvîn Abdîn Xerîbo hîn 20 salî ye û Lîna Zekeriya Îbîş jî 22 salî ye. Çeteyan ku canê mirovan ji xwe re kirine çavkaniya xwebihêzkirina fîdye ji malbatan xwestin û li beramberî 2 hezar dolarî Hevîn Abdîn berdan. Lîna Îbîş jî hewl dide xwe xilas bike û gule li ser wê tên reşandin. Li gundê Badînayê tê revandin.

Ji sedî 15 welatiyên kurd mane

Di du mehên dawî de bûyerên bi vî awayî gelek zêde bûne. Piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran welatî koç kirin lê malbatên ku vegeriyan jî hene. Lê efrîniyên ku vedigerin jî bi îşkenceyên komên girêdayî Tirkiyeyê re rûbirû dimînin. Li Efrînê êdî tenê ji sedî 15 welatiyên kurd mane. Bi taybet jinên kurd li wir tên hedefgirtin. Weke li her derê li wir jî hedefa yekem jin in. Komên girêdayî Tirkiyeyê jinan qetil û tecawîz dikin û bi vê rêyê serweriya xwe li Efrînê didomînin. Di meha tîrmehê de 37 û di tebaxê de jî 42 kesên ku 5 jê jin in hatin revandin. Heya niha jî ji jinên hatin revandin tenê 2 serbest hatin berdan. Di 11’ê tebaxê de çeteyên Firqeya Sultan Murad gundê Qirtqilaqê yê navçeya Şerayê dorpêç kiribû û piştî ku telefonên gundiyan ji wan stendin, bi ser malên wan de girtibûn û zêdetirî 30 gundî, di nav de jin û zarok revandibûn.
Xaleke din jî ew e ku jinên li Efrînê neçarî xwekuştinê tên hiştin. Ev jî yekser dikare weke qetilkirinê bê binavkirin. Yek ji wan jinan jî Ayşe Mihemed Xalid a 20 salî bû. Ayşe di 13’ê tebaxê de dawî li jiyana xwe anî. Ew ji gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa bû û dayika zarokekê bû. Hat gotin ku Ayşe Xalid ji ber zordariya artêşa tirk û komên girêdayî wê û tengavkirina welatiyan xwe kuştiye.

Heta niha 8 hezar kes revandine

27’ê tebaxê jî koma Ceyş El-Nuxbe yên girêdayî dewleta tirk li gundên Şêxûtka û Amara yên navçeya Mabatayê gelek kes revandin. Çeteyan ji malbatên kesên revandî hezar dolar fîdye xwestiye da ku wan serbest berdin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Efrînê ji roja ku hat dagirkirin heta niha nêzî 8 hezar kes hatin revandin û çarenûsa zêdeyî 3 hezar ji wan jî ne diyar e. Bi dehan welatiyên Sûriyeyê jî hatin revandin û li Tirkiyeyê bi girtîgehê hatin cezakirin. 30’yê tebaxê bûyerek bi vî awayî çêbûbû. Komên ku xwe weke ‘polîsên leşkerî‘ bi nav dikin ji malbeteke ji gundê Celemê çar kes revandine. Di nava wan de keçek jî heye. Piştî endamên malbatê revandin jî wan radestî MÎT‘a tirk ya li Efrînê kirin… Ev çend ji bûyerên ku li Efrînê tên jiyîn bûn.

Dê jin rojên tarî li pey xwe bihêlin

Planên dewleta tirk ên têkildarî Efrînê ji destpêkê ve diyar bûn lê weke li aliyên din, li wir jî xuya dibe dagirker li ku bikevin tengaviyê li wê derê êrîşên xwe zêde dikin. Wê li wir jî bi domdarî nikaribin xwe li ser pêyan bigirin.
Herî dawî jî dixwazim balê bikişînim ser çalakiyên efrîniyan. Em rojane çalakiyên bi bangên ji saziyên mafên mirovan dişopînin lê xuya ye ku saziyên navneteweyî û mafên mirovan û hwd. tenê ji bo çend civakan dixebitin. Lê dema roja guhertinê hat ew ên ku heya niha çavên xwe li hemberî êrîşan girtin li xwe vegerin an na..? Gelên Efrînê zêdeyî 3’ê salan bi hêviyên roja vegerin di koçberiyê de dijîn. Wê ew jî dema wextê wê hat bikaribin vegerin warên xwe û jiyana xwe ya di nava aramiyê de ji nû ve ava bikin. Dê jin jî wan rojên tarî li pey xwe bihêlin û bi xurtkirina rêxistiniya xwe, weke her tim pêşengtiya wê yekê bikin.