spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê têdikoşin’

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê pêk anî. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, Hevserokên Giştî yên OHD’ê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajar beşdarî kongreyê bûn. Ewilî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul û Serokê Şaxa ODH’ê ya Rihayê Alî Aslan axavîn û bal kişandin ser tecrîdkirina Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Hevserokan destnîşan kirin ku têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.

‘A me têkoşîna edaletê ye’

Ferît Şenyaşar ê AKP’îyan bavê wî û du birayên wî kuştin jî axivî û wiha got: “Ez û dayika xwe ji bo edaletê têdikoşin. Em hêza xwe ji parastinê digirin. Parlamenterê desthilatê nîvê malbatekê tune kir. Malbata me kir qurbana desthilatiya xwe. A ma ne tenê çalakiyeke rûniştinê ye, têkoşîna edaletê ye.”

Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî anî ziman ku her roj bi darbeyekê şiyar dibin û wiha got: “Tekperestiyê li gel ferz dikin. Yek ji van mînakan jî doza girtinê ku li partiya me vekirine ye. Bi hezaran girtî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Lê dewlet li dijî daxwazên girtiyan bêdeng e. Birêz Ocalan tenê di Pirsgirêka Kurd e muxatab e.”

Piştî ku rapor hatin xwendin rêveberiya nû hat hilbijartin. Wê hevserok jî pîştî civîna yekemîn a lîjneya rêveberiyê diyar bibin.