19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran cenazeyê malbata Gulo bi rê dikin

Li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hersê endamên malbata komkujiya Hilêliyê ji aliyê hezaran kesan ve bi merasimeke heybet tên oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ku ji çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketibûn, gihaştin goristanê. Bi beşdarabûna bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên jinan û partiyên siyasî di van kêliyan de li goristanê merasimeke bi heybet tê lidarxistin.

Merasimê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Merasim bi axaftina Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif dewam dike.